JINNEWS: Di meha Çileyê de 32 jin hatin qetilkirin

Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê di meha Çileyê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 32 jin û 5 zarok hatin qetilkirin. Mirina 25 jin û 2 zarokan jî bi guman e.

Navenda Nûçeyan – Zimanê zayendperest û cihêkariyê ku ji aliyê hikûmetê ve di medyaya sereke û dîjîtal de tê bikaranîn, berdewam dike ku jin û zarokan dike hedef. Di hawireke ku daraz sûcdaran diparêze, li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê jin ji jiyanê qut dibin. 

Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê di meha Çileyê de 32 jin û 5 zaroka hatin qetilkirin. Mirina 25 jin û 2 zarokan jî bi guman e. 

Ji jinên hatin qetilkirin 8 jê ji aliyê kesê bi wan re hatibûn zewicandin, 4 jin ji aliyê merê ku pê re dijiya, jinek di pêvajoya hevberdanê de, jinek ji aliyê mêrê ji hev veqetiyabû, 12 jin jî ji aliyê xizmên xwe ve, jinek ji aliyê nasê xwe ve, 5 jin jî ji aliyê kesên nenas ve hatin qetilkirin. 

Li Stenbolê 9, li Mêrsînê 4, li Afyonê 2, li Dîlokê 2, li Mêrdînê 1, li Muglayêa 1, li Kocaeliyê 1, li Enqerê 1, li Îzmîrê 1, li Denîzliyê 1, li Bûrsayê 1, li Edeneyê 1, li Tekîrdagê 1, li Antalyayê 1, li Giresûnê 1, li Konyayê 1, li Edîrnê 1, li Êlihê 1 û li Meletiyê jî jinek hat qetilkirin.