JINNEWS: Di Tirmehê de 28 jin hatin qetilkirin 25 mirinên bi guman
Li gorî çeteleya meha Tîrmehê ya JINNEWS’ê li Bakurê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê 28 jin û sê zarok hatin qetilkirin û 25 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên ku JINNEWS’ê ji çapemeniyê berhev kirine, li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di meha Tîrmehê de 28 jin û 3 zarok hatine qetilkirin û 25 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Gumanbar yên herî nêz in
8 jin ji aliyê hevjîn, yek ji aliyê xezur, yek ji aliyê bira, 6 heb ji aliyê kesên bi wan re hatine zewican an bi wan re dijîn, jinek ji aliyê kurê xwe, du jin ji aliyê nasên xwe ve, sê jin ji aliyê xizmên xwe ve, sê jin ji aliyê mêrên dest jê berdane, jinek ji aliyê mêrê ku jê veqetyaye, jinek ji aliyê mêrê ku pê re di asta destberdanê de bû ve hat qetilkirin.
Li borî bajaran jinên hatine qetilkirin
Li Stenbolê 5,li Amedê 3,li Amasyayê 1, li Antalyayê 1,li Zonguldakê 1,li Samsunê 1, li Ardahanê 1, Enqereyê 1, Meletiyê 2, li Bartınê 1, li Eskişehîrê 1,li Muglayê 1, li Îzmîrê 1, li Mereşê 1,li Mersînê 3, li Denizliyê 1 , li Edirneyê 1, li Edeneyê 1 û Hatayê jî 1 jin hat qetilkirin.