Kalîforniyayê zewaca zarokan qedexe kir
Yasaya nû ya Kalîforniyayê sazûmaniya berê ku rê dida kesên di bin 18 salî de bi razîbûna dê û bavan bizewicin rakir û temenê herî kêm ji bo zewacê û qeydkirina yekîtiya sivîl li eyaletê weke 18 salî hat diyarkirin.
Navenda Nûçeyan – Waliyê Kalîforniyayê, Gavin Newsom, pêşnûmeyasaya ku zewaca kesên di bin 18 salî de li eyaletê qedexe dike îmze kir. Yasa dê di 1’ê Çileya 2027’an de bikeve meriyetê.
Pêşnûmezagon hat îmzekirin
Gavin Newsom roja 30’ê Îlonê, pêşnûmeyasaya hejmar AB 1267 îmze kir. Ev yasa quralên berê yên ku destûr dide zarokên di bin 18 salî de bi razîbûna dê û bavan bizewicin betal dike û ji bo qeydkirina zewac û hevjîniya navmalî li Kalîforniyayê temenê herî kêm wek 18 salî hat diyarkirin.
Walî, dema pêşnûme îmze kir, diyar kir ku gava ji bo parastina zarok û yên balixnebûyî ‘gavek ku diviyabû demek dirêj berê bihata avêtin’ bû. Courtney Stodden ku çalakvanek li dijî zewaca zarokan, kampanyayan li dar dixe jî beşdarî merasîma îmzekirinê bû.
Wekî serkeftin hat binavkirin
Stodden dema ku 16 salî bû bi destûra dê û bavê xwe bi aktorê 50 salî Doug Hutchison re zewicîbû. Piştî hevberdanê, ji bo hişyarkirina li ser encamên zewaca zarokan xebitî û ji bo qedexekirina wê li Dewletên Yekbûyî parêzvanî kir. Piştî ku pêşnûmeyasa hat îmzekirin, Courtney Stodden pejirandina wê li Kalîforniyayê weke serkeftinek ji bo kesên di temenê zarok de zewicîne bi nav kir.
Bi pejirandina vê yasayê re, Kalîforniya tevlî rêza eyaletên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ku bê şert û merc zewaca zarokan qedexe dikin bû. Li gorî nivîsgeha walîtiyê, hejmara eyaletên wiha gihîştiye 17’an. Ji ber vê, hejmara 32 eyaletên ku di hinek raporên li ser rewşa zewaca zarokan li Dewletên Yekbûyî de hatine behskirin, bi rewşa heyî ya piştî yasayên Kalîforniyayê re li hev nayê.
Parêzvanên mafên zarokan hişyarî didin
Parêzvanên mafên zarokan û jinan bi salan e li ser encamên zewaca zarokan, di nav de xetera zorê û destavêtin û zehmetiyên terikandina têkiliyên zirardar, hişyarî dikin. Di dema pêvajoya yasadanînê de li Kalîforniyayê, kesên ku zewaca zarokan jiyane, li ser ezmûnên xwe û astengiyên ku zarokên temenbiçûk dema li alîkariyê digerin an jî hewl didin ji têkiliyên wiha rast hatine derkevin, şahidî kirine.