Jinên li Şamê dijîn ji rewşa heyî bi fikar in
Gelek jinên li Şamê fikarên xwe yên ji bo rêveberiya nû bi gotinên; “Me tu guhertin nedît û rewş hê jî nediyar e. Em nizanin ber bi başiyê yan xerabiyê ve diçe” fikarên xwe yên têkildarî rewşa jinan tînin ziman.
RAMA XELEF
Şam (Dimeşq) – Piştî ku rejîma Esad têk çû û komên çete yên cîhadîst Heyet Tehrîr El-Şam ‘hikûmeta demborî’ ava kir. Li paytexta Sûriye Şamê û di aliyê siyasî û civakî de gelek guhertin çêbûn. Jiyana rojane ya li bajêr, bi vê guhertina dîrokî ji nû ve teşe girt. Lê pirsên der barê rola jinan a di nav civakê de, hê jî li benda bersivê ne. Digel hêviyên pêkhatina azadî û edaletê jî der barê asta jinan û rolên wan ên di avakirina Sûriyeya nû de, tengasiyên nû derketin holê.
Gelek jinên Sûriyeyî, nediyariya piştî Heyet Tehrîr El-Şam rêveberiyê girt destên xwe der barê pêşeroja jinan û statuya wan a civakî de derketine holê, anîn ziman. Fikarên xwe yên ji bo rol û girîngiya jinan a di civakê de vedibêjin.
‘Em nizanin dê rewş ber bi başiyê yan xirabiyê ve biçe’
Hiba Alî Jandu, fikarên xwe yên ji ber nediyariya di vê mijarê de, bi van gotinan anî ziman: “Piştî têkçûna rejîma Esed, me tu pêşketinek nedît û rewş hê jî nediyar e. Em nizanin ka ber bi başiyê ve diçe yan xerabiyê ve. Ji bo jinan jî ev rewş nediyar e. Di demên dawî de em bûn şahidên helwestên ferdî yên ku çend endamên wan li hemberî jinan nîşan dane. Mînak, jinên ku serê xwe negirtine rastî hişyariyan hatin û ji wan re gotin serê xwe bigrin. Min bi hevalên xwe re serkeftinê pîroz dikir, me li ber muzîkê kêf dikir û endamek wan hat got dengê muzîka xwe kêm bikin.”
Ev ‘pêkanînên ferdî’ yên bi vî rengî, bûn perçeyek ji helwestên Heyet Tahrir el-Şamê. Dibe ku ev jî bibe sedema biçûkxistinan û perçebûnên mezhebî, heta dibe ku bibe sedema şerekî nû yê navxweyî jî.
‘Ji bo jinan hê jî nûbûnek nebûye’
Alaa Abdullah Hamdan jî hêvî û bendewariyên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Piştî têkçûna Esed û hatina Heyet Tehrîr El-Şam, me di gelek bûyerên dîrokî de guhertin dîtin. Em ji zilm û zextan rizgar bûn. Em hêvî dikin ku ji cehalet û paşvemayînê jî rizgar bibin. Lê me di hêla rola jinan a di nava civakê de, hê tu nûbûnek nedîtiye. Hewldanên ji bo kêmkirina rola jinan derketin holê.”
‘Daxuyaniyên hatin dayîn fikarên me zêde kir’
Alaa Abdullah diyar kir ku jin di qadên perwerde û siyasetê de di hêla guhertina civakê de roleke mezin dilîzin û da zanîn ku divê jin bibin perçeyek girîng a civakê. Alaa wiha got: “Pêwîst e dengê jinan hebe ku dewlet bikaribe biserkeve. Hinek daxuyaniyên Ahmed El-Şera ku bawerî dide mirov, hene. Ayşe El-Dib weke berpirsa pirsgirêkên jinan hat erkdarkirin. Ev destpêkê weke gavek erênî xuya dikir. Lê piştre daxuyaniyên der barê wê de hatin dayîn, em gelek xistin nava fikar û aciziyan.”
Bi dawîbûna rejîma berê re gelek kesan hêvî dikir ku destpêkirina serdemek nû ew ê guhertinên erênî bi xwe re bîne. Lê rastî û biryarên hatine girtin û bendewarî ji hev cuda xuya dikin. Hinek daxuyaniyên endamên Heyet Tehrîr El-Şam, fikarên nû yên der barê bihêzkirina jinan a di nava civakê de, tînin rojevê. Ev mijar di nava derdorên cur bi cur de bû sedema nîqaşek berfireh.