Jinên li Navenda Bihêzkirina Jinan behsa şîdetê kirin
Jinên ku li Navenda Bihêzkirina Jinan a Idlibê dimînin, diyar kirin ku sedema sereke ya şîdetê kodên paşverû yên civakî ne û gotin ku divê têkoşîna bi şîdetê re tenê bi aktorek bi sînor nemîne, bi hewldana hevpar a civakê were kirin.
SALAM ALUMAR
Idlib – Bajarê Idlibê yê dikeve bakurê Sûriyeyê, ji ber ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û HTŞ’ê de ye, jin û zarokên keç di nava şîdetê de dijîn. Aktivîstên ku di saziyên li dijî şîdeta li ser jinan de dixebitin, diyar dikin ku sedema sereke ya zêdebûna şîdeta li ser jinan, zewaca di temenê biçûk de, krîza aborî, kêmasiya zagonan û bandora zêde ya paşverûtiyên civakî ye.
Li cihekî ku jin nikarin mafên xwe biparêzin û li dijî şîdetê nayên parastin, bûyerên şîdetê zêde dibin. Jinên ku li Navenda Bihêzkirina Jinan a Idlibê dimînin û li wê derê dixebitin, ji me re behsa tiştên ku jiyane kirin.
Navêndên jinan hêzê didin
Sera Abdullah a 26 salî, li Kampa Deyr Hesan a Idlibê dimîne. Sera Abdullah, rastî şîdeta hevjînê xwe hatiye û dibêje ku ew di nava tirsê de dijî. Sera Abdullah diyar dike ku ji ber şîdeta dîtiye hevberdanê fikiriye lê rastî zexta civakê hatiye.
Sera Abdullah, got ku ji aliyê hevjînê xwe ve destpêkê şîdeta derûnî dîtiye dû re jî rastî şîdeta fizîkî hatiye û diyar dike ku ji bo baş bibe serî li navenda ku bi şîdetê re têdikoşe daye. Sera Abdullah diyar dike ku bi saya navendê hînî rêbazên serîderketina bi şîdetê re bûye û vê yekê jî jiyana wê guherandiye.
Jiyana Ranya Yusuf jî rewşa jineke ku di navbera şîdet û zexta civakî de maye nîşanî me dide. Ranya Yusuf piştî ku ji hevjînê xwe şîdetê dîtiye, biryara hevberdanê daye lê ji aliyê malbata xwe ve bi heman awayî hatiye hepskirin û bi gotina "sedema hevberdanê” hatiye sûcdarkirin. Ranya Yusuf, diyar dike ku vê rewşê bûye sedema pirsgirêkên derûnî.
Ranya Yusuf, bi gotinên; "Piştî şîdetê bi jiyana weke zindanê re rûbûr mam” nêrîna civakê ya li jinên hevberdayî rexne kir û bal kişand ku vê rewşê dibe sedem jin nebin xwedî mafê xweparastinê, tenê li gorî bendewariyên derdorê bijîn.
Zarok jî bi bandor dibin
Rahab Araboo jî yek ji jinên li Navenda Bihêzkirina Jinan a li Idlibê dixebite ye. Rahab Araboo diyar dike ku gelek jinên li navendê, pirsgirêkên derûnî dijîn û ev yek ber bi depresyon û fikaran ve diçe, diyar kir ku şîdeta li dijî jinan li ser zarokan jî bandorên neyînî çêdike.
Rahab Araboo, got ku di têkoşîna wan a li dijî şîdetê de zehmetiya ku dibînin, ew e ku civak hê jî şîdetê “mafdar” dibîne. Rahab Arboo bal kişand ku divê rewş were guherandin û ev yek jî tenê bi şiyariya civakî pêkan e. Her wiha bal kişand ser girîngiya derxistina zagonên ku jinan biparêzin.
Riyên çareseriyê
Rahab Araboo, li ser riyên çareserkirina pirsgirêkên şîdetê jî wiha got: “Navendên ku ji bo bihêzkirin û alîkariya mexdûrên şîdetê dixebitin, hewl didin di vê mijarê de zanîn û şiyariyê çêbikin lê ji bo ku şîdet kêm bibe divê hemû aliyên civakê tiştek bikin. Hem di warê cihî de hem jî navneteweyî de divê perwerde, şiyarî û piştgiriya derûnî hebe. Ji bo ku jin bikaribin xwe biparêzin divê derfetên zêdetir ji wan re werin afirandin. Pirsgirêka şîdetê ya jinên li Idlibê dijîn, meseleyek şexsî nîn e, pirsgirêkeke civakî û çandî ye jî. Ji ber vê yekê, têkoşîna bi şîdetê re tenê bi aktorek nabe, bi hewldana hevpar a hemû aliyên civakê pêkan e. Derxistina zagonên ku jinan diparêzin û mafên wan dixin bin temînatê, di vê pêvajoyê de dê bibe gaveke girîng.”