'Jinên Sûrî yên di karûbarên giştî de dixebitin bi gefan re rûbirû ne'

Parêzer û siyasetmedara Sûrî Dîma Mûsa bal kişand ser zehemtiyên ku jinên kar dikin pê re rû bi rû tên û got: "Jinên di karûbarên giştî de dixebitin bi gefan re rûbirû ne."

LEMÎS NASÊR

Şam – Piştî hilweşîna rêjîma Baas di 8'ê Kanûna 2024'an ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ve ket pêvajoyek krîtîk û nîqaşên li ser ji nû ve avakirina dewlet û saziyên wê dest pêkir. Jinên Sûrî yên ku di karûbarên civakî û siyasî de dixebitin, bi zêdebûneke xeternak a gotinên nefretê yên li dijî wan re rûbirû dimînin.

'Êrîşên ser çalakvanên jin bi dawî nebûne tenê hatine guhartin'

Parêzer û siyasetmedar Dîma Mûsa ku berê endamek opozîsyona Sûriyeyê bû, şahidiyek samîmî da û asta zext û îstîsmarê ku jin di vê pêvajoyê de re rûbirû dimînin eşkare kir û got: "Tiştê ku îro li Sûriyeyê diqewimin ne nû ye. Êrîşên ser çalakvanên jin ên mafên mirovan bi dawî nebûye, tenê amûrên wê hatine guhartin û qadên wan berfireh bûne. Em jinên ku beşdarî xebatên siyasî bûne, bi taybet jinên ku xwe wek femînîst pênase dikin, her rastê êrîşan hatine. Ev êrîş jî li ser bingeha têgînên civakî yên bi rûmet û xuyangê ve girêdayî ye da ku me ji vê qadê derxin."

'Ji ber ku jin bû rastê rexneyan hat'

Dîma Mûsa bal kişand ser mînakek rastîn a vê dawiyê, ku tê de jinek ji Suwêdayê piştî ku parêzgarê bajêr hate tayînkirin, rastî êrîşeke dijwar hat. Dîma wiha got: “Eger zilamek bi walî re rûbirû bibûya, gelo ew jî rastî heman êrîşan dihat? Bê guman na û wekî qehremanek bihata dîtin. Lê ji ber ku parêzger jin bû, ji ber gotinên têkildarî zayenda wê rexne lê hat kirin."

'Jinên di karûbarên giştî de bi gefan re rûbirû ne'

Parêzer û siyasetmedar Dîma Mûsa destnîşan kir ku îlankirina destûra dawî bendên têkildarî jinan û rola wan di civakê de dihewîne, lê zimanek tê de tune ye ku jinan ji şîdeta psîkolojîk a berbelav û gefên sîber biparêze. Dîma Mûsa hişyarî da ku amûrên heyî yên teşwîqkirin û seferberiyê dikarin rasterast gefê li jiyana jinên ku di karûbarên giştî de dixebitin bikin heya ku bi hêza qanûn û civakê neyên çareserkirin."