Kesên li ser şopa xwişkên Mîrabel dimeşin dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ diqîrin

Îro dengê xwişkên Mîrabel ên ku berxwedana wan 64 sal e dibe çavkaniya îlhamê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bilind dibe.

SARYA DENİZ

Navenda Nûçeyan – Li hemû cîhanê ji 64 sal berê heya niha dengê xwişkên Mîrabel bilind dibe. Jinên ku di 25’ê Mijdara 1960’an de hatin qetilkirin, îro bûne pêşengên hemû jinan.

Xwişkên Mîrabel Patrîa, Minerva û Marîa Teresa ku bi berxwedana xwe ya li dijî dîktatoriya faşîst a li Komara Domînîk navê xwe li ser rûpelên dîrokê nivîsandin, ji ber ku li dijî rêveberiya Trujillo ji bo mafên mirovan û demokrasiyê têkoşiyan, gelek caran hatin girtin û îşkencekirin.

Yek ji navê kod ê sê xwişkan “Pepûle” bû. Bi vê re girêdayî Xwişkên Mîrabel bi navê “Pepûle” hatin naskirin. Xwişkên Mîrabel ruxmê hemû rêbazên dîktatoriyê dev ji têkoşîna xwe bernedan. Xwişkên ku di her qada jiyanê de rastî zextê hatin, pêşî hatin hedefgirtin, piştre hatin qetilkirin. Kesên ku gotin bi qetilkirinê em ê xwişkên Mîrabel bêdeng bikin, hesab nekirin ku dê hemû jinên cîhanê xwedî li dengê xwişkan derkevin. Xwişkên Mîrabel bi mirina xwe dawî li dîktatoriyê anîn.

Mîrabel bûn sembol

Her sê xwişk di dema ku ji serdan girtîgehê zivirîn pêşî hatin tecawizkirin piştre hatin qetilkirin. Xwişkên ku cenazeyên wan ji zinarekî hat avêtin, çapemeniya alîgirê dîktator qetlîamê weke “qezaya trafîkê” ragihand. Lê pir eşkere bû ku qetlîam ji aliyê dewletê ve hatibû kirin. Di 25’ê Mijdara 1960’an de pepûleyan hemû welat xistin bin bandora xwe. Dîktatorî hatin hilweşandin. Xwişkên Mîrabel ên ku di hilweşandina dîktatoriyê de roleke mezin lîstin û hatin qetilkirin, bûn sembola 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê.

Li dijî tundiyê daketina kolanan

Cara yekem jinên Emerîkaya Başûr û Karayîpê xwedî li navê xwişkên Mîrabel derketin. Di kongreyê de 25’ê Mijdarê hat ragihandin û weke roja têkoşîna li dijî tundiyê hat binavkirin. 25’ê Mijdara ku li hemû cîhanê hat qebûlkirin, pêwîstiya li dijî tundiya mêr-dewletê têkoşîna jinan hat dîtin. Jinan ji wê rojê heya niha, li dijî tundiyê bi daxwazên xwe yên hevpar cihê xwe di kolanan de girtin. Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1999'an de 25'ê Mijdarê bi awayekî fermî qebûl kir û li hemû cîhanê jin li dijî tundiyê daketin qadan.

Îsal reng porteqalî ye

UNWOMEN, îsal jî kampanyayek ku dê ji 25’ê Mijdarê heya 10 Qanûnê Roja Mafên Mirovan berdewam bike li dar bixe. Rengê jinan ê çalakiyê weke her sal vê carê jî porteqalî ye. Rêxistina ku banga bidawîkirina tundiya li dijî jin û zarokên keç li hemû cîhanê dike, amaje bi 30’emîn  salvegera Pekînê ya sala 2025’an dike û diyar dike ku dê di vê astê de çalakî bên lidarxistin. Biryara Deklarasyona Pekînê di sala 1995’an de di dawiya Konferansa Jinên Cîhanê de ji aliyê NY’yê ve hatiye qebûlkirin, der barê wekheviya jin û mêr de temsîliyeta hinek pîvanan dike. NY’ê ya ku îsal bi taybetî balê dikşîne ser qetlîamên li ser jinan, diyar kir ku qetilkirina jinan zêde bûye û dibêje: “Divê qetlîamên li dijî jinan rawestin.” Rêxistina ku 16 rojên pêş ên ji 25’ê Mijdarê dest pê dike weke rojên çalakiyê pênase dike, ji bo hişyariya rojane jî li ser rûpelên xwe yên medyaya dîjîtal pêşniyarên çalakiyan pêşkêşî jinan dike.

