Ji Kombûna Jinan a Zenûbiya peyama Roja Karkerên Cîhanê
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi boneya Roja Karkerên Cîhanê peyameke pîrozbahiyê ji hemû jin û mêrên kedkar re şand.

Navenda Nûçeyan – Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev roj ne tenê boneyeke pîrozbahiyê ye, lê belê di heman demê de pêngaveke têkoşînê ye ku têkoşîna kedkaran bi taybet jinan weke hêza pêşeng a guhertin û rizgariya civakî nîşan dide.
Kombûna Zenûbiya di xaxuyaniyê de da zanîn ku ew projeya xwe ya azadiyê ji ramana Rêber Abdullah Ocalan digirin û got, "Di sîstemeke ku jinê ji pozîsyona hilberîn, biryar û rêveberiyê dûr dixe de dadmndî nîne. "
Di dawiya daxuyaniyê Kombûna Jinan a Zebûbiya tekez kir ku dê xebata ji bo avakirina civakek demokratîk, ekolojîk û azad li ser bingeha dadmendiya zayendî û wekheviya aborî û civakî, berdewam bikin