Kampanyaya ‘Werin em demokrasî û aştiyê hilbijêrin’ a jinan destpê bike

Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya amadekariyan dikin ku bi dirûşmeya "Werin em demokrasî û aştiyê hilbijêrin" kampanyayek jinan a Sûrî bidin destpêkirin.

ŞÊRÎN MUHEMED

Qamişlo – Sibê Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê daxuyaniyek hevbeş bidin ku tê de destpêkirina kampanyaya jinan bi dirûşmeya "Werin em demokrasî û aştiyê hilbijêrin" ragihînin.

Ev hemle ne tenê çalakiyek e, berhema hewldanên jinan ên berdewam e ku bi konfransa Giştî ya Jinên Sûriyeyê ya li bajarê Hesekê di 20'ê Îlonê de hatibû lidarxistin e. Jinên ji herêmên cûda li hev civiyan da ku li ser pêşeroja jinên Sûriyeyê nîqaş bikin û daxwaza Sûriyeyeke nenavendî bikin ku edalet û wekhevî ji bo hemû pêkhateyên wê garantî bike.

'Kampanya ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên jinan e'

Derbarê kampanyayê de, Endama Komîteya Têkiliyên Siyasî ya Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed, ji ajansa me re got ku ev yek dê di daxuyaniyek hevbeş de di navbera her du saziyên organîzeker de were ragihandin. Rûken Ehmed destnîşan kir ku ev kampanya yek ji biryarên herî berbiçav ên konferansa jinan bû ku bi rêze pêşniyaran bi dawî bû, ya herî berbiçav jî destpêkirina kampanyayek hevbeş a jinan bû ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên jinên Sûriyeyê û banga sîstemek demokratîk a nenavendî.

Ev kampanya di demek sembolîk de destpê dike, ku bi 7'emîn salvegera qetilkirina Hevrîn Xelef re hevdem e ku ji bo azadiya jinan û aştiya li Sûriyeyê şer kir. Li gorî Rûken Ehmed, hilbijartina vê demê peyamek zelal hildigre: "Çarenûsa Sûriyeyê îro di destê gelê wê de ye û divê dengê jinan di vê qonaxa krîtîk de bibin yek."

'Li dijî dûrxistin û paşguhkirina gelê Sûriyeyê rawestin'

Rûken Ehmed behsa rastiya jinên Sûriyeyê kir û destnîşan kir ku bêparbûna ku ew pê re rûbirû dimînin ne tiştek nû ye û got: "Kampanya vexwendinek aşkera ye ji bo hemû jinên Sûrî ku beşdar bibin da ku neteweyek ava bikin ku rêzê li pirrengiyê bigre û rûmet û azadiya her kesî garantî bike. Gelê Sûriyeyê heq dike ku bi azadî û rûmet bijî, bi taybetî piştî zêdetirî 13 salan ji şoreşa Sûrî. Ji ber vê divê em dengê xwe bikin yek û bi daxwaza pergaleke nenavendî ku mafên hemû pêkhateyan biparêze, Sûriyeyê ji hilweşînê rizgar bikin. Divê em li dijî vê dûrxistinê ya li dijî Sûriyan rawestin û rejîmek di bin yek al, reng û zimanî de li welatekî ku bi pirrengiya xwe tê nasîn, qebûl nekin."

Bernameya kampanyayê

Rûken Ehmed destnîşan kir ku kampanya dê mehek bidome û dê rêzeçalakî û bûyeran di nav xwe de bigre. Rûken wiha li axaftinên xwe zêde kir: "Dê daxuyaniyek hevbeş ku dengê jinên Sûriyeyê temsîl dike bê weşandin, gotar û semînerên diyalogê li herêmên cuda yên Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û Ewropayê bên organîzekirin. Civîn dê bi riya Zoom werin lidarxistin û encamên wan di peyamek yekane de bên berhevkirin ku dê ji rayedarên peywendîdar re bên şandin û di roja dawîn de bi riya medya bên ragihandin."

Her wiha kampanya armanc dike ku balê bikşîne ser jinên girtî, yên ku bi tundiyê re rûbirû mane û yên ku dengê wan bêdeng maye. Hevpeyvîn û nameyên ku berxwedana jinên Sûriyeyê belge dikin, dê werin weşandin ku ji ezmûnên çalakvanên jin ên li çaraliyê cîhanê îlhamê digirin.

'Kampanya gaveke pêwîst e ji bo guhertina rastiya jinên Sûriyeyê ye'

Endama Komîteya Têkiliyên Siyasî ya Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed, gotinên xwe bi tekezkirina ku hilbijartinên dawî yên li paytexta Sûriyê hemû jin tê de, negirtine. Tenê 6 jin li seranserê welêt beşdar bûne, ev yek jî asta paşguhkirina siyasî nîşan dide. Rûken Ehmed bawer dike ku ev kampanya gaveke pêwîst e ji bo guhertina vê rastiyê, ji bo bilindkirina dengê jinên Sûriyê li çar aliyê cîhanê û ji bo daxwaza pergalekê ku edalet û wekheviyê ji bo her kesî garantî bike.