Jinên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berxwedana YPJ silav kir
Bi sedan jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi meşekê piştgirî da berxwedana YPJ'ê .
Navenda Nûçeyan- Kongra Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi dirûşma "Yekitiya jinên Sûriyeyê misogerkirina felsefeya Jin Jiyan Azadî ye" meşek li dar xist.
Di meşê ku ji pêşiya hola 8'ê Adarê dest pê kir de, bi sedan jinên li herdu taxan beşdar bûn. Beşdaran pankartên "Jin Jiyan Azadî" bilind kirin û berxwedana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kir.
Li Çerxerêya Çehîd Gulê Selmo ya taxa Şêxmeqsûd endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo axivî. Fehîme di destpêka axaftina xwe de bi navê çalakgerên jin ên azadîxwaz silav ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin.
Fehîme Hemo soza şopandina rêça şehîdan dubare kir û bang li hemû jinan kir ku ji bo parastina destkeftiyên azadî, demokrasî û pirrengiyê di serî de destkeftiyên jinên Sûriyeyê yekitiyê ava bikin û pêşeroja Sûriyeya nû misoger bikin.