Jinên Rojhilatê Kurdistanê: Şewitandina çekan destpêka jiyanek azad e
Du jinên çalak ên Rojhilatê Kurdistanê Sîmîn Yazdanî û Sarveh Abdî, anîn ziman ku çek şewitandina gerîlayên PKK’ê nîşaneyek gihîştina têkoşînê û destpêka jiyanek azad e.

SANA REZAEI
Sine – Li ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir, PKK’ê 12’emîn Kongreya xwe kom kir. Di çarçoveya biryarên kongreyê de û li ser banga nû ya bi dîmen a Abdullah Ocalan ku di 9’ê Tirmehê de hat weşandin, di 11’ê Tirmehê de Koma Aştî Civaka Demokratîk a gerîlayên PKK’ê çekên xwe şewitandin. Biryara bêçekbûnê ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), rûdanên curbecur bi xwe re anî. Hinek vê pêşketinê mîna gavek wêrek û pêşverû yê di xwegihandina aştiyê de nirxandin û hinek jî, çekan wekî sembola hêza tevgerê û jiholêrakirina çekan wek nîşaneyek dawiya rê dibînin.
Di nav van nêrînên nakok de, em ji bo nêrînên jinan bigrin, bi çend jinên Rojhilatê Kurdistanê re axivîn.
Felsefeya Ocalan û hêza jinan; Li Rojhilatê Kurdistanê reya guhertinê
Sîmîn Yazdanî ya ji Rojhilatê Kurdistanê ye, bawer dike ku ev biryar ne tenê nîşaneya xwesteka aştiyê ye, di heman demê de fikrekî ku beriya salan ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêş kirin e. Yazdanî, di axaftina xwe de wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji destpêkê ve nîşan daye ku yekane armanca wî aştî ye û ger şerek hebe jî ew tenê bi armanca parastinê ye. Min beriya niha ji jinbûnê nefret dikir, ji ber ku min jinbûyîn wek nîşanel qelsiyê didît. Lê piştre min bi fikir û felsefeya Ocalan fêm kir ku jinbûn ne qelsbûyîn e, çavkaniyek hêzê ye.”
‘Heta ku jin azad nebe, civak azad nabe’
Sîmîn Yazdanî, da zanîn ku di malbatek çîna navîn de mezin bûye û axaftina xwe wiha domand: “Biryarên girîng ên jiyana min, yên wek ji perwerdehiyê bigre heta cil û bergan û biryara zewacê, ji aliyê bavê min û mêrên malbata min ve dihat girtin. Gelek jinên li gundan û taxa li goşeyê bajêr hin jî di vê rewşê de ne. Lê dema ez li zanîngehê bûn, min Ocalan nas kir. Hevoka ku min cara ewil ji wî xwend ev bû; “Heta ku jin azad nebe, civak azad nabe.” Ev hevok di tarîtiya hişê min de mîna ronahiyek bû; hemû pênaseyên biçûkxistinê ya jinê diavêt aliyekî. Min fêm kir ku ez ne qelsim, tenê çav û guhên min girtî ne.”
‘Gelek jin bi fikr û felsefeya Ocalan dijîn’
Sîmîn Yazdanî, balkişand ser bandora kûr a ramanên Abdullah Ocalan ya li ser jiyana xwe û wiha axivî: “Min bi naskirina îdeolojiya wî, ji nû ve dest bi jiyana xwe kir. Dibe ku gelek jin Abdullah Ocalan nasnekin, lê bi felsefeya wî re jiyan kirin. Ev serkeftin e. Armanc ne şer, aştî ye. Me ji bo aştiyê şer kir, şehîd bûn û hatin girtin, lê tucaran şerkirin nebû xwesteka me. Îro li şûna domandina şer, hembêzkirina aştiyê, nîşaneya gihîştin û hişmendiyê ye.”
