Bijartina Mocteba Xamaneyî dê rejîmê rizgar bike?
Li Îranê îlankirina Rêberê nû Mocteba Xamaneyî, nîqaşên rêberiya bi rêya mîras û têkoşîna hêzê ya ji bo desthilatê, dîsa anî rojevê.
Navenda Nûçeyan – Kuştina Elî Xamaneyî ya di êrîşên Îsraîl-DYE de û valatiya hêzê ya di nava Komara Îslama Îranê de derketî holê, wisa kir ku di şertên şer ên heyî de, diyarkirina rêberê nû, di rejîmê de bû yek ji pirgsirêka herî girîng.
Meclîsa Pisporan a Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku Mocteba Xamaneyî li cihê bavê xwe Elî Xamaneyî wek rêberê nû yê Komara Îslama Îranê hatiye hilbijartin.
Bi zagonan re nakok e
Diyarkirina Mocteba Xamaneyî wek Rêber, li Îranê hilbijartina rêber a bi rêya mîrasê, ji ber ev nîqaş bi salan e dom dike disa bal kişand. Ev rewş rexneyên ku dibêje ‘Meclîsa pisporan bi zagonan re nakok e’ bi xwere anî.
Di rojên beriya ku şerê di navbera Îsraîl û Îranê de destpê bike, piştî mirina Elî Xamaneyî ji bo rêberiyê navên cûda hatibû rojevê. Li gorî van raporan, Elî Xamaneyî diyar dikir ku kurê wî Mocteba Xamaneyî ku ev demek dirêj bû di nava Rêveberiya Îranê de wek ‘hêza pişt perdeyê’ dihat zanîn, dixwaze bikeve cihê wî. Her wiha navê Hesen Ruhanî, Sadiq Laricanî û Muhsinî Ejei jî desteka Elî Xamaneyî qezenc kiribû û di salên dawî de li derdora desthilatê cih digrtin hatin destnîşankirin. Lê belê di daxuyaniyê ku şevê din hatin weşandin de, bi taybet danezana Meclîsa Pisporan a Îranê, dem dem bal kişand ser rola Mocateba Xamaneyî ya di yekîtiya di nava rejîmê de.
Qelş mezin dibe
Li gorî analîzên siyasî, ev rewş nîşan dide ku piştî mirina Xamaneyî, têkoşîna hêzê ya di nava desthilatê de û qelişîn, kûr bûye. Hate diyarkirin ku Meclîsa Pisporan, hedef dikin ku anîna Mocteba Xamaneyî li cihê bavê wî, bi taybetî şertên şer û rekabeta di nava hêzên cûda de dê kêm bike. Hate îfadekirin ku ev qelişîn, piştî mirina Haşimî Rafsancanî ku wek namzetê herî bi hêz ji bo Rêberiya li Îranê ye, her kû çû mezin bû.
Peyama Mocteba Xamaneyî
Li gorî hinek analîstan, anîna Mocteba Xamaneyî ya rêberiyê, di asta peyama ji bo derdorên alîgirên tundrewî yên di nava Îranê de bû. Ev derdor, polîtîkayên Elî Xamaneyî diparêzin û li gel DYE û Îsraîlê li dijî lihevkirinê derdikevin. Nirxandinên ku şerê niha yê di navbera Îsraîl û Îranê de, encamên van polîtîkayan e hene. Elî Xamaneyî di axaftinên de hertim balê kişandibû ser vê xetê.
Li aliyê din, medyaya DYE û Îsraîlê jî, cihek berfireh da biryaya rêberê nû yê li Îranê. Îsraîlê berê ragihandibû ku navên ku bikevin cihê Elî Xamaneyî, dê bibin hedefa êrîşan. Serokê DYE Donald Trump jî gotibû: “Divê erêkirina DYE’ê were girtin, berovajî wê demdirêj li ser kar namîne.” Trump di daxuyaniya xwe ya yekem a derbarê diyarkirina Mocteba Xamaneyî wek rêberê nû de got: “Emê bibînin dê çi bibe.”
Li gel hatina Mocteba Xamaneyî li cihê bavê xwe, gelek pirs hatin rojevê. Li Îranê bi rêya mîrasê dewrkirina rêberiyê dê rejîmê rizgar bike? Wê ev biryar rekabeta di nava desthilatê de û qelişînê kêm bike? Û ya herî girîng, wê rêberê nû bi DYE û Îsraîlê re rêya lihevkirinê bibjêre û şer bi dawî bike?