Kedxwariya di nîvê şevê de – GOTAR

Li Îranê jinên ku di wardiyeyên şevê de dixebitin, bi taybetî hemşîre, karkerên bajarî û erkdarên ewlehiyê yên jin, du qat bi zexta fîzîkî û derûnî re rû bi rû dimînin.

ŞÎLAN QAZÎ

Rewşa jinên ku di wardiyeya şevê de dixebitin, nakokiya kûr a di navbera sozên hikûmetê yên têkildarî malbat, şert û mercên xebatê yên dijwar, zextên derûnî û gefên ewlehiyê de nîşan dide. Heta ku pergalên siyasî û civakî ji van nakokiyan re bêxem bimînin, wê mexdûrbûna ji ber qezenc û bêdadiyê xwe bidomîne.

Ev rapor armanc dike ku jinên di vardiyên şevê de dixebitin, bi taybetî hemşîre, karkerên bajarî û erkdarên ewlehiyê yên jin çawa ji ber rîtmên biyolojîk ên guhertî, westandina kronîk û gefên ewlehiyê bi awayekî hemdem di bin zextê de ne, bi awayekî rexnegir nîşan bide. Ev şert û merc tenê tenduristiya wan a fîzîkî û derûnî nake nava xeteriyê, di heman demê de bi dirûşmên malbat navendî û piştgiriya jinan re nakokiyek vekirî ava dike û metabuna beden û demê jinan a di pergala aborî û civakî de diyarker dike.

Xewa bê ewle ya jinan a di wardiyeyên şevê de

Li Îranê jinên ku di wardiyeyên şevê de dixebitin, bi taybetî hemşîre, karkerên bajarî û erkdarên ewlehiyê yên jin, du qat bi zexta fîzîkî û derûnî re rû bi rû dimînin. Demjimêrên xebatê yên dirêj û bêserûber, bêparbûna xewa têr û nebûna parastina qanûnî, bedana jinan veguherandiye amûrên hilberînê ku bê bêhnvedan dixebitin. Ev rewş, ne tenê gefê li tenduristiya wan dixwe, bandorê li jiyana wan a malbatî û rolên wan ên civakî jî dike. Wardiyeya şevê, qadeke metinkariya pirqatî ye; jinên ku neçar in ewlehî û başiya kesên din misoger bikin, bi xwe di bin xetera bêxewî, westandina kronîk û zirara derûnî de ne. Ev rewş, nîşaneya newekheviya pergalî û li ser bingeha zayendî ku hewcedariyên bingehîn ên jinan paşguh dike ye.

Pergala zayendperest

Ev rewş, pergalek zayendperest e ku bedana jinan mîna makîneyên hilberîna şevê dibîne û pêdiviyên wan ên biyolojîk û derunî ji bo performansa aborî feda dike, nîşan dide. Nebûna rêziknameyên piştgirî û nebûna çavdêriya bi bandor, jinên ku di wardiyeya şevê de dixebitin, rastî xeteriyek duqatî ne; xeterên fîzîkî yên cihê kar, veguhestina ne bi ewle di demjimêrên tarî de û tundiya li qadên giştî. Her wiha civak û dewlet vê rewşê asayî dikin û mîna ku bêxewbûn û westandina kronîk parçeyek a ji "çarenûsa pîşeyî" ya jinan e, wardiyeya şevê ya jinan bêwate dikin, Ev pêvajo ne tenê tenduristiya takekesî têk dibe, di heman demê de newekheviya avahîsaziyê di bazara hêza kar de jî xurt dike û bêparbûna jinan a ji derfetên pêşvebirin û ewlehiya civakî xurt dike.

Hemşîreyên Îranî yên bi şev dixebitin bi zextên fizîkî û derûnî re rûbirû dimînin

