Kelecana jinan a 8’ê Adarê: Jin bi cilên xwe yê gelerî dê azadiyê biqîrin

Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê, jin bi coşek mezin li seranserî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên cur be cur dikin. Jinan dibêjin îsal bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bi coşek mezintir di 8’ê Adarê de li qadan azadiyê biqîrin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin amadekariyên cur be cur dikin . Jinên bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê dest bi kirîna paçan û çêkirina cil û bergên gelêrî dikin. Jinan bi riya ajansa me tekez kirin ku cil û bergên gelêrî bersiva ji hemû siyaset û hişmendiyên desthilatdar re ye ku jin bi dîrok û çanda xwe ya kevnar girêdayî wê ye .

Her jinek bi cil û bergên xwe yên gelêrî dibe bersiv

Dayîka bi nave Ezîza Abdulah 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: “Ev roj bi wate û pîroz e. Her sal em amadekariyên xwe ji bo 8’ê Adarê dikin. Em cil û bergên xwe yên gelêrî amade dikin ji bo  pîrozbahiya xwe bikin. Xweşiya vê cejnê ku jin bi reng û kevneşopiyên xwe yên resen hemû tên gel hev û şahiya xwe li dar dixin, peyamek ji hemû hişmendiyên desthiltdar re ye ku jin dîroka xwe nas dike, xwedî li kevneşopiya xwe derdikeve û dibêje ez jin im û ezê cejna xwe bi azadî pîroz bikim. Em dibînin çawa ku ev roj jinên Suryan, Aşûr, Ermen, Kurd û Ereb aniye gel hev û bi destê hev digirin û dîlana azadiyê digerînin.”

‘Felsefeya Rêber Apo çirûska 8’ê Adarê kir ronahî’

Ezîza Abdulah balkişand ser banga rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku rengekî xweştir da pîrozbahiya 8’ê Adarê û ev tişt anîn ziman: “Şoreşa jinê, berdewama têkoşîna jinan a li hemberî zilm û zordariyê ye. Jinan di Şoreşa Rojava de rolek sereke di rêvebirina vê şoreşê de girt. Ew jî bi saya fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Îro felsefeya Rêbertî ji çirûska 8’ê Adarê ronahiyek da rêya me. Em vê roja pîroz li rêberê xwe pîroz dikin û ev sal cejna me bi banga Rêbertî cudatir û xweştir e. Ez her sal ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê perçe dikirim û dibim gel dirûnxaneyê, ji bo cil û bergên Kurdî çêkim. Li gel min jî Şohî heye li ser destê xwe bi ala Kesk, Sor û Zer çêkiriye, temenê wê 20 salî ye, çi cil çêdikim bi wê ala pîroz didim xemlandin. Ez dixwazim ji her jinek re bêjim 8’ê Adarê nas bike û li hemberî zilm û bêmafiyê serî hilde.”

‘Ez hezdikim her jinek pîrozbahiya 8’ê Adarê bi dilê xwe bike’

Terziya bi navê Ezîza Omer 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û diyar kir ku ji bo jin bi dilê xwe bikaribin cejna xwe bi cil û bergên xwe yên gelêrî pîroz bikin, heya dawî dibe alîkar. Ezîza axaftina xwe wiha domand: “8’ê Adarê rojek hêja ye, ya girîng ji bo min, her jinek bikaribe pîrozbahiya xwe bi dilê xwe bike û cil û bergên xwe yên gelêrî li xwe bike. Rastî ev mehek e jin ji bo vê pîrozbahiyê paçên xwe tînin gel min û ez ji bo wan didrûm. Jinên ku derfetên wan tune ye jî ez hewl didim paçên baş û erzan ji bo wan peyda bikim û di heqdesteê xwe de heya dawî dibim alîkar. Ez hezdikim ev roj her jinek pîrozbahiya xwe bi dilê xwe bike. Ez jî niha ji bo keçên xwe cil û bergên gelêrî didrûm û emê bi hev re biçin şahiya xwe bikin.”

‘Her kes li benda pîrozbahiya 8’ê Adarê ye’

Li aliyê din kargeha Lavîn a girêdayî komîteya Aborî ya Kongra Star, nêzî mehek e dest bi çêkirina cil û bergên gelêrî ya ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê kiriye. Sazî van cil û bergên gelêrî li firoşgeha Lavîn a taxa Miftî ya bajarê Hesekê difroşe. Têkildarî vê mijarê Endama kargeha Lavîn Lînda Hesen wiha got: “Her kes li benda vê rojê ye da ku em pîroz bikin. Em jî wekî kargeha Lavîn amadekariyên vê rojê dikin û cil û bergên gelêrî didin çêkirin û li firoşgeha Lavîn difroşin.”