Jinên Kurd: Bila aştî pêk bê
Jinên ku beşdarî Mîhrîcana Jin û Xwezayê ya Gimgimê bûn, destnîşan kirin ku aştî yek alî nabe û gotin ku jin aştiyê dixwazin.

BINEVŞ STÊRK
Mûş – Di 29 û 30’ê Hezîranê de li navçeya Gimgima Mûşê Mîhrîcana Jin û Xwezayê hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî mîhrîcanê bûn, hest û nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
Jina bi navê Sînem Elçî da zanîn ku ji Serhedê ye, li Ewropayê dimîne lê hatiye Gimgimê. Sînemê diyar kir ku ji bo mîhrîcana jinan hatiye û bang li jinan kir ku xurt bibin.
Sînemê wiha got: “Bes e, êdî bila jin neyên kuştin. Bila jin serkeftî bin, li ser lingê xwe bisekinin. Em gerek xurt bibin. Bila dijmin her carê me neperçiqîne. Bes e êdî. Festîvala me gelek xurt bû, gelek serkeftî bû. Hêvîdar im em her tim serkeftî bin. Bila jin her tim nebêjin zilam zilam zilam. Tu xwe birêve nebî, zilam te bi rê ve nabe. Jin hem malê bi rê ve dibin, hem derve, hem zarokên xwe bi rê ve dibin. Hem jî li ser xebata xwe disekinin. Fersendek ketiye destê me, gerek em vê fersendê bi rê ve bibin, baştir bikin. Emê wê derfetê xurt bikin.”
‘Bila hemû jinên cîhanê bibin yek’
Amîne Engîdar a ji Geverê hatiye, da zanîn ku Dayîka Aştiyê ye û wiha got: “Ji bo aştî, azadiyê hatim mîhrîcanê. Çi karek bikeve ser mile me, em dikin. Em aştiyê dixwazin. Êdî bes e, ev şerê qirêj bila bê sekinandin. Pêvajoyek gelek girîng li pêşiya me ye. Hêvîdar im em jî bighên armanca xwe. Rêxistina me, Serok û tevgera me her tişt aniye ziman, êdî maye li ser milê dewletê. Lê dewletê jî hê tu pêngavek neavêtiye. Ger ew du gav bavêjin, emê sê gav bavêjin. Gelek kes di girtîgehan de ne, nexweş in. Bila hemû jinên cîhanê bibin yek, destê xwe bidin hev. Em êdî vê zilme qebûl nakin. Çi bikeve ser milê jinan ewê bikin. Ji mezinan heta biçûkan rabin ser xwe. Jin dikare di her karî de xwe biparêze. Dikare xwe ji feraseta zilam biparêze.”
‘Bila dewlet jî gavan bavêje’
Dayîka Asya ku ji Wanê hatiye, anî ziman ku ji bo aştiyek bi rûmet, hatiye vê derê û ev tişt gotin: “Em dibêjin bes êdî ev xwîn rijiya. Bila êdî xwîn nerije. Yên ku kurê wan çûne, zarokên wan ketine zîndanê, dîsa jî destê xwe didin aştiyê. Emê derfetên xwe dirûst bikin. Bila Tirk jî gavek bavêjin. Heta niha gavek navêtine. Em dixwazin lê ew naxwazin.”
‘Çima mirin?’
Tezgul Yorulmaz a ji gundê Gimgimê hatiye, kêfxweşiya xwe ya ji bo hatina mîhrîcanê anî ziman û wiha got: “ Em di nav xwezayê de ne. Em pir kêfxweş bûn. Em bi jinan re ne. Em dixwazin ku ev mîhrîcan zêde bin. Bila jin her tim bên cem hev. Jin tên qetilkirin û em gelek xemgîn dibin. Banga min li mêran e, ger ku hûn ji hev hez nakin, veqetin. Çima mirin? Tu çima qetil dikî? Lewma jî em dixwazin ku dawî li kuştinên jinan bê anîn. Ji bo pêvajoya aştiyê jî dixwazim bêjim ku, bila êdî aştî pêk bê. Em ji bo herdû aliyan jî dixwazin. Ew jî zarokên dê û bavê xwe ne, yên me jî. Ez wek dayîkek dibêjim, êş ji bo herdû aliyan e jî. Dilê gelek kesan êşiya. Ez dixwazim êdî aştî pêk bê.“
‘Jin dikarin her tiştî bikin’
Ji Mûşê dayîka Sema jî got ku “Ez dixwazim ku aştiyek xweş çêbibe. Fikrên Ocalan binirxînin, daxwaziyên wî bicîh bînin. Ev pêvajo aştiyek cidî bîne. Bes e ev komkujî, bes e ev xwîn dirije. Heps û zîndan tije bûne. Nexweş tê de pir in. Jin dikarin her tiştî bikin. Lê di bin bandora mêran de ne. Bila netirsin.”