Jinên Taîzê 8’ê Adarê bi pêşengeheke jinan pîroz kir

Yekîtiya Jinên Yemenê li Taîzê bi beşdariyeke berfireh ji karsaz û mêvanên jin ên ku berhemên cûrbecûr pêşkêş kirin, bi armanca pêşvebirina bihêzkirina aborî ya jinan, pêşangeheke jinan li dar xist da ku 50 projeyên jinan nîşan bide.

RANÎA EBDULLAH

Yemen – Bi boneya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, jinan bi hevkariya Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Jinên Yemenê, li Taîzê pêşangehek jinan li dar xist da ku berhem û hunerên destan ên jinan nîşan bidin. Pêşangeh du rojên 8 û 9’ê Adarê de vekirî ma û armanca wê, destekdayîna ji bo  bihêzkirina aborî ya jinan bû. Ev yek bi ronîkirina 50 projeyên cihêreng ên jinan pêk hat.
Her wiha pêşengehê ji bilî îhtîmala kirîna van berheman ku bi kalîte û bihayên xwe yên guncav ji bo şert û mercên gelek malbatên Yemenî têne cudakirin, derfet da mêvanan ku hunerên destan ên ku jinan bi jêhatîbûnek bilind afirandine bibînin.

Pêşangehê qadeke înteraktîf pêk anî ku jinên beşdar û mêvan anî cem hev. Li vir wan ezmûn û ramanên xwe li ser projeyên biçûk û hunerên destan parve kirin, ku ev yek beşdarî pêşxistina çandeke piştgiriya berhemên herêmî û teşwîqkirina înîsiyatîfên jinan bû. Ev cure çalakî alîkarî dike ku şiyanên hilberîner ên jinan werin ronîkirin û asoyên nû ji bo bazarkirina berhemên wan bên vekirin.  

Vekirina bazarên herêmî

Seroka Yekîtiya Jinên Yemenê Sebah Racih got ku bi taybetî di bin ronahiya şert û mercên aborî yên dijwar ên ku welat tê re derbas dibe de, ew van pêşangehan wek derfetek girîng dibînin da ku projeyên jinan nîşan bidin û berhemên wan bidin nasîn. Sebah Racih tekez kir ku teşwîqkirina jinan ji bo xebat û hilberînê rasterast beşdarî piştgiriya malbatan û baştirkirina şert û mercên jiyana wan dibe.

Sebah Racih destnîşan kir ku jinên karsaz bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û wiha got: “Bi taybetî nebûna bazarên herêmî ku destûrê bidin wan ku berhemên xwe nîşan bidin, ji bilî daxwaza qels a ji bo berhemên herêmî, ku ji bo zêdekirina hebûna jinan di bazara kar de û bihêzkirina wan ji hêla aborî ve piştgirîyek bêtir hewce dike. Ez bang li rayedarên peywendîdar dikim, bila destek bidin van însiyatîfan û bazarên herêmî vekin ku beşdarî teşwîqkirina jinan dibin da ku projeyên xwe bidomînin û aboriya herêmî baştir bikin.”

‘Jinên Yemenî dikarin bixebitin’

Yek ji mêvanên pêşangehê Eya Mehmûd got ku 8’ê Adarê ji bo piştrastkirina şiyana jinan ji bo rûbirûbûna bi dijwariyan û îspatkirina hebûna xwe di warên cûrbecûr de tê û wiha axivî: “Ev pêşangeha ku li Taîzê tê lidarxistin, ji civakê re nîşan dide ku jinên Yemenî dikarin bixebitin, hilberînin û ji bo xwe û malbatên xwe jiyanek baş peyda bikin. Tevî zehmetiyan, jin ji bo bidestxistina armancên xwe xurt û bi biryar dimînin.”
Proje serxwebûna aborî ya jinan pêk tînin
Xwediya yek ji projeyên di pêşangehê de Şîfa Mihemed rave kir ku beşdarbûna wê armanc dike ku hunerên destan ên wê nîşan bide û projeya xwe ji bo hejmareke mezin ji mêvanan bide nasîn. Şîfa Mihemed da zanîn ku armanca wê her jinek ku dixwaze xewna xwe bi dest bixe, di nav xwe de digre û wiha got: “Ev proje, gaveke bingehîn ê ber bi zêdekirina serxwebûna aborî ya jinan ve pêk tînin.”

Piştevaniya jinan a di warê aborî de

Ji tîma organîzekirina pêşangehê Atlal Racih piştrast kir ku lidarxistina çalakiyên bi vî rengî armanc dike ku bihêzkirina aborî ya jinan pêşve bibe û girîngiya piştgiriya jinan ji hêla aborî ve wekî yek ji rêbazên sereke yên kêmkirina cudakarî û şîdeta li ser bingeha zayendî destnîşan bike. Atlal Racih destnîşan kir ku pêşangeh wek beşek ji çalakiyên pîrozkirina Roja Jinan a Cîhanê hatiye.

Pirrengî û jêhatîbûn

Xwediya yek ji projeyan Selwa Ebdo kêfxweşiya xwe ya ji ber beşdarbûnê anî ziman û tekez kir ku Roja Jinan a Cîhanê fersendeke girîng e ji bo teşwîqkirina jinan ku perwerdehî, kar û bi bawerî bikevin bazara kar. Selwa Ebdo wiha got: “Jinên li Yemenê xwedî jêhatîbûneke berfireh û projeyên serkeftî ne, lê dîsa jî hewceyê piştgirî, kirîger û dabînkirina çavkaniyên pêwîst in. Xwedîbûna projeyek taybet jinan hêzdar dike ku xwe bi xwe bawer bin, baweriya wan zêde dike û hestek serkeftin û serxwebûnê dide wan.”

Beşdarbûna çalak a di civakê de

Arwa Ebdo Saeed jî bawer dike ku ev pêşangeh alîkariya teşwîqkirina jinan dikin ku afirîner û nûjen bin û giyanê pêşbaziya erênî di navbera wan de zêde dikin. Arwa Saeed wiha got: “Serkeftina jinê ne tenê li ser wê xuya dike, her wiha bandora wê dighîje malbat û civaka wê jî. Jin ne tenê nîvê civakê ne, di heman demê de bingeha avakirina nifşan û şekildana pêşeroja civakê jî temsîl dikin.”

Derfeteke baş ji bo jinan e ku bixebitin

Yek ji mêvanên pêşangehê Sara El-Axdar kêfxweşiya xwe ji ber cûrbecûr projeyên beşdar anî ziman û destnîşan kir ku gelek jin berpirsyariya xwedîderketina xwe û malbatên xwe hildigirin ser xwe, bi taybetî di rewşên hevberdanê û windakirina debara malbatê de. Ev yek ji bo jinan girîng dike ku zû dest bi pêşxistina jêhatiyên xwe û avakirina projeyên xwe bikin. Sara El-Axdar da zanîn ku derfeta xebatê ji bo jinan îro ji ya berê guncavtir e û wiha got: “Jinên ku dikevin nav hêza kar, berê bi sînorkirinên civakî yên girîng re rû bi rû bûn, lê îro jinan şiyana xwe ya xebatê îspat kirine û bi awayekî çalak beşdarî avakirina civakê dibin.”