Kesên di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîr anîn
Li bajarên ku erdhêjên 6’ê Sibata 2023’an bû sedema hilweşînên mezin, kesên jiyana xwe ji dest dan hatin bibîr anîn. Di bîranînan de erdhêjzedeyên ku xizmên xwe wenda kirine gotin ku ewê hesabpirsîna ji berpirsan bidomînin.
Navenda Nûçeyan – 2 sal li ser erhêjên 6’ê Sibata 2023’an a navendên wan Mereş Bazarcix û Elbîstan bû, derbas bû. Li Xarpêt, Meletî, Mereş, Dîlok, Hatay, Semsûr, Amed û Rihayê ku ji ber erdhêjê hilweşîn lê çêbû, bernameyên bibîr anînê çêbûn. Erdhejzede di bîranînan de carek din îşaret bi berpirsan kirin û xwestin bê darizandin. Li aliyê din erdhejzedeyan anîn ziman ku divê tavilê avahiyên erdhêjan bê radestkirin.
Amed
Li Amedê kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, li Xaçerya Tesîslera hatin bibîranîn.
Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê, Platforma Rêveberiya Afetê û Piştevaniyê (DMS) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, li ber xirbeyên Avahiya Serîn 2 ya ku li Xaçerêya Tesîslerz hilweşiya, çalakiya bîranînê li dar xist. Di bîranînê de li qada ku bermahî lê bûn mûm hatin pêxistin û qurnefîl hatin danîn.
Hevserokê DMS'ê Şerefxan Aydin got: "Bibîranîn jiyan e. Divê em li vî welatî avakirina bajarên saxlem û qîmeta jiyanê nîşan bidin. Ev karesat li welatên din jî çêdibin, lê mirin li wir çênabin. Ji bo em van mirinan ji holê rakin, divê em ji bo bîranîna kesên ku me ew winda kirine vê ji holê rakin."
Ji Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajêr Yildiz Ok Orakê jî got: "Me bi hezaran canê xwe winda kirin. Du sal berê agir bi dilê me ket, lê hê jî netefiyaye. Em ji bo pêşerojeke xweş bihêlin li vir in. Em hêrs bûne, em ê ji bîr nekin."
Ji Platforma Ked û Demokrasiyê Muhammed Can diyar kir ku wêraniya li herêmê nehatiye selihandin û got: "Mirin li vê erdnîgariyê dimînin. Eger piştî 2 salan ev herêm hîn jî bi vî rengî be, ruhê gelê me bi heman rengî dewam dike."
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û diyar kir ku roja erdhejê Amed bi çarenûna xwe re rû bi rû hatiye hiştin. Hatun got: "Rastiyeke ku gel li ber xwe dide hebû. Madem em bi tenê ne, em ê bi çarenûsa xwe bijîn, ji bilî hişyarkirina civaka xwe ji bo avakirina bajaran tiu çareyek nemabû. Li vir em soz didin ku em ê di meseleyên teknîk de destûrê nedin tu sererastkirinekê bajarê xwe. Em soz didin ku em ê kontrolên xwe bikin. Mirina bi dehhezaran kesî divê ne wisa hêsan be. Gelek tişt hene mirov bibêje. Wekî hemû pêkhateyên vî bajarî ji xeynî me tu kesî me tüne ye. Divê em hev serwext bikin û li ser vî esasî xwe birêxistin bikin."
Li Mereşê li cihê Sîteya Ebrarê ku hezar û 400 kes lê jiyana xwe ji dest dan, çalakiya bîşranînê hat idarxistin. Li Rihayê jî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan nehatin jibîrkirin.
Li Mereşê bi hezaran kes li ber Sîteya Ebrarê ya 18 blokî ya li Mereşê di erdhejê de hat xerakirin kom bû. Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû û ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) gelek kes beşdarî bîranînê bûn.
Girseya ku li ber Sîteya Ebrarê ya hezar û 400 kes lê jiyana xwe ji dest dane kom bû, ber bi cihê ku blok lê ne meşiya. Girse saet di 04.17'an de ku erdhej di vê saetê de çêbûbû, li ber avahiyên bi navê Ebrarê çalakiya bîranînê li dar xist.
Li ser navê Şnîsyatîfa Malbataên Sîteya Ebrarê Merve Aksû got: "Me erdhejê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin." Endama Meclisa DEM Partiyê Oakîze Sînemîllîoglglûyê jî bertek nîşanî politikaya bêcezatiyê da.
Piştî daxuyaniyê li şuna avahiyan qurnefîl hatin dayîn.
Bazarcix
Li Bazarcixê jî welatî di saeta erdhejê de li baxçeyê şaredariyê kom bûn. Mexdûrên erdhejê ji vir heya navenda çarşiyê meşiyan. Girseyê qurnefîl danîn ber qûleya saetê ya li çarşiyê.
Riha
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê kesên ku di erdheja de jiyana xwe ji dest dan saet di 04.17'an de li Xaçerêya Abîdeyê bibîr anî. Ligel pêkhateyên platformê, nûnerên rêxistinên DEM Partî û DBP'ê yên Rihayê beşdarî bîranînê bûn. Li cihê ku avahî hilweşiyan qurnefîl hatin danîn û mûm hatin vêxistin.