Jinên ji Suweydayê edaletê dixwazin
Suweydayî rapora lêpirsînê ku hikûmeta demkî amade kiriye mîna ‘henek’ pênase dike û red dike. Suweydayiyên ku pitikên wan di kuwezan de hatine qetilkirin, xwestin ku têkildarî tiştên di nexweşxaneya netewî de qewimîne edalet pêk bê.

ROŞÊL CANYOR
Suweyda- Di demên şer de, di hiqûqa navnetewî de nexweşxane wek cihê pîroz û parastî tê dîtin. Peymana Cenevre, bi taybetî xala 4’emîn diyar dike ku divê rêz li tesîsên tibî û xebatkaran were girtin û ev der bên parastin. Li hemberî van deran êrîş û tevgerên leşkerî qedexe ne. Di heman demê de Statuya Roma ya Dadgeha Ceza ya Navnetewî, êrîşkirina li ser tesîsên tibî û kuştina xebatkarên tenduristiyê wek ‘sûcê şer’ dibîne. Tevî parastina zagonî jî, di 16’ê Tîrmehê de li bajarê Suweyda ya Sûriyeyê binpêkirinek aşkera hat jiyîn. Cîhadîstên Heyet Tahrir el-Şam li dijî sivîl, jin û konvoyên tibî komkojî pêk anîn.
Binpêkirin û heqaret
Teknîsyena radyolojî ya naxweşxaneya netewî Sema el-Cugama û parêzer Tegrîd Azzam ji ajansa me re behsa hovîtiya li Suweydayê kirin. Sema da zanîn ku ji 13’ê Tîrmehê roja Yekşemê ve, li nexweşxaneya netewî nobedar bûye û tiştên ku jiyaye wiha anî ziman: “Ji ber bûyerên ewlehiyê yên li bajêr û êrîşan em derneketin ji derve. 16’ê Tîrmehê roja Çarşemê saet nêzî 9’an de ewlehiya giştî û endamên Heyet Tahrir el-Şam ketin nexweşxaneyê. Me nizanibû li derve çi diqewime, lê belê dengê topan û şer bê navber dihat. Saet derdora 12’ê nîvro de bi ser beşa lênêrîna awarte de girtin. Hevpîşeyên me yên beşa radyolojî, lênêrîna awarte û emelyeta awarte hatin gel me. Di heman demê de hinek endamên qereqolê jî hebûn û ketin nexweşxaneyê, wê demê kêliyên bi tirs destpê kir.”
Heqareta herî sivik ‘Hûn kafir in hûn beraz in’
Sema el-Cugama da zanîn ku hatine beşa tomografiyê ya ku ew lê bûye, bi zorê ew birine salonê, dest bi heqaretê kirine û wiha got: “Heqareta herî asan ‘hûn kafir in, beraz in’ bû. Zorê dan ser me ku em mîna ku secde bikin û em çok deynin. Beriya ku ew bên, di navbera yek ji qurbanan Muhemmed Ebu Hisas û qaşo endamek ji ewlehiya giştî de nîqaş derketibû. Yekî jê xwest ku here birîndar derman bike, got ji ber êrîşan divê birîndar bîne. Di wê demê de ez û Muhammed em li salonê bûn, ji bo endamên bi çek min nebîne ez avêtim aliyekê, ji bo ku min biparêze. Piştî kêliyan hatin beşa îdarî, piştre cardin li me zivirîn û zorî li me kirin ku em çok deynin.”
‘Muhammed li ber çavê me qetil kirin’
Sema bi tirsa ku hê jî şopa bûyerê di çavên wê de ne, wiha berdewam kir: “Şûşeyek av di destê Muhemmed de bû, dirêjî wan kir û got; ‘Keremke têhna xwe pê bişkênin.’ Yek ji yên di hundir de şûşe avêt û got: ‘Ev beraz yek ji cîhadiyên me tedawî nekir.’ Muhammed xwest parastina xwe bike, lê li rûyê wî xistin. Bêdeng nema, li gel wan nîqaş kir. Li ber çavê me ew qetil kirin. Kêliyek bi tirs bû, me ne dikaribû bigrîn û ne jî biqîrin. Li ba me keçên ciwan hebû, ji tirsa wisan mabûn. Cenaze nîşan dan û gotin; ‘Ev cezayê we û yên li dijî me derkevin e, ey berazino.’ Ger bîdîtina min li gel wî nîqaş kiriye wê min jî bikuştina.”
