‘Jinên ducanî û şîrdêr ên li Rojhilatê Çadê di xetereyê de ne’
Rêxistina Bijîşkên Sînornenas, ragihand ku zêdetirî hezar jinên ducanî û şîrdêr ên li kampên penaberên Sûdanî yên li Rojhilatê Çadê, astên cûda yên kêmxwarinê dijîn. Rêxistinê, ji bo berdewamiya xebatên alîkariya mirovî banga piştgiriya lezgîn kir.
Sûdan- Kêmbûna fînansmanê ya li kampên penaberan a li rojhilatê Çadê, zexta li ser jinên şîrdêr zêde dike. Kêmbûna alîkariyên xurek û piştgiriya tenduristiyê, gef li kapasîteya jinên şîrdêr dixwe û xeteriya kêmbûna xwarinê ya di nav zarokan de jî zêde dike.
Rêxistina Bijîşkên Sînornenas (MSF), duh ragihand ku li kampên penaberên Sûdanî yên li rojhilatê Çadê di hezar û 225 jinên ducanî û şîrdêr ên piraniya wan Sûdanî de, kêmbûna xwarinê ya navîn û giran hatiye dîtin. Rêxistinê, diyar kir ku di navbera mehên Çile û Hezîrana îsal de, li deverên rojhilatê Çadê 5 hezar û 785 jinên ducanî û şîrdêr hatine kontrolkirin û nêzî hezar û 225 ji wan bi kêmbûna xwarinê ya navîn an jî giran re rûbirû ne. Hate diyarkirin ku kêmbûna fînasmanê bandorek neyînî li ser gihîştina jinan a xurek û alîkariya mirovî dike.
Rêxistinê, ji bo mîsogerkirina piştgiriya xurek, av, tenduristî û xwarinê ya ji bo penaber û civatên mazûvan, ji bexşendeyên navneteweyî re banga fînansmana lez kir.
Li aliyê din, Odeya Awarte ya Serba ya li Darfura Rojava, ragihand ku di nav penaberên Sûdanî yên li Çada Rojhilat de xizaniya giran zêde dibe, zarok nikarin bighîjin perwerdê û ji ber kêmbûna fînansmana navneteweyî li hinek kampan birçîbûn belav bûye. Rêxistinê, ji bo penaberan banga piştgiriya xurek û tenduristiyê ya lezgîn kir.
Ji Sûdanê nêzî 500 hezar kesên piraniya wan ji Darfurê ne, xwe spartin Rojhilatê Çadê ne. Di mehên dawî de, ji ber nêzbûna pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ya ji sînorê Çadê re, qeyrana mirovî û ewlehiyê hêj kûrtir bû.