Jinên Salas Babacanî ji xizmetên tendirustiyê bêpar in

Di pêvajoyek ku xizmetên pêşketî yên tibî li hin bajarên welat belav bûne de, jinên ku hê li herêmên sînor ên wek Salas Babacanî dijîn ji xizmetên tendirustiyê bêpar in.

SOMA KEREMÎ
Salas Babacanî- Salas Babacanî, yek ji 14 bajarên girêdayî Kirmanşahê ye. Di serdemek ku gelek nexweşxane xizmetên tenduristiyê yên baş pêşkêş dikin de, herêmên xizan hê jî pirsgirêkên wekî kêmbûna amûr, derman û karmendên taybet ên tenduristiyê dijîn. Bi taybetî newekheviya di aliyê belavkirina bijîşkên jin de, bandorek mezin a neyînî li tenduristiya jinên li herêmên gundewar dike.

Amûrên teşhîsa pençeşêra çiçikan kêm in

Bêpariya xizmetên bingehîn ên tenduristiyê; dibe sedema zêdebûna nexweşiyên sitewrî, enfeksiyon, pirsgirekên tenduristî yên zayendî û mirina dayîk û pitîkan. Ji pirsgirekên derveyî ducaniyê wêdetir, belavbûna zêde ya pençeşêra çiçikan jî, gef li tenduristiya jinan dixwe. Her çiqas di civakê de bê bawerkirin ku ev nexweşî di jinên ji 30 salî mezintir de derdikeve jî, li gorî raporan di temenê 20 salî de jî derdikeve. Dîsa jî, ji bo jinên gund xwegihandina cîhazên kontrolkirin û teşhîsê pir sînordar e.
WHO: Nayê qebûlkirin

Lê belê, piraniya mirinên girêdayî ducaniyê dikarin bên astengkirin. Sedemên xwînjêçûn, zexta bilind û enfeksiyonê, dikarin bi xizmetên bingehîn a tenduristî û perwerdeyê bên kontrolkirin. Rêxistina Tenduristiya Cîhanê, mirinên bivî awayî wekî “nayê qebûlkirin” pênase kiriye û destnîşan kiriye ku divê demildest ev newekhevî ¨bidawî bibe.

Kurd ji xizmetên tenduristiyê bêpar in
Tevî pêşketinên navnetewî yên di qada tenduristiyê de jî, herêmên sînor ên Kurdistanê û ¨bajarên wek Salas Babacanî, Rawanser û Ciwanroyê, ji xizmetên tenduristiyê yên têrkêr bêpar in. Kêmasiyên binesazî, kêmbûna bijîşk û dûrbûna navendên tenduristiyê, bi taybetî di demên qeyranê de jiyana gelê herêmê dike xeteriyek mezin.

Ji 40 hezar kesan re tenê nexweşxaneyek konteynir

Li navçeya Salas Babacanî ya ku nifûsa wê nêzî 40 hezar e, tenê nexweşxaneyek konteynir heye û ev yek pêdiviyan dabîn nake. Erdheja 2017’an binesazî hilweşandiye û pêvajoya ji nû ve avakirinê hêdî û kêm e. Kêmasiya xizmetên pisporî yên di qada zarokanînê de, jinên ducanî bi gefên cidî re rûbirû dihêle û jinan neçar dike ku bi çûyîna rêyên dirêj li xizmetên tenduristiyê bigerin. Avakirina navendek tenduristiyê ya baş û pêşkêşkirina xizmetên pisporî yên ji bo jinan, ji bo vê herêmê bûye daxwazek lezgîn û jiyanî.

Rêyên bê ewlehî
Jinên ducanî yên li Salas Babacanî, nêçar dimînin ji bo testên pêwîst û ultrasonê bi rêwîtiyek xeter û giran berê xwe bidin Ciwanro an jî Kirmanşahê. Di rêyên vê herêma çiyayî û bi vîraj de, lewheyên hişyarkirinê û şerîtên ewlehiyê tunene; bi taybetî di demsalên sar de ev rê pir xeter in. Dihat payîn ku tunela Taher a Reş vê xeteriyê kêm bike, lê hê ji bo xizmetê nevebûye. Nebûna wesayîtên bi ewle û hebûna lêçûnên zêde, dibe sedem ku hinek jin di pêvajoya ducaniyê de kontrolên xwe nekin û ev yek jî gef li tenduristiya dayîk û ¨bebekan dike. Ev rêya 145 kîlometre, mîna yek ji rêyên herî xirab ên bajarê Kirmanşahê tê qebûlkirin.

Di odeyek metal de zarok tînin dinê

Zehra Bahramî ya 22 salî ya ji Salas Babacanî ye, wek jinek ciwan tecrûbeya xwe ya ducanî ya di nava xizaniyê de bi van gotinan vedibêje: “Tevî ku nifûsa vê navçeyê zêde ye jî, nexweşxaneyek jî tuneye. Tenê navendek biçûk a tenduristiyê heye û welidîn di odeyek metal de çêdibe. Ji roja ewil a ducaniya min vir ve, vê hawirdorê hesta fikar û xeniqînê ava kir.”

Ji bo jiyana xwe û zarokên xwe 140 kîlometre rê diçin

Zehra Bahramî got ku ji bo test û ultrasonan berê didin Ciwanro û Kirmanşahê, lê gelek jin nikarin van lêçûnan pêk bînin. Nebûna bijîşka pispor, kêmasiyek cidî ye. Li vir bijîşkek pispor jî tuneye. Welidîn ji bo jinan veguherî tirsek.” Zehra diyar kir tenê beşek biçûk a jinan li odaya metal diwelide, hinek jin tevî tirs, lêçûnên zêde jî ji bo jiyana xwe û zarokên xwe rêya 140 kîlometreyî diçin.

‘Min zaroka xwe di xizaniyê de anî û wisa jî winda kir’

Şîrîn Muhammedî ya ji Salas Babacanî ye, êşa windakirina zaroka xwe ya 3 salî ya ji ber tayê bilind vedibêje. Dema rewşa zaroka min giran bû, bi lezginî sewqî Kirmanşahê hat kirin. Zarok li ser milê dayîka xwe bû, di rê de laşê wê av kom kir û di nava êşên zêde de ber bi Kirmanşahê ve çû; lê dema gihîştin nexweşxanê, ji bo her tiştî dereng bû. Piştî komaya 6 rojan, zarok jiyana xwe ji dest da.

‘Babacanî cîhekî hatiye jibîrkirin e’

Şîrîn, gazinan li rayedaran dike û hestên xwe bi rondikan wiha vedibêje: “Min keça xwe di odeyek metal de anî dinyayê û bi heman xizaniyê winda kir. Gelo ez ê ji kî hesab bipirsim? Ji bijîşkan, an jî rayedarên bê eleqe? Salas Babacanî cîhekî hatiye jibîrkirin e. Qîrîna van mirovan nayê bihîstin.”