Jiyana jinên ducanî li Yemenê di bin metirsiyê de ye

Bi raporeke navneteweyî diyar bû ku li deverên di bin kontrola Hûsiyan de birçîbûn bûye gefeke cidî her wiha nêzî milyonek jinên ducanî û yên şîr didin zarokan nikarin xwe bigihîjînin lênêrîna herî bingehîn.

Yemen – Raporeke navneteweyî ya vê dawiyê, krîza birçîbûnê li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de li bakurê Yemenê eşkare dike ku nêzî 3 milyon kes, nîvbirçî ne. Di nav de kêmbûna aborî, şokên avhewayê yên zêde dibin û kêmbûna girîng a alîkariya mirovî jî heye.

Herî zêde jin bi xela û birçîbûnê re rûbirû dimînin

Li gorî analîza herî dawî ya Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC), 2.7 milyon kes li dehan deverên di bin kontrola Hûsiyan de ji kêmxwariniya akût a asta krîtîk dikşînin. Daneyên ku nîşan didin nêzî 400 hezar ji van kesan ji kêmxwariniya akût a giran, 1.3 milyon ji kêmxwariniya akût a normal dikişînin û nêzî milyonek jinên ducanî yan şîr didin zarokan ji xurek û kontrolê bêpar in.

Analîzê krîza heyî bi çend faktoran ve girêdayî ye, bi taybetî bandorên pevçûna berdewam, kêmbûna derfetên kar û şokên avhewayê. Bingeha Hûsiyan weke rêxistineke terorîst a biyanî, digel sînordarkirinên bankayî yên piştre, têkçûna çalakiyên aborî û kêmbûna şandina pereyan her wiha bûne sedema wêrankirina binesaziya girîng û rawestandina alîkariya xwarinê li gelek deveran.

Rawestandina alîkariya xwarinê dê rewşê bixe xeterê

Raporê her wiha hişyarî da ku rawestandina alîkariya xwarinê ya mirovî dikare rewşê bi awayekî ber bi felaketê ve xirabtir bike. Ji ber ku bi qasî 2.85 milyon mirov li van deveran bi tevahî girêdayî vê alîkariyê ne, bi taybetî kesên koçber û malbatên herî xizan ên ku li navçeyên weke Amran, El Cewf, Hecah, El Hudeyde û Maribê tu çavkaniyek dahatê ya alternatîf tune ye ne.

Divê kiryar bên rawestandin

Di analîzê de banga kiryarên lezgîn hat kirin da ku krîz bi riya rawestandina dijminatiyê, kêmkirina aloziyên siyasî li herêmê û ji nûve destpêkirinaalîkariyên xwarinê çareser bibe. Digel piştgirîkirin û berfirehkirina debara jiyanê, baştirkirina jîngeha xebata mirovî, misogerkirina ewlehî û ewlehiya xebatkarên mirovî û lezandina pejirandinên ji bo pêkanîna bernameya mirovî.