Devrîm Demîr: Li Rojava ji bo parastina destkeftiyên jinan têkoşîneke giran pêwîst e

Hevşaredara bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê Devrîm Demîr da zanîn ku ji bo bihêzkirin û parastina keda jinan pêwendiyên li Rojava girîng in û destnîşan kir ku divê tecrubeyên herdu parçeyan bibin yek da ku modela rêxistinbûna jinan xurtir bibe.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Şandeyek ku ji jinan pêk tê di 7’ê Cotmehê de ji Bakurê Kurdistanê ku ji nûnerên qada rêveberiyên xwecihî yên Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêk tên, gihîştibûn Rojavayê Kurdistanê. Şande çend roj in serdana sazî, rêxistinên jinan û gelek qadên din dike û hevdîtinên xwe didomîne.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê û hevberdevka Komîsyona Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecihî Devrîm Demîr ji ajansa me re serdana Rojava û hûrguliyên din nirxand.

‘Em ji bo lêkolînkirin û çawaniya parastina destkeftiyên jinan piştî entegrasyonê hatin vê derê’

Devrîm Demîr got ku piştî demên dirêj yekem car e şandeyek ji jinan pêk tê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û li ser sedema serdana Rêveberiyên Xwecihî yekem car ji bo Rojavayê Kurdistanê di vê qonaxê de wiha got: “Şande ji bo lêkolîn û naskirina qada rêveberiyên xwecihî li Rojava ye. Herî zêde me xwest li şaredariyan bigerin û nas bikin. Me bi salan ji dûr ve dişopand, di dema xweseriyê de şaredarî hebûn, bi pergala hevserokatiyê dihatin birêvebirin û pergaleke demokratîk jî hatibû avakirin.”

Devrîm Demîr pêvajoya entegrasyonê li Rojava bi bîr xist û wiha pirsên bê bersiv mabûn wiha bilêv kir: “Îro li Rojavayê Kurdistanê pêvajoyeke nû hatiye destpêkirin. Bi taybetî di qonaxa entegrasyonê de wê sazî çawa bi teşe bibin, kar û xebatên qada rêveberiyên herêmî ango şaredarî çawa xwe birêxistin bikin, dîsa wê pergala hevserokatiyê hebe yan na? An jî di hemû makanîzmeyên biryardayînê de wê jin çawa xwe bicih bikin, destkeftiyên xwe yên berê bi kîjan rêbazên têkoşînê biparêzin? Ev hemû pirs ji bo me li benda bersivdayînê bûn, ji ber îro ne tenê em û Bakur, hemû derdorên bi şoreşa Rojava hesiyan, mereqa wan ew e ku li Rojava piştî entegrasyonê wê destkeftiyên jinan çawa bên parastin e. Niha çavên her kesê li Rojava ye.”

‘Ji nenaskirina nasnameya jinê wêdetir feraseteke ku hebûna jinan tehemul nake heye’

Devrîm Demîr diyar kir ku wan di nava çend rojan de bi şaredarî, saziyên cuda û jinan re hevdîtin pêk anîne û wiha behsa çavdêriya xwe kir: “Ya ku me dît ev; pergala heyî zû bi zû îradeya jinan qebûl nake. Ji bo ku jin bikaribin tişta li Rojava ava kirine berdewam bikin û biparêzin, xuya ye ku pêdivî hê jî bi têkoşîneke gelek demdirêj heye. Ji bo vê demê pêwîstî bi têkoşîneke ji rewşa şer mezintir heye. Ji ber ku ferasetek bi tu awayî jinan, nasname û hebûna wan nas nake û tehemul nake heye. Ji nenaskirina nasnameya jinan wêdetir feraseteke ku hebûna jinan tehemul nake heye. Ji lewre ji bo parastin û pêşxistina destkeftiyên jinan li Rojavayê Kurdistanê, pêvajoyeke têkoşînê gelek giran û demdirêj li pêşiya me jinan e.”