Lîstikek şanoyê kişandin piştre dizî kirin
Sema di berdewama vegotina xwe de anî ziman ku piştî kuştina Muhammed, zorê dane ser wan ku li salonê rûnin, lewma ew jî nîv saet li wê mane û wiha domand: “Piştre yek ji wan got; ‘ferman e’, kameraya telefonê vekir û em kişandin û gotin; ‘em hatine we biparêzin, em ewlehiya giştî ne, hûn gelê me ne.’ Lê belê dema kişandina dîmenên wan xilas bû, cardin heman heqaretên xwe dubare kirin. Jin û mêr ji hev cûda kirin, em xistin beşa tomografiyê. Piştre du kom bi heman awayî cardin hatin û gef li me xwarin. Dibe ku her kêlî em bihatina kuştin. Têkildarî birîndarên li nexweşxanê pirs ji me kirin, me jî got ew di encama bombebaranê de birîndar bûne, ne bi komên bi çek. Lê belê wan cenaze bikar anîn, dîmenên propagandayek sexte kişandin, her wekî ew bi xwe qurban in nîşan dan. Lê ne rast bû. Bişev derdora saet du bû dîmen kişandin. Wê demê li hemû beşan geriyan, telefon û her tiştên ku dîtin dizîn. Sibehê nexweşxane rizgar bû û em vegeriyan hundirê xwe, lê belê bi birînên kûr ên derûnî.”
‘Wehşeta ku hatî belgekirin’
Parêzer Tegrîd Azzam jî tiştên ku li Suweydayê qewimîn, wek binpêkirina eşkere ya mafên mirovan nirxand. Tegrîd got ku ev, bi her awayî çalakiyek wehşeta ku sûcên şer dike ye û wiha pê de çû: “Ev sûcên ku endamên girêdayî ewlehiya giştî û wezareta parastinê, bi dîmenên ku bi xwe kişandine, hat belgekirin. Bi aşkerayî civaka Dûrzî kirin hedef. Ji her sivîlek pirsa olê dikin, dema dizanin Dûrzî ne wê kêliyê qetil dikin. Armanca ketina wan a Suweydayê ne pêkanîna aramiyê ye, qirkirina li dijî vê civakê ye. Kuştinên pêk tên, çalakiyên şewitandin û hilweşînê, kiryarên şermê ne. Bi taybetî mîna ku li nexweşxaneya netewî hatî belgekirin, kuştina bi zanabûn a xebatkarê tenduristiyê Muhammed Ebu Hisas, tevî ku cilên tibî lê bûn û digel ku nexweşxane di bin parastina peymana Cenevre û Satatuta Roma de ye, hat pêkanîn.”
‘Em raporên derew qebûl nakin’
Tegrîd Azzam ragihand ku di nava sûcan de kuştina birîndaran, tirsandina tîma tenduristiyê, di encama qutkirina enerjiya kuvezan de mirina pitikin jî hebûye û wiha got: “Hemû belgekirî ne. Ji ber vê ji hêzên navnetewî yên serbixwe lêpirsînek dixwazin. Em dixwazin berpirs di Dadgehên Cezaya Navnetewî de bên darizandin. Ji ber ên ku ketine Suweydayê, endamên fermî yên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ne. Ev jî rêveberê di asta hiyerarşîk de ji van sûcan berpirsyar digirin. Gelê Suweydayê, wek li peravê, wê raporên derew qebûl nekin. Gelê Suweydayê dixwaze edaleta civaka sivîl, heqî û rastî ji cîhanê re bê eşkerekirin.”