Jinên li Wanê ji bo dayîna fatûreyên xwe deyn dikin
Jinên li Wanê li dijî zêdebûna fatûreyan û bi hatina zivistanê re destnîşan kirin ku rêveberên welat berpirsyarên krîzê ne û gotin: "Em nikarin xwe germ bikin, jiyan pir dijwar bûye.
MEMÎHAN HÎLBÎN ZEYDAN
Wan – Krîza berdewam a li Tirkiyeyê xwe di fatûreyan de zêdetir nîşan dide. Bi hatina zivistanê re, fatûreyên av û gaza xwezayî zêdetir dibin û tevî bacên zêde jî li ser wan zêde dibin. Li Wanê ku zivistan dirêj e, bikaranîna gaza xwezayî du meh in zêde bûye. Li gorî lêkolîna TURK-ÎŞ’ê ya Cotmeha 2026’an, mîqdara mehane ya ku tenê ji bo dabînkirina lêçûnên xwarinê yên malbateke çar kesî li Tirkiyeyê hewce dike, gihîştiye 38.024 lîreyan. Di van rojên ku mirov ji bo debara xwe têdikoşin de, gelek bazar bi hatina zivistanê re rawestiyan. Mirov nikarin mûçeya herî kêm jî bi dest bixin. Li ser van hemûyan jî ji bo av, elektrîk û gaza xwezayî ya ku bi kar naynin pereyan didin.
Jinên ku li Wanê me bi wan re hevdîtin kir, diyar kirin ku ew nikarin têra xwe gaza xwezayî bi kar bînin da ku malên xwe germ bikin û tevî vê yekê jî neçar in fatûreyên pir giran bidin. Jinan destnîşan kir ku sedema vê krîzê û bacên zêde hikûmet bi xwe ye.
‘Em li malê bi betaniyeyan rûdinin’
Mehtap Sumer diyar kir ku bi hatina zivistanê re bihayê fatûreyan zêde bilind bûye û tevî hemû tedbîran jî di vê rewşê de tu guhertin çênebûye. Mehtap Sumer got: “Bihayê fatûreyên avê jixwe pir zêde ye. Dema ez li fatûreyê dinêrim, dibêjim qey min xalîçe şûştine yan jî baxçe av daye. Tevî ku em gaza xwezayî kêm vedikin jî dîsa fatûre pir zêde tê. Ez teqawidbûyî me, mecbûr im bi pîvan bi kar bînim. Em ji sermayê dicemidin û li malê bi betaniyeyan rûdinin. Ne tenê gaza xwezayî, bihayê hemû fatûreyan zêde ye. Rayedarên hikûmetê hinekî mûçeyan zêde dikin lê li pey wê bihayê her tiştî zêdetir dikin.”
Nîvê fatûreyean bac e
Besna Ozlu diyar kir ku hewa sar e û got ku ew neçar in ji bo germkirinê gaza xwezayî bi kar bînin û wiha got: “Em nikarin fatûreyan bi rêkûpêk bidin, em zehmetiyê dikşînin. Fatûre pir zêde ne. Em difikirîn ku hikûmet dê di vê mijarê de alîkariya me bike; me gelek serlêdan kirin lê wan qet alîkariya me nekir. Fatûre her dem zêde ne. Ne tenê gaza xwezayî ye; ji bilî vê, di mehên havînê de em tenê ji bo avê gaza xwezayî bi kar tînin. Fatûreyên elektrîkê jî pir zêde ne. Diyar e ku bi awayekî veşartî zem tên kirin. Xercên wekî bacê yên li ser fatûreyan xuya dibin, fatûreyan bilindtir dikin. Nîvê tiştê ku em jê re dibêjin fatûre, bac e.”
'Em nikarin xwe germ bikin'
Besna Ozlu destnîşan kir ku tevî fatûreyên bilind ên gaza xwezayî jî ew nikarin germ bibin û got: “Dema em fatûreyan dibînin, mecbûr dimînin dereceya gazê kêm bikin. Bihayê wê pir zêde ye, ji ber vê yekê em nikarin bidin. Kêmkirina germahiyê jî çareseriyekê çênake; em nikarin germ bibin. Çi dibe bila bibe, her tişt bihatir dibe. Hûn bi hezar lîreyî jî herin bazarê, hûn nikarin kîsikekî tijî bikin. Xwarin, berhemên paqijiyê, bihayê her tiştî pir zêde ye.”
