Li Suweydayê jiyana 20 zarokên bi akromegalî di xeterê de ye
Ji ber ambargoya Şamê, 20 zarokên bi akromegaliyê li Suweydayê nikarin dermanan bistînin. Ji ber ku wê jî jiyana wan di xeterê de ye.

Navenda Nûçeyan – Ambargoya ku ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ve li ser Suweydayê hatiye ferzkirin, gefê li jiyana zarokên bi akromegalî (nexweşiyeke hormona mezinbûnê) dixwe. Ambargo rê li ber gihandina derziyên girîng ên HGH bo herêmê digre.
Çalakvanan diyar kirin ku jiyana 20 zarokan li Suweydayê di xeterê de ye û bi hashtaga "#SaveNaiaAndFriends" li ser medyaya dîjîtal kampanyayek dan destpêkirin.
Çalakvan Enîs Selûm, apê Naya ya 6 salî ku nexweşiya akromegaliyê pê re heye, diyar kir ku pêdiviya biraziya wî bi lezgînî bi dermanan heye û got; "Ger derzî negihîjin wê, jiyana 20 zarokan, tevî Naya, dê di xeterek mezin de be."
Nexweşên gurçikan jî di xeterê de ne
Komeleya Dostên Nexweşên Gurçikan a Suweydayê vê dawiyê ragihand ku malzemeyên tendirustiyê yên ji bo dermankirina nexweşên gurçikan tên bikaranîn xilas dibin. Komeleyê tekez kir ku hikûmeta Şamê pirsgirêkên tenduristiyê weke amûrek bi kar tîne da ku zextê li bajêr bike.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Suweydayê 1350 nexweşên gurçikan di xeterê de ne û ji saziyên navneteweyî alîkarîya lezgîn hat xwestin.