‘Em dixwazin Rojava û Bakur bi hev re ji bo siberojê bicivînin’

Devrîm Demîr da xuyakirin ku ezmûn û tecrubeya Kurdan a 25 salan li Bakurê Kurdistanê heye û wiha behsa çawaniya alîkariya Rojavayê Kurdistanê kir: “Di hilbijartinan de me 102 şaredarî bi dest xistin, 10 di bin destê qeyûman de ne û 62 şaredariyên ku Partiya DEM’ê birêve dibin hene. Di xwerêvebirina herêmî û qada rêveberiyên xwecihî de li Bakur avakirina polîtîkayên jinan, xebatên ji bo jinan xwedî tecrubeyeke pir baş û mezin e. Hem jî di warê teknîkî de xwedî tecrubeyek e. Em dixwazin fam bikin em çawa dikarin Rojava û Bakur di qada rêveberiyên herêmî de bi hev re ji bo siberojê bicivînin.”

‘Rojava dikare bi tecrubeyên xwe teşe bide modela Bakurê Kurdistanê’

Devrîm Demîr behsa girîngiya hevrêziya jinan û projeyên hevpar kir û wiha pêl da gotinên xwe: “Divê ji bo siberojê xebatên hevpar bên plankirin, projeyên hevpar werin meşandin û gelek tişt hene ku Bakur dikare li ser Rojava zêde bike. Bi hema awayî Rojava dikare bi tecrubeyên xwe yên demên xweseriya demokratîk teşe bide modela ku niha dixwazin li Bakurê Kurdistanê ava bikin. Bi taybetî niha li Bakur Pêvajoya Aştî û Avakirina Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin. Ger gavên din ên şênber di qada rêveberiyên xwecihî de werin avêtin dê derfet çêbibin û ev qad xwesertir bikaribe plansaziya xwe bike. Ji lewre ew tecrubeyên li vir ên jinan ji bo me pir girîng in. Di warê teknîkî, avakirina polîtîkayên jinan, avakirina gelek qadên din ên civakî de jî tecrubeyên Bakur ji bo Rojava pêwîst in niha. Di vê çarçoveyê de me têkilî danîn û nîqaş meşandin.”

Bakur kengê dikare modela xwe bide Rojava?

Devrîm Demîr tekez kir ku Bakur dikare gelek mînakan bide Rojava lê pergala Rojava pir cuda ye û wiha bal kişand ser rewşa Sûriyeyê ya nû: “Hê jî li Sûriyeyê zagon nîn in, cihê ku zagon lê tunebe tu yê di pergala xweqebûlkirinê de jî pir zehmetiyan bikşînî. Hê zagona Sûriyeyê nîn e, ji ber wê jî nediyar e wê şaredarî û saziyên din ên girêdayî hikûmeta demkî, bi çi şêweyî xwe teşe bikin û rêve bibin. Bicihanîn û sûdgirtina ji modela Bakur ji bo Rojava bi derxistina zagonan li Sûriyeyê û cihgirtina Rojava di nav de pêkan e.

Lê tekez divê têkoşîna jinan di qada rêveberiyên xwecihî de bi hêzdarî were dayîn. Ji ber ku rêveberiyên xwecihî û şaredarî saziyên herî zêde bi civakê re ligel hev in û di makanîzmeya dewletê de ew saziya herî civakî ye. Têkiliyên şaredariyê bi hemû beşên civakê re çêdibin û gelek berpirsyariyên wan jî hene, ji xebatên zarokan bigre heta polîtîkayên jinan, avakirina qada aboriyeke serbixwe.”