Sîmîn Yazdanî, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di gotin û kiryarên Ocalan û şopînerên wî de tundî nîne û wiha got: “Baweriyên wan rêz dide mirov, ajal û xwezayê. Wan ji bo desthilatdariyê şer nekirin û ewê nekin jî. Ger aliyê din ji bo aştiyê gavek bavêje, wê bertekên wan bi awayekî baş bê pêşwazîkirin; ew jî mantiq û mirovatiya tevgerê nîşan dide."
‘Fedakarî û wêrekî ye’
Sîmîn Yazdanî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ez tucaran ji biryara bêçekbûnê ya PKK’ê acis nebûm; berovajî vê ez ji wêrektiya wan a ji bo guhertina rotayê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî pir kêfxweş im. Ev biryar ji ber fedakarî û wêrekiya ku di dîrokê de kêm caran tê dîtin, hêjayî pesindayînê ye. Di heman demê de ev wêrektî ji bo jinan bû sedema xwe îfadekirin, naskirina hêza jinan, li dijî zextê seknandin û berxwedana li dijî kevneşopiyên paşverû da. Ez vê çalakiyê pîroz dikim; ji ber ku di rêya xwe gihandina armancên ku bi salan şer dikin de guhertinek taktîkî ye. Ez vê guhertinê ne wekî teslîmbûn, wekî nîşanek hişmendî û wêrekiyê dibînim. Ez jî ji jinek mehkûm, veguherim jinek serbixwe û ev veguhertin bi saya fikrek li ser bingeha aştiyê pêk hat. Ez bawer dikim ku divê dayîkên ku zarokên xwe di riyê de winda kirine jî bi vê gavê serbilind bin. Di dawiyê de ez dixwazim bêjim ku em jiyana xwe bi hemû jinan re bi awayekî azad bijîn.”
‘Divê em bi fikir, siyaset, pênûs û aqlê xwe li dijî dijmin têbikoşîn’
Sarveh Abdî ya ji Marianê jî nêrînên xwe wiha anî ziman: "Ez ne li dijî şer im, ji ber ku jiyana me tijî şer e. Divê gava pêwîst be em çekan hilbigrin, lê divê têkoşîna me ne tenê çekdarî be; divê em li fikir, siyaset, pênûs û aqlê xwe li dijî dijmin têbikoşîn. Dema ku êdî çek bibandor nebin, divê em li gorî şert û mercan berê xwe bidin rêbazên din. Ji bo vê biryarê baweriya me mezin e.”
‘Pêdiviya me bi jinên zana û berxwedêr heye’
Sarveh Abdî, balkişand ser tecrûbeyên xwe û got: “Ez wek jinek ku li Îranê ne tenê wek zayenda duyemîn, di heman demê de wek zayenda dawî tê qebûlkirin, pir baş dizanim ku jin ji kêliya ku ji dayîk dibin ve wek şerker ji dayîk dibin. Pêdiviya me bi jinên zana û berxwedêr, jinên ku teslîmî şert û mercan nabin û şert û mercan bi xwe diafirînin heye.”
Sarveh Abdî, der barê biryara PKK’ê de anî ziman ku biryar ji bo jinan bûye dersek mezin û wiha pê de çû: “Dema pêwîst bû bi çekan şer kirin û niha bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha kirin. Em vê yekê wêrek û bi rûmet dibînin. Ez hêvî dikim ku hemû jinên cîhanê vê birayarê mînak bigrin û çawa ku ji bo azadiyê şer kirin, ji bo aştî û dostaniyê jî wêrektiya têkoşînê nîşan da.”
‘Em li dijî şer in û nirx didin mirovahî û jiyanê’
Sarveh Abdî, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku jinan ji bingeha felsefeya Abdullah Ocalan, wêrekiya jinbûnê dîtine û wiha got: “Ji bingeha vê felsefeyê, noqteya herî girîng ya azadiyê ava bû û belavî hemû cîhanê bû. Em baweriya xwe bi aştiyê tînin û ji bo aştiyê têdikoşin. Em li dijî şer in û nirx didin mirovahî û jiyanê."