Jinên pêkhateyên Sûriyeyê: Me xwe di ‘Şoreşa Rojava’ de dît
Jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, diyar kirin ku bi avabûna Şoreşa Rojava re azadî, wekhevî, nasname û mafên hemû jinan ketin bin temînatê, bûn mînak ji tevahiya jinên cîhanê re.

ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wek ‘şoreşa jinan’ tê naskirin. Jinên Kurd, Ereb û Suryan bi hev re tevî cudahiya ziman, çand, huner û olên xwe jî di nava şoreşê de berxwedana xwe domandin. Ji bo tunekirina hişmendiya baviksalar a ku azadî û mafên wan sînordar kiribû, têkoşîneke mezin meşandin û hê jî didomînin. Jinan di tevahiya şoreşê de rola xwe ya di pêkanîna jiyana hevbeş de diyar kirin, sîstema hevserokatiyê di hemû saziyan de ava kirin û di aliyê leşkerî de terora herî xetertirîn a DAIŞ‘ê, tune kirin.
Jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan têkildarî rola jinan di şoreşa Rojava de ji ajansa me re axivîn.
‘Têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hemû cîhanê re bû mînak ’
Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Sureya Mustefa li ser rola jinên Kurd a di Şoreşa Rojava de got: “Mijareke pir girîng e rola jinan a di hundirê şoreşê de. Bi taybetî jinên Kurd ku bi salan bindestî û zehmetî kişandin, bi avakirina şoreşa Rojava re bûn pêşeng û serkêşiya şoreşê kirin. Di dîrokê de xwe îsbat kirin û civakê bi rê ve birin. Di vê şoreşê de deng û rengê jinan heye û têkoşîneke mezin di hemû aliyan de dimeşînin. Hêzeke leşkerî weke YPJ’ê ava kirin û di qadên siyasî de siyaseteke rast meşandin. Wekhevî di hundirê civakê de hat meşandin, jin û mêr bi hev re xebitîn û bi hev re pêşengiyê ji gelê xwe re kirin. Ji bo wê jî gelek destkeftî bi dest xistin di avakirina komîn, meclîs, tevgerên jinan û hwd. Têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû mînakek ji hemû cîhanê re. Bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ êdî hewl didin vê dirûşmê bikin felsefe û di jiyana xwe de pêk bînin. Me dît şoreşa ku li Îranê jinan dest pê kiriye, bûye mînak. Ev şoreş nîşan dide ku jin çawa dikarin bi şoreşê rabin û hêza xwe kom bikin di vê demê de jin bingeha her tiştî ne.”
‘Jinên Kurd Ereb û Suryan mil bi mil kar û xebat meşandin’
Li aliyê din endama Yekîtiya Jinên Suryan Sebah Şabo salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û behsa rola jinên Suryan bi jinên Kurd û Ereb di şoreşa Rojava de kir û wiha berdewam kir: “Salvegera Şoreşa Rojava ya ku di 19’ê Tîrmehê de bi pêşengiya jinan li bajarê Kobanê hat destpêkirin ez li tevahî jinan pîroz dikim. Şoreşa Rojava şoreşa serkeftinê ye ji bo me jinên Suryan. Ji ber ku jin xwedî li vê şoreşê derketin û gelek destkeftiyan di şoreşê de bi dest xistin. Jinan di her aliyê civakê de xwe bi pêş xistin xwe ji hişmendiya baviksalar a ku azadî û mafên jinan sînordar kiribû xilas kirin. Yek ji destkeftiyên ku di şoreşa Rojava de hat bidestxistin, avakirina Rêveberiya Xweser bû, sîstema hevserokatiyê tê de hat meşandin. Bi saya jinên Kurd, jinên Suryan jî xwe di şoreşê de îsbat kirin û di nava civakê de rola xwe lîstin, mil bi mil bi hev re kar û xebat dan meşandin. Em weke jinên Suryan dibêjin bi jinên Kurd û Ereb re em ê mil bi mil bi hev re kar û xebatê bimeşînin, heta azadiya hemû jinan misoger bikin û di destûra Sûriyeyê ya nû de mafên jinan were mîsogerkirin.”
‘Armanca me avakirina civakek demokratîk û wekhev e’
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma El-Casim bal kişand ser rewşa jinan a beriya Şoreşa Rojava û çawa bi avakirina şoreşê re jin dikaribûne roleke girîng bilîzin, pêşengî bikin û wiha bi dawî kir: “Jin beriya ku şoreşa Rojava dest pê bike ji mafên xwe yên rawa hatibûn bêparkirin lê bi avakirina Şoreşa Rojava re jinên Kurd bûn pêşeng ji bo azadiya mafên jinan û avakirina civakeke demokrart kar û xebat meşandin. Li kêleka wê jî jinên Ereb bi wan re gav bi gav têkoşiyan. Jinên Ereb cihê xwe di hemû qadan de girtin, di qadên lêşkerî de di çeperên şer de bi jinên Kurd re şer kirin û terora DAIŞ’ê têk birin. Em dibînin ku di hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de jinên Ereb bi hevkarên xwe yên Kurd û Suryan re kar dikin û ji bo heman armanc û felsefeyê xebatê dimeşînin. Armanca me ew e ku em civakeke demokratîk û wekhev bidin avakirin ku mafên hemû pêkhateyan tê de hebin.”