Karûbarên îfadeyê yên rojnamegerên binçavkirî destpê kir

Karûbarên îfadeyê yên 9 rojnamegerên di çarçoveya lêpirsînekî li Stenbolê hatiye destpêkirin de hatine binçavkirin, dest pê kirin.

Navenda Nûçeyan – Di serdangirtinên malan ên li Stenbol, Enqere û Rihayê hatine kirin de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û Erdogan Alayûmat û nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatin binçavkirin. 

Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeren ku ev 3 roj in wek binçavkirî tên ragirtin, li midûriyeta polîsan dest pê kir. Tê payîn ku dê rojnameger sibê sewqî edliyeyê werin kirin.