Jinên li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd xwestin dorpêç bi dawî bibe
Jinên li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd, polîtîkaya dorpêçkirinê ya ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ve zêdetirî 3 mehan e tê sepandin red kirin û gotin ku bi nêzbûna werza zivistanê re ji ber dorpêçê nikarin mazotê dabîn bikin.
SÊRÎN MIHEMED
Heleb- Niştecihên taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ji ber dorpêça ku ji 6’ê Cotmehê û vir ve ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam (HTS) ve tê ferzkirin, bi nêzbûna zivistanê re rastî zehmetiyên mezin tên. Dorpêçê rê li ber ketina sotemenî, xurek û pêdiviyên tendirustiyê digre û rewş ji ber kêmbûna mazotê ku madeya germkirinê ya herî bingehîn e, xirabtir dibe.
Ji bilî binesaziya cereyanê ya xirab a li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, dorpêça ku ji aliyê cîhadîstên HTŞ’ê ve tê ferzkirin, dibe sedema xirabûna tenduristiya zarok, jin, extiyar û nexweşan ji ber sermayê. Her wiha li nexweşxane û navendên tenduristiyê jî kêmasiyên cidî yên dermanan hene.
‘Em nikarin ji ber pirsgirêkan zarokên xwe bişînin dibistanê’
Di vê çarçoveyê de jinên ji taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ji ajansa me re têkoşîna xwe ya rojane ya di bin dorpêçê de vegotin. Xewla Muhammed Faysal, bal kişand ser zehmetiyên ku zarokên wê di dibistanê de ji ber germahiya kêm a di saetên serê sibê de pê re rû bi rû dimînin. Xewla Muhammed destnîşan kir ku hinek malbat ji ber tirsa zarokên wan ji sermayê nexweş bikevin, neçar dimînin ku zarokên xwe neşînin dibistanê.
Xewla Muhammed Faysal, diyar kir ku malbat tenê dikarin bi betaniyeyan xwe germ bikin, tu vebijarkek din tune ye û daxwaz kir ku rayedarên berpirsyar riyên ber bi taxan ve vekin û got: “Bi vê yekê re wê zarok biçin dibistanê û pirsgirêka nexweşan sivik bibe.”
‘Rewş neguherî û dorpêç didome’
Rojna Muhammed a behsa zehmetiyên ku malbat ji ber sermayê dikşînin kir diyar kir ku ev dorpêç ji 15 salan zêdetir e didome. Rojna Muhammed, da zanîn ku ruxmê rejîm hilweşiyaye jî rewş neguheriye û dorpêça ji aliyê cîhadîstan ve tê ferzkirin, zêdetirî 3 mehan e didome.
Rojna Muhammed, diyar kir ku mîna gelek malbatan ew jî ji ber sermayê zarokên xwe naşîne dibistanê, li nexweşxaneyan gelek nexweşên şewbê yên zarok û mezinan zêde ne û li taxan çavkaniyên germkirinê bi temamî kêm e. Rojna Muhammed, hêvî kir ku ji bo kêmbûna pirsgirêkên taxan û destûrdayîna ketina amûrên germkirinê, dorpêç bê rakirin.