Jinên Mexribî piştî girtîgehê bi demxekirinê re rûbirû dimînin
Tevî ku rêjeya jinên Mexribî yên girtî kêm jî êşa wan a piştî serbestberdanê nîşan dide ku ew bi demxekirina civakî û nêrîna zihniyeta serdest re rûbirû dimînin.

HENAN HERÎT
Mexrib – Li Mexribê êşa jinan piştî derketina ji girtîgehê bi dawî nabe. Azadiya zagonî têrê nake ku sînorkirinên derûnî û civakî ji holê rabin. Girtiyên jin ên berê bi dadgeheke civakî re ku bi bêdengî û pêşdaraziyan wan dadgeh dike, rûbirû dimînin. Ev rastî jî serbestkirina jinan dike destpêka şerekî din, şerekî ku ji ceza dijwartir e.
Li gorî amarên fermî yên ku ji hêla Şandeya Giştî ya ji bo Rêveberiya Girtîgehan û Ji Nûve Entegrasyonê ve hatine weşandin, hejmara girtiyên jin li Mexribê di sala 2024'an de nêzî hezar û 816 kesan e ku ji wan hezar û 574 di girtîgehê de bûn. Ev jî nêzî ji sedî 2,5 ji nifûsa girtîgehan temsîl dike. Jin salane nêzî ji sedî 4 girtiyên nû pêk tînin.
Ceza di nava dîwarên zindanê de bi dawî nabe
Di nav van hejmaran de, çîroka Meryem Mihemed ku navê wê ne rast e derdikeve pêş. Ew jinek di şêst saliya xwe de ye û dayîka sê zarokan e û li Dar El-Baydaa dijî. Ew sê sal berê ji ber ku çekek xirab derxistiye, hatibû girtin. Meriyem Mihemed dibêje ku wê niyeta sextekariyê nekiriye, lê krîzeke darayî ya giran dijî ku wê neçar kiriye çekê bi kar bîne. Piştî çend mehan di zîndanê de, derket holê ku cezayê wê bi dîwarên zindanê bi dawî nabe. Çavên cîranên wê, gotinên xizmên wê û qutbûna têkiliyên wê yên civakî jiyana wê ji hucreya zindanê dijwartir kir. Meriyem Mihemed demek kurt di girtîgehê de ma lê bandorên wê heta niha ser kesayetên wê hene.
Meriyem Mihemed da zanîn ku tenê cezakirinê dê bi zîndanê re dawî bibe û wiha axivî: "Lê min kişifkir ku darizandin piştî zîndanê dest pê dike. Civak ji bîr nake û bi nêrînên demxekirinê li min dinêrin. Ez tenê dixwazim civak bi rêzdarî bi min re tevbigerin."
Demxekirina civakê ya li ser jinan
Wahîba Arş ku li Komeleya Halqa-Wasl-Girtîgeh-Civakê berpirsiyara pêşwazîkirin û guhdarîkirina girtiyên jin e, tekez kir ku cezayê rastîn ji bo gelek girtiyên jin piştî serbestberdana wan dest pê dike û wiha got: "Jin ne tenê bi bandorên ezmûna girtîgehê re rûbirû dimînin, di heman demê de di nava malbat û civakên xwe de bi demxeyek civakî ya pir xurt re jî rûbirû dimînin. Di gelek rewşan de, malbat piştî serbestberdanê keçên xwe red dikin. Jin ji aliyê malbatên xwe ve weke şerm tên dîtin. Weke dayîk, jin û endamên civakê tên redkirin. Ev şermezarî lawaziya wan zêde dike û her hewldanek ji bo ji nû ve entegrekirinê asteng dike. Hinek jin bûn mexdûrên nakokiyên bi cîranan re yan jî pirsgirêkên malbatî lê ketin zindanê."
Bihêzdarkirina zagonî û piştevaniya derûnî
Wehîba Arş der barê karê komeleyê de wiha axivî: "Yekem tiştê ku komele dike dema jinek digre lê guhdarî dike. Gelek jinên ku ji zindanê tên berdan pir hewcedarên kesekî ne ku êşa wan fam bike. Em bi piştgiriya derûnî dest pê dikin, dûre alîkariya wan dikin ku karekî li gorî şiyanên wan be bibînin, ji ber gelek ji wan dayîk in ku ji bo dabînkirina lêçûnên dibistana zarokên xwe, têdikoşin. Her wiha dixebitin ku wan ji hêla zagonî ve bihêztir bikin bi taybetî der barê benda 688 a Zagona Ceza de û alîkariya wan bikin ku belgeyên pêwist berhev bikin da ku entegreyî riyên aborî yên ku rûmeta wan diparêzin bibin."
'Civak bi zihniyeta serdest li jinan dinêre’
Wahîba Arş tekez kir ku jin bi nêrîna civakê her dem sûcdar ten dîtin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ev nêrîn ji zîhniyeteke serdest derdikeve holê ku mêran her dem rast dibîne û sûc dixe stûyê jinan bêyî ku şert û merc bên zelalkirin. Ji jinan tê hêvîkirin ku sebir bikin, tehemul bikin, guhdarî bikin û xizmetê bikin."
Tevî hewldanên komeleyê têkoşîna jinan bi civakê re dirêj û tevlihev dimîne. Xemgîniya civakî û nebûna bernameyên piştgiriyê yên sazûmanî yên têrker azadiyê dike ezmûnek netemam. Pirs ev e: Gelo dê ji van jinan re şansek rastîn ji bo entegrasyon û naskirina civakî were dayîn, an dê azadî were paşxistin?