Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’: Bila îdam bisekinin

Di çarçoveya kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku di hefteya 73’an de didome, 47 girtîgeh ketin greva birçîbûnê. Girtiyan gotin: “Divê daxwaza sekinandina darvekirinê civakî bibe.”

Navenda Nûçeyan – Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên li 47 girtîgehan di çarçoveya Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ di hefteya 73’an de didome. Girtiyên beşdarî kampanyayê bûne, banga piştevaniyê li gel kirin. 

Daxuyaniya hevpar a girtiyên beşdarî kampanyayê bûne wiha ye:

“Gelê Îranê di nava şerê ku naxwazin têde cih bigrin digrin. Şer û darvekirin, ruyê duwê yê madalyaya ku mafê mirovan ê jiyanê ji destê wan girtiye. Em piştevaniya xwe ya bi hemû mirovên sivîl ên jiyana xwe ji dest dane re îlan dikin û em divê qada ku ji aliyê rejîma şerker ve hatî ferzkirin balê didin ser girîngiya piştevaniya civakî.

Tevî şertên krîzê ku bi taybet bi şer aniye, bêyî sekinandina makîneya mirin û qetlîaman didome. Rejîma despot darvekirina welatiyan didomîne. Tenê ji destpêka meha Hezîranê heta niha 126 kes hatin darvekirin, tenê di 10’ê Hezîranê de 12 girtî birin ber sêdarê.

Di heman demê de roja 16’ê Hezîranê duşemê, Îsmaîl Fekrî ku ji ber sûcên ewlehiyê girtîbû, bêyî agahdarkirinê, li girtîgeha Ghezalhasar hate darvekirin. Ev darvekirin ne tenê îstatîstîkin, çîroka jiyanên bi êş ên bi bêedaletiyê ji destê wan hatine girtine.

Darvekirin ne caze ye, cînayet e

Piranî ev darvekirin, bêyî agahiyên şefaf, bê pêvajoyên darizandina edlî û di nava bêdengiya medyayê de tên pêkanîn. Piranî ev darvekirin ji gelên xizan, endamên mesheban û girtiyên siyasî pêktên. Tenê sûcên wan daxwaza edaletê, azadî û hewldana wan a jiyanê ne. 

Yek ji van kesên girtî yê siyasî Mucahîd Kurkur ku di xwepêşandanên 2022’an de hatibû girtin û nêzî du sal û nîvan îşkence dîtiye ye. Mixabin hefteya bûrî bi awayek bê parastin hate darvekirin.

Em di hefteya 73’an a kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ carek din diyardikin ku, darvekirin ne ceza ye, cînayet e û ji ber çi dibe bila bibe em biryarên darvekirinê şermezar dikin, li dijî vê pêkanînê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ev darvekirin cînayetên ku bi destê hikumetê hatine kirine. Em yên ku jiyana xwe ji dest dane tu caran jibîr nakin, em ê bêdeng nebin û gav şunde neavêjin.

Ey gelê hişyar û azad! Hûn deng û spartgeha me girtiyan e. Daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî û bidawîkirina cezayên darvekirin, divê civakî bibe.

Ji ber canê girtiyên siyasî û mehkumên darvekirinê di xeteriyê de ye. Rejîm weke berê, ji bo zêdekirina zext û tirsê dibe ku van girtiyan cardin bibe ber sêdarê.”

47 girtîgehên ku beşdarî kampanyayê bûne wiha ne:

Girtîgeha Evîn (qawîşa 4, 8 a jinan), Girtîgeha Ghezalhesar (beşa 3, 4) Girtîgeha Navenda Karaj, Girtîgeha Ferdis Karaj, Girtîgeha Mezin a Tahran, Girtîgeha Varamin Khurin, Girtîgeha Qazvin Chubindar, Girtîgeha Ahar, Girtîgeha Erak, Girtîgeha Khorramabad, Girtîgeha Yasuj, Girtîgeha Asadabad a Esfahan, Girtîgeha Dastgerd a Esfahan, Girtîgeha Ahvaz Sheyban, Girtîgeha Ahvaz Sepidar (qawîşa jin-mêr), Girtîgeha Nizam a Şîraz, Girtîgeha Adelabad a Şîraz (qawîşên jin-mêr), Girtîgeha Fars Firouzabad, Girtîgeha Zahidan (qawîşa jinan), Girtîgeha Borazjan, Girtîgeha Ramhormoz, Girtîgeha Behbahan, Girtîgeha Bam, Girtîgeha Kahnooj, Girtîgeha Tabas, Girtîgeha Meşhed, Girtîgeha Gonbadkavus, Girtîgeha Qaemshahr, Girtîgeha Reşt (qawîşa jin-mêr), Girtîgeha Rudsar, Girtîgeha Talesh Haviq, Girtîgeha Lahijan Azberm, Girtîgeha Dizelabad a Kirmanşan, Girtîgeha Erdebîl, Girtîgeha Tebrîz, Girtîgeha Urmiye, Girtîgeha Selmas, Girtîgeha Hoy, Girtîgeha Nakade, Girtîgeha Miyandoab, Girtîgeha Mahabad, Girtîgeha Bukan, Girtîgeha Sakiz, Girtîgeha Bane, Girtîgeha Merîwan, Girtîgeha Sine û Girtîgeha Kamyaran.