Binpêkirinên berdewam li Xezayê krîza mirovî kûrtir dikin

Di nav krîza mirovî ya berdewam a li Xezayê de, hêzên Îsraîlî peymana agirbestê tevî ku ketiye roja xwe ya 7’emîn jî, binpê dikin. Hat ragihandin ku di demjimêrên dawî de gelek sivîl hatine kuştin û gelek cenaze hatine dîtin.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Îsraîlî peymana agirbestê binpê dikin û êrîşên ku sivîlan hedef digirin rojane tên tomarkirin. Ev yek hişyariyên ku krîza mirovî dê xirabtir bibe, zêde dike. Her çiqas agirbest ketiye roja xwe ya heftemîn jî, duh çend Filistînî ji aliyê dronên Îsraîlî ve hatin hedefgirtin û dema ku hewl didan vegerin malên xwe, hatin kuştin. Hêzên Îsraîlî hîn daxuyaniyek fermî derbarê van bûyeran de nedane. Ji dema ku agirbest ketiye meriyetê ve ev êrîş dubare bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, di rapora xwe ya rojane de, diyar kir ku hejmara kuştinan berdewam dike û ragihand ku ji dema agirbest ketiye meriyetê ve 23 Filistînî hatine kuştin, 122 kes jî birîndar bûne. Wezaretê her wiha ragihand ku di vê heyamê de cenazeyên 381 kesan ji kavilan hatine derxistin; ev hejmar wêraniya operasyonên leşkerî yên berê nîşan didin.

Di 24 saetan de 29 cenaze

Di 24 saetên dawî de, 29 cenaze anîne nexweşxaneyan; 22 ji wan ji bin kavilan hatine derxistin, sê ji ber birînên xwe mirine û çar jî di encama êrîşên rasterast ên hêzên Îsraîlê de mirine. Her wiha 10 birîndarên nû jî hatin tomarkirin.

Li gorî raporê, ji destpêka pevçûnên di 7ê Cotmeha 2023an destpê kirine heta niha hejmara miriyan gihîştiye nêzîkî 68 hezar kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 170 hezar û 179 kesan. Tevî hewldanên civaka navneteweyî yên ji bo aramkirina rewşê jî, karesata mirovî li Xezayê kûrtir dibe.