ISIG: Di 13 salan de herî kêm 862 zarokan di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan

Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) Rapora kuştinên li ser cihê Kar a Gulana 2026’an weşand. Li gorî raporê, di meha Gulanê de herî kêm 212 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – MeclîsaTenduristiya û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) “Rapora Mirinên li Cihên Kar” a Gulana 2026’an û “Rapora Mirinên li Cihên Kar a Zarokan” a ku serdema 2013-2026’an vedihewîne, bi boneya 12’ê’ Hezîranê Roja Cîhanî ya Dijî Keda Zarokan amade kiriye, weşand. Li gorî raporê, di meha Gulanê de herî kêm 212 karkeran jiyana xwe ji dest dane û di navbera salên 2013 û 2026’an de herî kêm 862 zarok li cihê kar mirine.

Di nava sedema mirina karkeran de qezayên trafîkê û serwîsê li gel rêjeyeke weke ji sedî 24’an di rêza yekemîn de cih girt. Mirinên ji ber krîza dil û xwînariya mejîyî weke ji sedî 14 û mirinên ji ber pelçiqîn û tepînkê jî weke ji sedî 16 hatin tomarkirin.

Hejmarek zêde ji karkeran jiyana xwe ji dest dan

Di raporê de hate diyarkirin ku li gorî beşkaran mirin herî zêde di sektorên weke çandinî, daristanî, înşaet, barkêşî û xizmetên şaredariyê de pêk hatine. Hate îfadekirin ku di sektorên çandinî û daristaniyê de 48, di yên înşaet û çêkirina rêyan de 38, di ya barkêşiyê de 33, di yên şaredarî û giştî de 16 û di yên bazirganî û perwerdeyê de jî 11 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Jin, zilam, zarok û penaber jî mirin

Hate destnîşankirin ku karkerên ku jiyana xwe ji dest dane 13 jê jin in û 199 jî zilam in. Her wiha hate îfadekirin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 7 karkerên zarok  16 karkerên penaber jî hene.

Meclîsa ÎSÎG’ê bi boneya 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna Li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanî ‘’Rapora Cînayetên Karkerên Zarok’’ amade kir û bi raya giştî re parve kir.

‘Herî kêm 862 zarokan jiyana xwe ji dest dan’

Li gorî raporê, di navbera salên 2013- 2026’an de herî kêm 862 zarok dema li ser kar jiyana xwe ji dest dane. Di nava sedemên mirina karkerên zarok de qezayên trafîk û serwîsê li gel rêjeyeke weke ji sed, 27’an di rêza yekemîn de cih girt. Her wiha ji sedî 16 xeniqîn û jehrîbûn û ji sedî 14 jî ji ber pelçiqîn û tepînkan pêk hatine.

Her wiha raporê de hate diyarkirin ku ji zarokên ku ji ber kar jiyana xwe ji dest dane herî kêm 100 ji wan penaber bûne.