Jinên Mexmûrê: Li dijî tecrîdê divê em têkoşînê mezin bikin

Jinên Wargeha Mexmûrê, balkişandin li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin ku li dijî tecrîda girankirî divê di her milî de jin û gelên azadîxwaz di nav têkoşînekê mezin de bin.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirê 25 salin li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin û 42 meh in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Hemû serlêdanên hevdîtinê yên ji aliyê malbat û parêzeran ve tên kirin, bi hinceta cezayên “disiplînê” an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. 

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bertekên xwe yê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman.

‘Yekane rêya çareseriyê Rêber Apo ye’

Amîna Piranî, di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Ev 26 sal in Rêber Apo di bin tecrîdek giran de ye. Tecrîd di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî gel tê pêkanîn. Ev tecrîd hem di aliyê mirovî û hem jî civakî de nayê qebûlkirin. Kesên xwe wek parêzvanên mafên mirovan pênase dikin, li dijî ev tecrîda girankirî bêdengiya xwe didomînin. Bêdengiya wan nîşaneya hevkariya wan e. Sedema hemû êrîş, dagirkerî û qeyranên li Rojhilata Navîn tecrîda li ser Rêbertî ye û her wiha yekane rêya çareseriyê pirsgirêkan jî Rêber Apo ye. Ji ber vê divê tecrîd bê şikandin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin.”

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

Amîna Piranî, bang li tevahî gelê cîhanê kir û wiha got: “Fikir û felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bûye. Kesên demokrasîxwaz ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşîn. Ez bang li tevahî mirovan bi taybetî jî jinan dikim ku xwedî li Rêber Apo derbikevin û azadiya Rêbertî misoger bikin. Em wek gelê Kurd û jin deyndarê Rêbertî ne. Ger Rêber Apo azad bibe, wê tevahî gel azad bibe. Ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya me ye.”

‘Tu hêz nikare me ji Rêbertî qût bike’

Xeyîç Gokalp jî diyar kir ku kilîla çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî:  “Ji ber ku kilîta çareseriya hemû pirsgirêkan Rêber Apo ye, tecrîda heyî girantir dikin. Bi hinceta cezayên dîsîplînê hevdîtina parêzer û malbat qedexe dikin. Armanca wan qûtkirina gel û Rêber Apo ye. Lê tu hêz nikare me ji Rêbertî qût bike.”

‘Divê em berxwedana xwe mezintir bikin’

Xeyîç Gokalp, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîda girankirî bilindtir bikin û got: “Fikir û felsefeya Rêber Apo li seranserê cîhanê belavbûye. Divê em wek jin xwedî li Rêbertî derdikevin û têkoşîna xwe ya ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilindtir bikin. Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê berxwedanek mezin dide. Divê em jî wek gelê Kurd berxwedana xwe mezintir bikin û têbikoşîn. Emê bi têkoşîn û berxwedana xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.”

‘Ger Rêber Apo azad bibe wê hemû pirsgirêk bên çareserkirin’

Her wiha Medîna Kara jî got: “Rêber Apo Rêberê hemû mirovahiyê ye. Ev 4 salin bi tu awayî agahiya me ji Rêber Apo nîne. Ji zarokan bigre heta temen mezinan azadiya Rêbertî dixwazin. Rêber Apo Rêberê tevahî mirovahiyê ye. Dewleta Tirk ji bo pêşiya belavbûna fikir û ramanên Rêber Apo bigre, her ku diçe tecrîd girantir dike. Ger Rêber Apo azad bibe, wê hemû pirsgirêk bên çareserkirin. Em wek gelê Mexmûrê heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşîn. Bila tevahî gel rabe li ser piyan û em azadiya Rêber Apo misoger bikin.”