Abdullah Ocalan: Prensîba hêviyê gaveke ku divê dewlet bavêje ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku Abdullah Ocalan bal kişandiye ku pernsîba hêviyê pir girîng û bingehîn e û wiha gotiye: “Divê îro hiqûqa entegrasyona demokratîk were avakirin.”

Navenda Nûçeyan – Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, li ser hevdîtina ku 13’ê Cotmehê bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din re li Îmraliyê kirin, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da.

Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha ye:

“Di roja 13’ê Cotmeha 2025’an de me bi muwekîlê xwe birêz Abdullah Ocalan û bi muwekîlên xwe yên din re li Girava Îmraliyê hevdîtin kir. Di serdanê de em li ser merc û rewşa hiqûqî ya muwekîlên xwe axivîn. Bi vê wesîleyê, em dixwazin raman û nirxandinên birêz Ocalan ên ji bo avakirina aştiyê bi raya giştî re parve bikin.

Di hevdîtinê de me li ser rewşa hiqûqî ya birêz Ocalan, biryara mafê hêviyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nîqaş kir. Wekî ku tê zanîn, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê herî dawî piştî civîna di rojên 15-17’ê Îlonê de ji nû ve bang li Tirkiyeyê kir û xwest mafê hêviyê bi biryara DMME’yê re bi awayê lihevhatî di warê zagonî de were çareserkirin.

Birêz Abdullah Ocalan li ser vê pêşketinê bal kişand ku prensîba hêviyê pir girîng û bingehîn e û got: “Prensîba hêviyê gaveke ku divê dewlet bavêje ye. Divê vê bi cih bîne. Ev mijar bi hezaran mirovan têkildar dike. Hûn ji ku dinêrin binêrin, divê ev yek bi cih were. Ji aliyê hiqûqê ve divê were kirin. Polîtîka jî edalet jî vê dixwaze.”

Di daxiyaniyê de hat gotin ku Abdullah Ocalan girêdayî banga Aştî û Civaka Demokratîk a di 27’ê Sibatê de diyar kiriye ku çawa ku divê bawerî û mezheb xwe bi azadî îfade bikin, mafê her kesê heye ku neteweya xwe jî bi azadî bîne ziman û bi azadî bijî. Her wiha gotiye ku divê Kurd din ava hiqûqê de cih bigrin, aştiya rastîn ev e lewre heta îro hiqûqê Kurdan tune hatiye dîtin, ji derveyê hiqûqê hatine hiştin lê îro dive hiqûqa entegrasyona demokratîk were avakirin.

Birêz Ocalan diyar kir sedema bingehîn a pirsgirêkên civakî û siyasî newekheviya di navbera jin û mêr de ye û da zanîn ku çareseriya vê yekê bi ramana sosyalîst û bi pratika jiyanê ya azadiya jinan pêkan e. Her wiha got ku ew xebatên jineolojiyê bi baldarî dişopîne, pir hêja dibîne û silavan ji hemû jinan û ji girtiyan re silavên taybet şand.

Birêz Ocalan xwest ku kesên dixwazin wî fam bikin divê li ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk kûr bibin û tevlî xebatên ji bo vê pêvajoyê bibin û diyar kir ku xebata ji bo azadiyê, ji bo pêşxistin û pratîzekirina pêvajoyê girîng e.

BOROYA HIQÛQÊ YA SEDSALÊ”