Hejmara 189’an a Kovara Jinê derket

Kovara Jinê bi di hejmara xwe ya 189’emîn bi sernavê ‘Aştiya Ekolojîk û Azadiya Civakî’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 189’emîn a Kovara Jinê bi sernavê ‘Aştiya Ekolojîk û Azadiya Civakî’ hat weşandin.

Kovara Jinê di hejmara xwe ya 189’an de balê dikşîne ser têkoşîna ekolojîk a li dijî qirkirina ekolojîk û destwerdana şer, sermaye û serdestiya dewletê li ser qadên jiyanê yên xweza, jin û gelan. Di gotaran de der barê dilsoziya di navbera edaleta ekolojîk û aştiya bi rûmet, têkiliyên aydiyetê yên bi xwezayê re hatine avakirin û têkoşîna jinan a ji bo parastina jiyanê de tên nîqaşkirin.

Hemû sernavên di vê hemarê de ev in:

* Em çawa dikarin mal û milkên ekolojîk ji serdestiya dewleta sermaye rizgar bikin? / Menekşe Kizildere

*Cesaret, tenê hinek cesaret, dara ezîz! / Reyhan Hacioglu

* Têkoşîna ekolojîk li dijî qirkirina ekolojiyê ye/ Derya Akyol

*Hilweşîna Ontolojîk a xwezayê û pejirandina gerdûna zindî: Kozmolojiyên zindî li dijî qirkirina eko li ser mihwera anatoliya-Mezopotamyayê / Pakîze Gurha

*Li Cezayîrê şer, jin û futbol / Zeyno Bayramoglu