Jinên Efgan hevgirtina xwe bi jinên Kurd re nîşan dan

Erîşa komên çeteyên HTŞ,DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û birîna porê şervaneke jin, di nava jinan de bû sedema bertekek mezin. Jinên Efganî jî bertek nîşanî bûyerê dan û hevgirtina xwe bi jinên Kurd re nîşan dan.

Efganistan- Di 6’ê Çileya 2026’an de taxên Kurdan ên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên li Helebê, rastî êrîşên qirkirinê yên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî dewleta Tirk hatin.  Di êrîşên li ser taxan de kiryarên hovane yên çeteyan di medyaya dîjîtal de hatin parvekirin û ev yek rastî bertekên mezin hat.

Li hemberî vê tundiya pergalî û kiryarên dermirovî gelek jinan bi honandina porê xwe tevgereke radîkal dan destpêkirin û bûyerê şermezar kirin.

Piştî vê pêla xwepêşandanan, jinên Efgan ên  bi salan e di bin heman zihniyeta cîhadîst û zilma Talîbanê de dijîn jî tevlî vê kampanyayê bûn û hevgirtin û piştgiriya xwe ji bo jinan û têkoşîna wan a li Rojava ragihandin.