JINNEWS: Di meha Adarê de 24 jin hatin qetilkirin
Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê di meha Adarê de 24 jin û 4 zarok hatine qetilkirin, 14 jin û zarokekan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, tundiya mêr her diçe zêde dibe. Piştî desthilatdarî ji Peymana Stenbolê vekişiya, daraza mêr bi biryarên xwe gumanbaran diparêze, tundî zêde dibe. Li aliyê din jin 8’ê Adarê li qadan pêşwazî kirin, xwedî li maf û jiyana xwe derdikevin û têkoşînê dihûnin. Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê di meha Adarê de 24 jin û 4 zarok hatine qetilkirin û 14 jin û zarokekan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Kujer kesên herî nêz in
Gumanbarên 5 jinan nêzikatiya bi wan re nayê zanîn. 8 jin ji aliyê mêrên bi wan re zewicî ve, 2 jin ji aliyê mêrên hevberdayî ve, 2 jin ji aliyê mêrên li ber destberdanê, jinek ji aliyê mêrê pê re dijiya, 3 jin ji aliyê mêrên ku berê bi wan re jiyane, 2 jin ji aliyê kesê nas ve û jinek jî ji aliyê bavê xwe ve hatin qetilkirin.
Li gorî bajaran jinên hatine qetilkirin
Li Îzmîrê 2, li Amedê 3, li Aydinê 3, li Kutahyayê 1, li Şirnexê 1, li Samsunê 1, li Agiriyê 1, li Stenbolê 4, li Tekîrdagê 3, li Mêrdînê 1, li Konyayê 1, li Antalyayê 1, li Mersînê 1, li Karamanê 1, li Çorumê jî 1 hatin qetilkirin.