'Jîyan pir dijwar e'
Besna Kurter destnîşan kir ku di malbata wê de tevî hevjînê wê 4 kesên kêmendam hene û got: “Hevjînê min nikare bixebite. Ez mehê 3,000 lîre tenê ji bo fatûreya avê didim. Em nêzî 8,000 lîre ji bo gaza xwezayî û herî kêm 5,000 lîre ji bo elektrîkê didin. Em êdî pê re nagihîjin, kes li malê naxebitin. Sîstemek pir dijwar li ser mirovan tê meşandin. Her roj her tişt bihatir dibe. Wey li wan kesên ku rewşa wan nebaş e. Jiyan pir dijwar bûye. Em ji bo gaza xwezayî pir pere didin lê têrê nake, dîsa jî em ji bo germbûnê sobeya elektrîkê bikar tînin. Em niha neçar in gaza xwezayî vekin da ku zarokên me li malê necemidin. Wekî din, ew nexweş dikevin, em her roj li nexweşxaneyê derbas dikin. Em bi zorê debara xwe dikin. Kurê min ji bo debara xwe deyn dike. Berî ku deynê wî were dayîn, ji cihekî din deyn dike.”
Besna Kulter, destnîşan kir ku mirov bi zorê dikarin rojane debara xwe bikin û wiha domand: “Ji bilî fatûreyan, bihayê xwarinê jî zêde ye. Divê alîkarî ji bo kesên kêmendam were dayîn.”
'Ev bac diçin ku derê?'
Jinek ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku ew fatûreyên xwe bi xwe dide û tekez kir ku divê gaza xwezayî li Tirkiyeyê ku welatekî transît e were erzankirin û got: “Divê em bi erzanî bikirin lê di şûna wê de em faîzê didin. Belê bac tên berhevkirin. Lê armanca bacan xizmeta civakê ye. Ji civakê re xizmet nayê kirin. Bac li ser sînorê jorîn tê derxistin. Ev bac diçin ku derê? Li welatê me rê jî tune ne, nexweşxane nebaş in. Em behsa elektrîk, av û gaza xwezayî dikin. Fatûreyên gaza xwezayî pir zêde ne, elektrîk qut dibe û av bi berdewamî tê qutkirin. Çima em van bacan didin, çima fatûre ewqas zêde ne? Em ji bo fatûreyên gaza xwezayî gelek pere didin lê bêguman em nikarin germ bibin.”
'Nîvê komira ku didin kevir e'
Sîbel Baştir jî gelek gazinan ji fatûreyan kir, nemaze fatûreyên avê pir zêde ne û wiha domand: “Em ji bo avê bi qasî pere didin. Fatûreyên herî kêm 3,000 lîre ne. Em li gund dijîn û em gaza xwezayî bikar naynin. Fatûreyên elektrîk û avê pir zêde ne. Fatûreya dawî ya elektrîkê 2,500 lîre bû. Zivistan hê nehatiye. Ji bilî vê, em zêde bikar naynin. Em sobeya elektrîkê yan sobeya asayî bikar naynin. Tevî vê yekê, em fatûreyên pir zêde didin. Sotemeniya sobeyê jî pir biha ye.” Sibel Baştir, diyar kir ku hevjînê wê tenê dixebite, diyar kir ku ew di înşaetê de dixebite û wiha bi dawî kir: “Hevjînê min dê di mehek an du mehan de neçar bimîne biçe li bajarên din bixebite. Demsala kar qediya ye. Du xwendekar li malê hene. Malzemeyên dibistanê pir biha ne. Ya herî girîng xwarina wan e û em bi zorê dikarin wê bidin. Zarok dê çawa xurekê têr bistînin? Bihayên goştê sor baş tên zanîn û mirîşk jî ne erzan e, hema hema bi qasî goştê sor e. Sedema sereke ya krîzê biryarên kesên li ser desthilatdariyê ne; tişt bi awayê ku ew dixwazin diqewimin.”