Jiyana 80 jinên li girtîgeha Qereçekê di xetereyê de ye

Li gorî agahiyên Malpera Dengê Binçavkiriyan, rewşa nêzî 80 jinên di xwepêşandanên dawî yên li Îranê hatin girtin di xeteriyê de ye. diyar kir ku dosya darizandina wan heta meha Gulanê hatiye paşxistin.

 Navenda Nûçeyan – Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê, têkildarî rewşa jin ên girtî yên li zindana Qerçek agahî parve kir. Li gorî vê agahiyê, nêzîkî 80 jinên ku di xwepêşandanên dawî yên Îranê de hatine girtin, niha li zindana Qerçek tên girtin.

Malperê diyar kir ku Jinên hatine girtin di salonek mezin ji pênc odeyan pêk tê de hatine bicîh kirin. Ji ber Kêmbûna xizmetên bingehîn zextek mezin li ser girtiyan çêkiriye û şert û mercên jiyanê wan dijwartir kiriye.

ji ber hejmara zêde ya di zindanê de û kêmbûna cihê razanê, girtî neçar dimînin ku li erdê razên. Ev rewşa jî tenduristiya girtiyan dixe metirsiyê.

Mlaperê diyar kir ku ev demek dirêj e jinan ji hevdîtin bi malbatên xwe û ragihandê mehrum mane. Ev yek jî bûye cihê fikar zêde bibin, her wiha ji jinên girtî re jî hatiye gotin ku dibe pêvajoya darizandina dozên  heya  Gulana Îsal  were paşxistin.