KJAR li dijî feraseta mêrê serdest û alîgirê şer bang li jinan kir

KJAR di daxuyaniyê têkildarî şerê di navbera Îsraîl-Îranê de bang li hemû jinên ku di partiyên azadî û rêxistinan de aktivî dixebitin kir ku li dijî zîhneyta mêrê serdest û alîgirê şer peştevaniyê vegerînin dengê hevpar.

Navenda Nûçeyan – Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) têkildarî şerê di navbera Îsraîl- Îranê de ku didome daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şerê di navbera netew-dewletan de ji bo azadiya civakê ne riyek e, tekane riya gihandina azadiyê têkoşîan demokratîk a jinan e.

Polîtîkaya jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn

KJAR di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên berfireh ên leşkerî yê Îsraîlê li dijî herêmên cûda yên Komara Îslama Îranê û berdewamiya şer rexne kir, ev şer weke encama polîtîkayên berê hatî diyarkirin ku pergala kapîtalîst a kûrewî ji nûve Rojhilata Navîn dizayn bike nirxand.

‘Jin, Jiyan, Azadî ne amûra propagandayê ye, berhema têkoşînê ye’

KJAR da zanîn ku şerê heyî tu eleqeya xwe bi jin û azadiya civakê re nîne, tu alîgirên şer bi taybet daxwazên jinan li ber çavan negirtine û di heman demê de destavêtin dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo armancên siyasî rexne kir. KJAR destnîşan kir ku ev dirûşme ne amûra propagandayê ye, berhema têkoşîna şênber ya di van salên dawî de jinan li kolan û qadan ji bo jiyan, azadî û wekheviyê kirine.

Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku di şerên dinav netew-dewletan de jin û zarok tên qetilkirin û wiha hate gotin: “Şerê di navbera Îsraîl-Îranê de ji vê rewşê ne cûda ye. Lê belê Komara Îslama Îranê ev bi salane, bi polîtîkayên îdam, cînayetên jinan, xizanî û bê kariya zêde dibe, li bermaberî civak û jinan şer dide meşandin. Kendala di navbera civak û Îranê de beriya şer jî hebû û di nava vê krîzê de zêdetir hate dîtin.”

Banga rêxistinbûnê

KJAR anî ziman ku şerên di navbera dewletan de rê li be rdemokrasiyê naveke û bang li jinan û beşên cûda ên civakê kir ku hê zêdetir xwerêxistin bikin. Bi yekîtî û piştgiriyek mezintir komîte û saziyên girseyî li qada siyasî ya Îranê ava bikin.

KJAR di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinên di partî û rêxistinên azadîxwaz de bi awayek çalak dixebitin kir ku li dijî feraseta mêrê serdest û alîgirê şer bibin yek.