KE: Ji bo Tirkiyeyê bang biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bînin

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, di civînekê de ku cîbicîkirina biryarên DMME’yê dinirxîne, banga xwe ya ji bo dosyeya Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de banga ji bo demildest berdana her du siyasetmedaran dubare kir.

Navenda Nûçeyan –  Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê 9-11’ê Hezîranê li bajarê Strasbourg ê Fransayê, civîna 1563’yemîn a Mafên Mirovan lidar xist. Di civînê de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên ku nehatine bicihanîn, jinûve hatin nirxandin. Komîteyê bi bîr xist ku di biryara derbarê Selahattîn Demîrtaş û yên din de ji aliyê DMMEyê ve hatiye tespîtkirin ku têkildarî sûcdarkirina parlamenterên demê îspata têrker nîne.

Di biryarê de hate destnîşankirin ku ew bi armanca siyasî hatine girtin û rakirina mafê wan ê nedestdayîna parlamenteran û ji ber axaftinên siyasî sûcdarkirina wan, krîterên hiqûqî pêşwazî nake.

Motîvasyona siyasî didome

Komîteya Wezîran bal kişand ser biryara DMME’yê ya “Selahattîn Demîrtaş (No. 4)” û diyar kir ku îspatên dadgehên hiqûqa navxweyî, ji bo rewakirina girtîbûna Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag têrker nîne. Komîteyê diyar kir ku biryara navborî, nirxandinên berê piştrast dike û motîvasyona siyasî ya li ser bingehê dozan, hebûna xwe didomîne.

Divê her du siyasetmedar demildest bên berdan

Di biryarê de banga ji bo demildest berdana Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag car din hate dubarekirin. Her wiha hat bibîrxistin ku dewletên endam xwedî wê berpirsyariyê ne ku bê şert û merc biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih bînin. Di biryarê de her wiha “fikarên kûr” hatin parvekirin ku Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê di mijara biryardana li ser serlêdanan de gavên ber bi pêş ve neavêtine. Divê her du dadgeh jî giliyên kesên serlêdan kirine, bêyî ku dereng bibe û tam li gorî biryarên DMME’yê binirxînin.

Mafê hilbijartinê û encama darizandinê

Di biryarê de, hat gotin ku rewşa serlêderên ku berê di heman dozê de bûn û niha ne di girtîgehê de ne, erênî hatiye pêşwazîkirin. Komîte her wiha ji rayedarên Tirkiyeyê xwest ku eşkere bikin ka parlementera berê ya HDPê Burcu Çelîk Ozkan piştî biryarên dadgehê mafê xwe yê namzedbûnê di hilbijartinan de parastiye an na. Tevahî encamên neyînî yên dozên ceza yên li dijî serlêderan werin rakirin û mafên wan di nav de mafê hilbijartinê jî, ji nû ve werin vegerandin.

Dê dosye di Îlonê de dê jinûve were nirxandin

Komîteya Wezîran, biryar da ku nirxandina dosya Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag di civîna 1569’an a Mafên Mirovan de, ku di Îlona 2026’an de dê were lidarxistin, bidomîne. Komîte, her wiha ji rayedarên Tirkiyeyê xwest ku li ser gavên hatine avêtin an jî yên ku tên plan kirin, di çarçoveya xebatên çareserkirina pirsgirêka Kurd de, agahî bidin. Ev gav li gorî pêşniyarên Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî tên şopandin.

‘Mafê Hêviyê’ neket rojevê

Komîte berê di civîna Îlona 2025’an de dosyeya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nav de bû û bi navê “Grûba Gurban” tê naskirin nirxandibû. Wê demê ji Tirkiyeyê hatibû xwestin ku li ser guherandinên qanûnî agahî bide.

Lê di civîna Hezîrana 2026’an de mijara “mafê hêviyê” nehat rojevê û li ser vê mijarê nirxandinek nehat kirin.

Ji bo Osman Kavala biryara berdanê

Di biryara derbarê Osman Kavala de ku ji sala 2017’an vir ve di girtîgehê de ye, biryarên berê hatin bibîrxistin û hat diyarkirin ku endaman “xemgîniya xwe ya kûr” derbarê girtina berdewam a Kavala û nebicîhanîna biryarên DMMEyê de anîne ziman û daxwaza berdana Kaval kirin e.