RAJIN: Di riya Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn de dê têkoşîna me bi biryardarî bidome
RAJIN’ê bi wesîleya yekemîn salvegera şahadeta Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn daxuyaniyek da û got: “Bi hêz û biryardariya em ji wan digrin, em ê li ser xeta azadiya jinan li gorî xeyalên wan têkoşîna xwe bidomînin.”

Navenda Nûçeyan – Pêşengên çapemeniya azad Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn, di 23’yê Tebaxa 2024’an de li Herêma Federal a Kurdistanê li bejahiya Seyîdsadiqa bajarê Silêmaniyê bi balafirên bêmirov ên dewleta Tirk hatin hedefgirtin û di encamê de jiyana xwe ji dest dan.
Koordinasyona RAJIN’ê, bi gotinên; “Rêhevalên me Gulîstan Tara ve Hêro Bahadîn tevî hemû gef û êrîşan, ji bo rastiyê li pey edaletê çûn, dest ji feraseta xwe ya ji bo ragihandina rastiyê bernedan” di yekemîn salvegera Gulîstan Tara û Hêro Bihadîn de wan bi bîr anî.
Di daxuyaniya Koordînasyona RAJIN’ê de wiha hat gotin:
"Ên ku şer dixwazin û ji şer xwedî dibin her dem hedefa wan a pêşîn rastî ye. Ji jinên pêşengên çapemeniya azad Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn, beriya salek di 23’yê Tebaxa 2024’an de li bejahiya navçeya Seyîdsadiqa bajarê Silêmaniyê ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ve bi bombekirina wesayîda tê de bûn hatin şehîdxistin. Weke RAJIN’ê em hevalên xwe yên şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî, bêrî û minet bi bîr tînin, girêdana bi têkoşîna wan re careke din dubare dike. Ew lêgerînerên rastiyê bûn, riya me ronî kirin.
Gulîstan Tara şopa xwe li dîrokê hişt ew şoreşgerek çapemeniya azad bû
Gulîstan Tara, di rêwîtiya xwe ya çapemeniya azad ku di sala 2000’î de dest pê kir de, li gelek herêmên Kurdistanê xebitî, bû dengê gelê Kurd û jinên Kurd, polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinan û hevkariyê teşhîr kir, li ser gendelî, xizanî, bêdadiyê nivîsand, perdeya derewan çirand û rastiyan derxist holê. Wê şopa xwe li dîrokê hişt, şoreşgerek çapemeniya azad bû, bi hezkirina xwe ya ji bo azadiyê, jiyana xwe fedayî gelê xwe kir. Hêro Bahadîn jî 27 salî bû, rojnamegerek ciwan, ji bajarê Silêmaniyê bû, li derdên jinên Başûrê Kurdistanê guhdarî kiribû, jiyana wan qeyd kiribû, di şopa rastî û edaletê de meşiyabû. Ew bi coş û îdiaya xwe kedkareke çapemeniyê bû, hedefgirtina wan tesadufî nebû. Kesên di wesayîdê de bûn, ji ber xebatkarên çapemeniya azad bûn hatin hedefgirtin lewre faşîzm bi berevajîkirina rastiyê, bi tunehesibandinê, hebûna xwe didomîne.
Pergala kapîtalîst a bi ku destilatdariya mêr hebûna xwe didomîne, jiyana azad, ronî û civakeke bi aram naxwaze loma her dem ronahî û jinan hedef digre, hewl dide çapemeniya azad bêdeng bike. Çapemeniya azad yek ji temînatên bingehîn ên civakê ye, li dijî pergalên bi desthilatdariya mêr dixebite. Yek ji rêbazên gihîştina civaka azad, ragihandina rastiyan a ji bo civakê ye. Hedefgirtina çapemeniya azad, tê wateya hedefgirtina azadî, rastî û temînatên civakî.
Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku ji berpirsan hesab bixwazin
Tevî van hemû êrîşan jî dîrokê vê nîşanî me daye; li dijî pergalên despot, lêgerînerên rastiyê jî her dem hebûne, ala xwe bilind kirine û gihîştandine heta roja îro. Ger cîhan hê jî ciheke ku mirov dikare lê jiyanê bidomîne be; ev bi saya kesên ku tevî hemû zext, zulm, êrîşên qirkirinê li ber xwe dane ye. Bi saya têkoşerên ku ji bo demokrasî û azadiyê dest ji îdiayên xwe bernedane, ji bo vê bedel dane ye. Rêhevalên me Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jî tevî hemû gef û êrîşan, mirinê dan ber çavên xwe, li pey rastî û edaletê çûn, dest ji têkoşîna xwe bernedan. Di pêvajoyên herî giran ên şer de jî hem li dijî êrîşên Tirkiyeyê , hem polîtîkayên Iraqê û hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê teşhîr kirin, perdeya qirêj a li ser derewan û polîtîkayên şerê taybet çirandin. Bi kuştina wan re, careke din rastî eşkere bûn, binpêkirina rêgezên şer û hevkarî careke din derketin holê. Di ronahiya rastiya ku bi saya şehîdên me yên çapemeniya azad çêbûye de, em bang li hêzên navneteweyî dikin ku ji berpirsan hesab bixwazin.
Em ê têkoşîna xwe ya ji bo civaka demokratîk û azad bi biryardarî bidomînin
Vê êrîşa li ser çapemeniya azad çawa ku ne yekem bû, ya dawî jî nebû. Çapemeniya azad ne tenê tê wateya dengê gelê Kurd tê wateya ku bi xwe jî heman tiştî jiyaye. Piştî Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn, di nava salek de hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li Rojava rojnameger hatin kuştin. Tevî vê jî pênûsa wan li erde nema. Weke rêhevalên Gulistan Tara û Hêro Bihadîn ên pênûsên Gurbetellî Ersoz, Nagihan Akarsel, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat dewr girtin û dewrî Cîhan Bîlgînan kirin; em ê bi pênûsên wan binivîsînin, bi zimanê wan biaxivin, ji objektîfên wan binêrin, têkoşîna wan a nîvçemayî mezin bikin. Bi hêz û biryardariya ku me ji wan girtiye, em têkoşîna ku li ser xeta azadiya jinan xeyal kiribûn, ji bo gihîştina civaka azad û demokratîk bi biryardarî bidomînin. Em careke din rêhevalên xwe Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn bi hezkirin, rêzdarî û binetdarî bi bîr tînin, soza jiyandina hêviyên wan dubare dikin.”