340 milyon jin û zarok xizan in

Tê payîn ku ber bi sala 20230’an ve nifûsa cîhanê ku ji sedî 8’ê wê, 340 ji wan jin û zarok in dê di nava xizaniyek mezin de bijîn. Ji bo jinan xizanî tê wateya newekheviyê, tundî û gelek binpêkirinan. Jixwe dema em mêyze dikin dibînin ku krîza avhewayê jiyana jinan zehmet dike. Mînak tê texmînkirin ku tenê bi krîza evhewayê 158 milyon jin û zarokên keç bikevin nava xizaniyê. Her wiha tê destnîşankirin ku ji bo wekheviya zayendî û hêza jinan heta sala 2030'an divê bi lezgînî gavên şênber bên avêtin, ji bo vê jî salane 360 ​​milyar dolar zêde hewce dike. Lê tu hikumet pênûsên xwe ji bo jinan bi kar naynin. Hejmara welatên ku sîstemên wan ên berfireh ji bo misogerkirina wekheviya zayendî û bihêzkirina jinan hene û dikarin di van waran de butçe veqetînin tenê 27 e.

Pirsgirêk kûrtir dibin

Piştî şerê Rûsya-Ukrayna êrîşên Îsraîlê jî rewşa jin û zarokên keç radixe ber çavan. Hejmara jin û zarokên keç ên ji şer bandor bûne her ku diçe zêde dibe, tê zanîn ku di van herman de jin û zarok bi zanebûn tên hedef girtin. Di vê rewşê de zewaca bi temen biçûk, ji perwerdeyê bê par mayîn pirsgirêkên din jî bi xwe re tîne. Digel ku ferqa hêza kar û dahatê di navbera jin û mêran de di asta bilind de ye. Ji ber belavbûna qeyrana aborî dîsa jin yekem in ku karê xwe winda dikin.

Li Tirkiyeyê 379 jin hatin qetilkirin

Helbet bi dengê pistepist ên xwişkên Mîrabel ên ji 64 sal berê heta vê salê, jinên li Tirkiyeyê berxwedana xwe ya li dijî dîktatoriyê didomînin. Li Tirkiyeyê tundiya li dijî jinan her diçe zêde dibe. Jinên ku dixwazin di jiyana xwe de xwedî gotin bin û biryaran bigrin, li malên xwe, li kolanan, li cihên kar tên qetilkirin. Li aliyekî jin û zarokên keç tên qetilkirin, li aliyek jî tê xwestin ku dosyayên wan weke kiryarê ne diyar bên hiştin. Dosyayên gelek jinên ku mirina wan bi guman tê qeydkirin, weke dosyayên qetlîamê yek bi yek tên nûkirin. Li gorî daneyên JINNEWS’ê ji nûçeyên çapemeniya Tirkiyeyê yên ji 25’ê Mijdara 2023’an heta Mijdara îsal berhev kirine; 379 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Mirina 212 jinan jî bi guman e.