‘Demokratîzekirina şaredariyan demokratîkîzekirina civakê ye’

Devrîm Demîr amaje bi demokratîzekirina şaredariyê kir û wiha girîngiya wê bilêv kir: “Şaredariyek çiqas demokratîk be dikare teyîsandina xwe li ser civakê çêbike. Şaredariyek ji bo ku demokratîk bibe tekez divê nûnertiya jinan tê de hebe. Saziyek ku hebûna jinan tê de bi cih nebe, nûnertiya jinan di rêveberiyê û makanîzmeya biryardayînê de ne xwedî gotin û îrade be, ne pêkan e demokratîk bibe. Saziyek ne demokratîk ew ê nikaribe civakê jî demokratîk bike û pêşengiyê bike lewre hebûna jinan di şaredariyan de pir girîng e. Ji bo vê bidin qebûlkirin jî têkoşîn pêwîstiyek e. Ez bawer im hemû hêzên cîhanî yên jinan çav û guhên wan li ser Rojava û parastina destkeftiyên jinan in. Bi hevgirtineke navneteweyî mirov dikare gelek deng bide parastina nirxên jinan ên Rojava.”

‘Ji bo avakirina toreke hevgirtina berfireh a cîhanî bihêzkirina qada dîplomasiyê şert e’

Devrîm Demîr rewş û pêvajoya heyî careke din bi bîr xist û girîngî da misyon û xebatên dîplomatîk ên jinan li Rojava û ya divê were kirin wiha vegot: “Bi xebatên dîplomasiyê jinên Rojava dikarin dengê xwe bigihîjînin her devera cîhanê. Di êrîşên dawî yên li ser Rojava de tevgera jinan li Bakur gelek gavên girîng avêtin û di nava du-sê rojan de ket rojeva hemû tevgerên jinan ên cîhanî û navneteweyî. Lewre bikaranîn û birêxistinkirina qada dîplomasiyê gelek girîng e. Ji bo toreke hevgirtinê ya berfireh a cîhanî ava bibe divê em qada dîplomasiyê gelek bihêz bikin û bikar bînin.”

‘Neçar in xwe li gorî rastiya Kurdan bi teşe bikin’

Devrîm Demîr bal kişand ser geşedanên dawî li Sûriyeyê û tişta hikûmet neçar e bike wiha anî ziman: “Hikûmeta demkî neçar e xwe biguherîne, jixwe siberoja wan jî nediyar e ji ber weke demkî hatine peywirdarkirin. Ew ê çiqas bidome nizanim, dibe 5 sal an jî zûtir peywira wan bi dawî bibe û dibe dema peywira wan dirêjtir jî bikin. Lê çi dibe bila bibe ew neçar in xwe biguhrînin, neçar in xwe li gorî rastiya Kurdan, gel û baweriyên din ên herêmê bi teşe bikin. Hikûmeta demkî divê demokratîze bibe, yan na tu riyên din nîn in. Bi şer û aloziyê tu pergal heta hetayê nikare hebûna xwe biparêze.”

Naskirina nasnameya gelê Kurd û pejirandina perwerdeya bi zimanê Kurdî

Devrîm Demîr da zanîn  ku hikumeta demkî neçar e gavên demokratîk bavêje û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewlet, rejîm û serdest jî bin neçar in xwe veguherînin û li gorî rastiya erdîngariya xwe, nasname, netew û çandên cuda, xwe ji nû ve ava bikin. Îro ne HTŞ, ne jî sibê bi navekî din xwe birêxistin bikin, nikarin hebûna xwe bi vî awayî bidomînin. Lewre wê şer, pevçûn û kaos li ber deriyê wan xilas nebe. Hêza tu dewletê yan rejîman nîn e hetahetayê bi şer xwe li ser piyan bihêle. Dawiya şer nîn e, neçar e şer bi dawî bibe û ji bo wê neçar e gavên demokratîk bavêje. Ew jî naskirina nasnameya gelê Kurd û pejirandina perwerdeya bi zimanê Kurdî ye. Ji bo ku hikûmet bikaribe xwe mayînde bike û bidome, neçar e ji qalikê xwe yê heyî ku jinan bi xeter dibîne û naxwaze di nava makanîzmeya rêvebirinê de bi cih bibe û naxwaze peywirê bide jinan û xwe ji hişmendiya heyî xilas bike û nas bike.”