Jinên Lubnanî balkişandin li ser tundiya dîjîtal
Jin bi panela ku li Beyrûdê lidarxistin, balkişand ser pirsgirêkên zêde yên ku jin di qada dîjîtal de pê re rû bi rû dimînin û rêbazên têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî ku bi rêya teknolojiyê tê kirin.
SÛZAN EBÛ SEÎD
Lubnan – Şaredariya Beyrûdê, bi hevkariya Komeleya Lubnanî ya Parastina Wekhevî û Mafan (LOUDER) û Navenda Medya û Pêşdebirîna Dîjîtal a SMART, bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, di çarçoveya Kampanyaya Çalakiyên 16 Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê û pîrozbahiyên 25’emîn salvegera Biryara Bihejmara 1325’an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya têkildarî jin, aştî û ewlehiyê de, panelek bi sernavê "Aştiya Ewle û Qadên Dîjîtal ên BêTundî" li dar xist.
Beşdaran, balkişandin li ser zehmetiyên ku jin di qada dîjîtal de pê re rû bi rû dimînin û rêbazên têkoşîna li dijî tuniya zayendî ya civakî ji ber teknolojiyê û destnîşan kirin ku pêdivî bi polîtîkayên neteweyî yên berfireh heye ku mafên jinan bi rêya hevkariya di navbera dewlet û civaka sivîl de diparêzin.
Hate diyar kirin ku gefên dîtîtal dikarin ji bo bihêzkirina jinan veguherîn derfetan û dikare ji bo hemû kesan paşerojek dîjîtal a ewle ava bike. Her wiha di panelê de vîdyoyên ku mekanîzmayên ragihandinê ya têkildarî sûcên sîber didin nasîn jî hate parvekirin û sernavên mîna tundiya dîjîtal, mafên mirovan, beşdariya jinan a rêveberiyê û rola parêzvaniya dîjîtal a di aştiya civakî de jî hate nîqaş kirin.
‘Divê jin bên piştgirîkirin’
endama Komîsyona Neteweyî ya Karûbarên Jinan a Lubnanê Jomana Slelaity, diyar kir ku komîsyon ji bo redkirina tundiya li dijî jinan a di asta yasayî û civakî de û ji bo peydakirina piştgiriyek berfireh ji jinên rastî tundiyê tên re dixebite. Jomana Slelaity, destnîşan kir bihêzkirina jinan a ji aliyê zanistî û aborî ve û beşdarbûna wan a ji bo pêvajoyên lîdertî û pêşkeftinê girîng e. Jomana Slelaity a got rûxmê ku qanûn wekheviya zayendî pêşbinî dikin jî, bi taybetî di qanûnên rewşa kesane de bê edaletî didome. Jomana Slelaity, diyar kir ku komîsyon armanc dike ji bo Biryara Bihejmara 1325’an a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî planek çalakiyê ya neteweyî pêş bixe û piştrast bike ku jin hevkarên sereke ya avakirina aştiyê ne.
‘Hevkariya ji bo bihêzkirina jinan û piştgiriya komên xwedî hewcedarî’
Endama Meclîsa Şaredariya Beyrûdê û Seroka Komîsyona Karûbarên Civakî Jumana Halabî, da zanîn ku şaredarî bi berdewamî ji bo bihêzkirina jinan dixebite û komîsyon di qadên civakî, avahî û qanûnî de karên hevbeş pêktînin. Jumana Halabî, destnîşan kir ku şaredarî, bi hevkariya civaka sivîl û rêxistinên navneteweyî, bi taybetî ji bo jin, zarok û kesên xwedî pêdiviyên taybet projeyên piştgiriyê pêktîne.
‘Nexşerêya têkoşîna li dijî gefên dîjîtal’
Rêvebera Giştî ya SMART’ê Randa Yasîr, diyar kir ku platforma nû destpêka nexşerêyeke demdirêj a plankirî ye ku armanc dike stratejiyên hevkariyê di navbera rêxistinên civaka sivîl de ji bo misogerkirina ewlehiya dîjîtal pêş bixe. Randa Yasir, da zanîn ku gefên dîjîtal bandor li ewlehiya civakî, siyasî û aborî dikin û got ku gavên pêşîn perwerdehiya pisporan a li ser têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal û kampanyayên hişyariyê ji bo ciwanan e. Randa Yasir, diyar kir ku ev gavan bi rêya hevkariyê, dikarin mekanîzmayên ewlehî û pêşîlêgirtinê yên bi bandor ên ciwanan biparêzin, avabike.^
‘Têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal hewceyê çarçoveyek neteweyî ye’
Rêvebira rêveber a Komeleya Lubnanî ya Parastina Wekhevî û Mafan (LOUDER) û pispora mafên mirovan, aştî û ewlehiyê Dr. Kholoud El-Khatib jî, destnîşan kir ku ewlehiya dîjîtal beşek bingehîn a pergala ewlehî û aştiyê ye û diyar kir ku divê aştiya berfireh ji bo hemû kesê derbasdar be. Dr. Xoloud El-Xatib, wiha got: “Ji ber ku gefên dîjîtal berpirsiyariyên girîng ji bo civak û malbatan diafirînin û bi taybetî jî parastina zarokên keç rola krîtîk a malbatan e. Têkoşîna li dijî tundiya dîjîtal nikare tenê ji aliyê saziyek were meşandin, pêdivî çarçoveyek neteweyî, rola hişyarkirina dibistanan û hevkariya civaka sivîl heye. Ewlekariya dîjîtal hêmanek bingehîn a qanûn û edaletê ye û divê bi stratejiyên pêşîlêgirtinê li dijî êrîşên sîber û mekanîzmayên parastin û hişyariyê yên hevdem pergalek ewlehiya neteweyî bê damezrandin.”
Di dawiya panelê de, înîsiyatîfek neteweyî bi navê "Hevkariya ji bo Bihêzkirina Dîjîtal a Jinan" hate destpêkirin. Proje, armanc dike ku jinên xwedî pêdiviyên taybetî bên bihêzkirin, li dijî tundiya li ser jinan têkoşîn bê kirin û mafên dîjîtal û rastîn bên pêşxistin. Di destpêka sala nû de, dê ji bo 20 jinên xwedî pêdiviyên taybet 6 mehan perwerdehiya teknîkî ya bi lîsansa navneteweyî bê dayîn û piştre di sektorên giştî û taybet de derfetên kar bê dayîn. Panel, bi tekezkirina pêwîstiya afirandina qadên dîjîtal ên ewle, xurtkirina polîtîkayên neteweyî û veguherandina gefên dîjîtal a ji bo derfetên bihêzkirina jinan bi dawî bû.