Li dijî jinan şer

Daneyên li ser komkujiyên li welatê ku nasnameya jinan di bin êrişên sîstematîk ên zîhniyeta baviksalarî de ye, nîşan didin ku hatiye asta qirkirinê. Di şerê ku li hemberî jinan hatiye destpêkirin de, bi vî rengî, tacîz, destavêtin, windakirin, komkujî û heta perçekirina bedena jinan ji aliyê pergalê ve normal tê dîtin. Li Tirkiyeyê ku tegeha malbatê “Malbat” tê pîrozkirin bedena jinan jî di vê oxirê de tê ‘fedakirin.’ Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku jinan di nava malbatê de dixe girtîgehê û hewl dide wan ji qada giştî tasfiye bike, her kêliyê xwe ji hedefgirtina destkeftiyên jinan dûr naxe. Desthilatdariya ku jinan tune dihesibîne jina ku ne “guncav” yan jî  ne “meqbûl” dibîne ji xwe re dijmin îlan dike. Li gorî Rapora Cihêbûna Zayendî ya Cîhanî ya 2024’an a Foruma Aborî ya Cîhanê (WEF); ji bo li seranserê cîhanê wekheviya zayendî pêk were 134 salên din hewce dike. Tirkiye ji 146 welatan di rêza 127’an de ye.

Ji ‘Magazînê’ wêdetir neçû

Hikûmeta ku hedefên wê yên sala 2023'an di refan de di nav tozê de man, di sala 2024'an de jî sozên ku dabû jinan bi cih neanî. Di sala 2024 de, her tişt wekî xwe ma. Her çendî tundî rojane tê nîqaşkirin jî ji malzemeyên “magazîn” wêdetir neçû. Tundî her diçe zêdetir dibe. Jinên ku di bin parastina dewletê de bûn hatin qetilkirin. Jin di bin pençên bêkariyê de dinalin, mahkûmî birçîbûna ku bingeha xwe ji krîza aborî digre hatin kirin. Bêkariya jinan di asta fikarê de ye. Jin û zarok nikarin xwe bigihîjînin xurekên bingehîn, ji texmînan pir zêdetir gelek zarok neçar man dev ji dibistanê berdin û kar bikin. Zarokên neçar man dibistanê berdin, di temenê biçûk de tên zewicandin, neçar man kar bikin li dijî her cure îstîsmarê bê parastin in û rastî tundiyê tên.

Tundî li meclisê ye

Tundî ne tenê li kolan an jî li malan e, li ber çavên her kesê li meclisê jî hat jiyîn. Di pevçûna ku li meclisê derket de parlamentera DEM’ Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bû hedef; ji birûyê xwe birîndar bû. Parlamenterên DEM’ê di çalakiyên ku tevli bûn de rastî tundiya polîsan hatin. Pêşniyarên lêkolînê yên ji aliyê parlamenteran ve ji bo jinan hatin kirin, nehatin qebûlkirin. Ji bilî vê jinên ku dengê jinan bilind kirin û di vî warî de xebitîn hatin girtin. Girtiyên siyasî nehatin berdan. Jin di rêveberiyên herêmî de careke din bi zihniyeta qeyûman re rû bi rû man. Hikûmetê li meclisê hinek xebatên ku ji bo jin û zarokên keç di pergala perwerdeyê de di hinek dersên pergala perwerdeyê de ji nû ve û zêdetir meşrûkirina feraseta 'malbatê' rewa bike erê kir.

Jin dev ji berxwedanê bernadin

Îro desthilatdariya AKP-MHP'ê ku ji bilî alîgirên xwe li dijî her kesê ye û dijminatiya wan dike, di bin rêveberiya xwe de hewl dide pênaseya 'jina meqbûl' biafirîne. Jinên li hemberî vê yekê disekinin, heman tiştên ku xwişkên Mîrabel beriya 64 salan jiyane dijîn. Jinên ku li dijî desthilatdariya jinên li hemberî wan tune hesibandiye têdikoşin û li ser şopa xwişkên Mîrabel ên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin dimeşin. Ji ber vê yekê bi şêweyê herî hovane yê dewleta Tirk re rû bi rû ne. Jin dev ji rêxistinbûn û afirandina riyên têkoşîna hevpar bernadin. Jin bi îlhama têkoşîna xwişkên Mîrabel îradeya xwe nîşan didin ku sedsala 21’ê bikin sedsala jinan. Ji ber vê jî dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li her derê didome. Jinên ku pergala baviksalarî ya ferzkirî red dikin, dev ji berxwedan û têkoşîna jiyan û siberoja azad bernadin.