Bi wateyekî din, wardiyeya şevê ya jinan, ji bo domandina aboriya bi keda erzan û kêm mesref, vediguhere amûrek. Berpirsyariyên civakî û lênêrînê yên jin digrin ser milên xwe jî bi tu awayî ji aliyê dewletê ve nayê piştgirîkirin û mîna sermayeyek ku di nava çerxa aborî de tê xerckirin tên dîtin. Lêkolîna bi sernavê “Night shift work experiences among Iranian nurses” eşkere dike ku hemşîreyên Îranî yên di wardiyeya şevê de dixebitin bi zextên fîzîkî û derûnî yên berfireh re rû bi rû dimînin. Her wiha li gorî lêkolîna “Evaluating of Sleep Quality in Shift-Work Nurses; Iran”, nêzî ji sedî 32-54’ê xebatkarên şevê xirabûna xewê yan jî xewa rojê dijîn; ew rejê di xebatkarên bi roj de ji sedî 18 ye. Her wiha rapora “Problems and Challenges Faced by Female Workers in Iran” diyar dike ku li Îranê xebatkarên jin di karên ku bi piranî "rojê ji 12 saetan zêdetir" in de dixebitin û mûçeyên pir kêm digrin. Ev dane, nîşan didin ku jinên di wardiyeya şevê û karên giran de dixebitin ne tenê saetên  xebatê yên dirêj û dema bêhnvedanê ya sînorkirî re rû bi rû dimînin, di heman demê de rewşa wan a fîzîkî û derunî jî bi awayekî cidî di bin gefê de ye.

Metakirina bedana jinan

Jinên ku di wardiyeyên şevê de dixebitin, bi taybetî hemşîre, karkerên bajar û erkdarên ewlehiyê yên jin çawa ji ber xirabûna rîtmên biyolojîk, bi kêmbûna ewlehiya fîzîkî û zexta derûnî ya giran re rû bi rû dimînin. Bedana wan neçarî çerxeke kar-xewê ku bi çerxên wan ên xwezayî re bi nakok e tê kirin; ev rewş dibe sedema xirabûna xewê, westandina kronîk, guherîna rewşa ruhî û kêmbûna hilberîna kar. Di heman demê de, jin di bajarê tarî de rasterast bi gefên ewlehiyê re rû bi rû dimînin. Ji tacîz û diziyê bigre heta xetereyên jîngeh û civakî, li ser tenduristiya wan a derûnî zextek giran çêdike.

Ev zext, tenê gefê li tenduristiya kes naxwe, jiyana malbatî û rolên civakî yên jinan jî têk dibe. Demjimêrên xebatê yên dirêj û westandina domdar, rola lênêrînê ya jinan a di nava malbatê de jî zehmet dike. Ev rewş bi gotinên dewletê yên "navend malbat" û "piştgiriya jinan" re nakokiyek vekirî ava dike û eşkere dike ku bedana jinan veguherandine amûrek hilberîna aborî. Her wiha ev yek bêyî li berçavgirtina ewlehî, tenduristî yan jî refaha jinan tê kirin.

Tecrubeya bi êş a jinên di wardiyeya şevê de dixebitin, ne tenê bêxemiya pergalî ya li hemberî maf û tenduristiya wan e, di heman demê de nîşan dide ku di nava pergala siyasî û aborî ya li welat de mekanîzmayek kûr a cudakarî û zordariyê jî dixebite. Ev rewş hem ji aliyê mirovî ve hem jî siyasî ve serkeftî nîn e û heta ku di nêzîkatiya saziyên berpirsyar de guhertinek bi kok çênebe, wê qeyranên  fîzîkî, derûnî û civakî yên jinan bidomin.

Krîza pergalê jiyana civakê zortir dike

Pergala siyasî ya heyî ya li Îranê di nava nakokiyek kûr de ye. Ji aliyekî ve, ciwanan teşwîqê zewacê dike û kesên zewicandî jî teşwîqê anîna zarokan dike, ji aliyê din ve jî pergala aborî û civakî hilweşiyaye. Dewlet di vê hawirdora bêçalakiya aborî, bêkarî û enflasyona bilind de ye loma malbat nikarin hewcedariyên xwe yên bingehîn jî bi cih bînin. Pêvajoya şerê 8 salan, vê carê hewl dide bi armancên îdeolojîk ên cuda nifûsê zêde bike û hêza kar a erzan ji nû ve hilberîne. Lê belê, malbat li gorî şert û mercên xwe yên şênber, biryaran digrin. Pergala siyasî hewl dide pergalek li ser bingeha keda erzan ava bike û ji bo teşwîqkirina çêkirina zarokan hemû riyan diceribîne. Lê belê di rastiyê de jin hem bi karên giran ên li derve re hem jî barê kesên nava malê dikşîne. Kêmbûna nifûsê di salên dawî de, nîşan dide ku jin der barê jiyana xwe de biryarên maqûltir didin.