Li Lîbyayê derbarê mafên jinan li cihê kar de çalakiyek hat lidarxisitn

Bi armanca pêşxistina hişiyariyê û hêzdarkirina jinan ji bo parastina mafên wan ji aliyê rêxistina “Tesadaq ji bo Karên Mirovî” ve li bajarê Sebha semînerek hate organîzekirin.

Lîbya – Beşdarên çalakiyê li ser girîngiya pêşxistina hişmendiya qanûnî ji bo jinên karker û pêwistiya zanîna maf û erkên wan di jîngeha kar de li hev kirin û vê yekê wekî rêyek ji bo parastina wan ji îstismar û marjînalîzekirinê û ji bo ku ew bikaribin mafên xwe di nav saziyan de daxwaz bikin, hesibandin.
Duh rêxistina “Tesadaq ji bo Karên Mirovî” li Sebhayê bi beşdarbûna hejmarek rojnamevanên jin, serokên beşan, karmendan û kesên ku bi pirsgirêkên jinan û kar re eleqedar dibin, semînerk hişyarkirinê di bin sernavê “Di Kar de Mafên Jinan: Zehmetî û Derfet” hat li darxistin. Bi armanca zêdekirina hişmendiya qanûnî di nav jinan de li ser mafên wan di jîngeha kar de û balkişandina ser zehmetiyên herî berbiçav ên ku jinên karker di saziyên Lîbyayê de pê re rû bi rû dimînin.
Di vê semînerê de nîqaşek li ser qanûnên ku karê jinan, mafên wan ên kar û betlaneya ku bi qanûnê misoger dike, her wiha li ser çawaniya mijûlbûna bi rewşên awarte û binpêkirin an îstismara ku jin dikarin di jîngeha kar de rastî wan werin, hebû. Di heman demê de girîngiya zanîna qanûnî wekî rêyek ji bo parastina jinan ji îstismar an jî dûrxistinê hat tekez kirin.
Seroka Rêxistina ‘Tesadaq ya ji bo karên Mirovî’ Zeyneb Xemîs, destnîşna kir ku organîzekirina vê semînerê di çarçoveya hişyarkirina jinan de li ser mafên wan ên pîşeyî û qanûnî ye. Zeyneb diyar kir ku ji jinan nayê xwestin ku qanûnan bi tevahî jiber bikin, lê divê ew maf û erkên xwe di cihê kar de bizanibin.  Ne zanîna yasayî gelek jinan dihêle ku rastî îstîsmarê werin an jî mafên wan nayên dîtin. Zeyneb  tekez kir ku rêxistin hewl dide qadeke hişyariyê biafirîne ku alîkariya jinan bike ku mafên xwe yên pîşeyî bi zelalî fam bikin û çandeke daxwaza mafan di çarçoveyên yasayî de pêş bikeve.
Şêwirmenda qanûnî Ezher Ebdulxenî Mihemed, seroka nivîsgeha karûbarên qanûnî di Desteya Plansaziya Bajarî, şaxa Sebha de, rave kir ku di semînerê de mafên jinên karker bi giştî, di nav de betlaneya taybet a jinan û mekanîzmayên ji bo çareserkirina rewşên awarte di cihê kar de, ji bilî rêyên qanûnî yên ku dihêle jin mafên xwe bi dest bixin, hatine nîqaşkirin.
Rojnamevan Rîmas El-Qessam wiha axivî semîner bi taybetî li ser Qanûna Kar a Hejmar 12’an, ku gelek aliyên têkildarî mafên jinên karker vedibêje, rawestiya, ji ber ku ev însiyetîf gaveke girîng e ji bo belavkirina hişmendiyê di nav jinan de, nemaze jinên karker ku di heman demê de berpirsiyariyên malbatî û perwerdehiyê di nav malê de hildigirin. Di semînerê de pirsgirêkên herî berbiçav ên ku jin di jîngehên kar de pê re rû bi rû dimînin, çi bi pirsgirêkên civakî ve girêdayî bin, çi bi jîngeha kar bi xwe, an jî derfetên ji bo pêşveçûn û bilindkirinê ve girêdayî bin, nîqaş hatine kirin, ev çalakî qonaxa yekem di rêze bernameyên hişyariyê de temsîl dikin ku armanc dikin piştgirî û hêzdarkirina jinan ji hêla qanûnî û pîşeyî ve.
Çalakî bi tekez kirina girîngiya berdewamiya bernameyên hişyariyê yên têkildarî mafên jinan li ser kar û pêwistiya pêşvebirina çanda hiqûqî di nav saziyan de, ku dibe alîkar ku jîngeheke xebatê ya dadperwertir û wekhevtir ji bo jinan biafirîne û dihêle ku ew bi bawerî û zanînê bi awayekî profesyonel beşdar bibin, bi dawî bû.