Jinên Dêrsimê: Hezar car jî qeyûm tayîn bikin nikarin biguherînin

Jinên ku bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê li ser Şaredariya Dêrsimê dan, diyar kirin ku ew ê xwedî li îradeya xwe derkevin û gotin ku hezar sal jî qeyûm tayîn bikin nikarin tiştekî biguherînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Dêrsim – Pêvajoya tayînkirina qeyûm ku bi Colemergê dest pê kir, piştre li Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê berdewam kir beriya du rojan jî li Dêrsimê qeyûm hat tayînkirin. Her wiha hejmara şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) de ku qeyûm hatibûn tayînkirin, bi Dêrsimê re bû 5, di bin rêveberiya partiya CHP’ê de qeyûm tayînî Şaredariya Esenyurta Stenbolê û şaredariyên navçeyên Pulurê (Ovacik) ên Dêrsimê jî kirin. Walî û qeymeqaman weke qeyûm hatin tayînkirin û pêşiya şaredariyê bi blokên beton hatin girtin.

Jinên Dêrsimê gotin ku ew qeyûm qebûl nakin diyar kirin ku ew ê li dijî biryarê li ber xwe bidin.

‘Em vî bajarê ji wan re nahêlin’

Nazli Salman bi gotina; “Ev ji zulmê pê ve tiştek din nîn e” diyar kir ku ew ê qeyûm nepejirînin û wiha got: “Ew çi dikin bila bikin, em ê bajar ji wan re nehêlin. Ev bajar ê me ye, ev şaredarî ya me ye. Em ê li vê derê bin. Em qeyûm naxwazin.” Desthilatdarî çi dike bila bike ew ê bajarê xwe nedin û wiha got: “Yek diçe hezar tên. Dilê me pir tije ye. Qeyûm davêjin her derê. Pêşiya şaredariyê bi dîwarên beton girtine, em nikarin li bajarê xwe bi rehetî bigerin. Her cih bi bariyerên beton girtî ye. Ez çima nikarim li bajarê xwe li gundê xwe bigerim. Êdî bes e ev çi ye em dikşînin.” 

‘Çi dibe bila bibe em ê ji vê derê neçin’

Dîdar Konak jî bi gotinên; “Her den gelê Dêrsimê hedef digrin. Çi dibe bila bibe êm ê li ber xwe bidin û şaredariya xwe nedin wan” got ku ew ê tu carî tayînkirina peyûm napejirînin û wiha domand:

“Em ê şaredariyên xwe ji wan re nehêlin. Çi dibe bila bibe, em li vir in, ji vê derê naçin. Ev ji bo şêniyên bajaran neheqî ye. Li dijî îradeya gel e. Çi dibe bila bie em ê li îradeya xwe xwedî derbikevin.”

‘Dixwazin Dêrsimê bibin salên 1938’an’

Zeynep Arslan jî bi gotinên; “Em ji hevşaredarên xwe pir memnûn in û dixwazin li ser peywira xwe bin” dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: “Di vê mijarê de çi ji destên me were em ê bikin û bajarê xwe nedin qeyûm. Ji sala 1938’an ve heta niha hewl didin Dêrsimê tune bikin, şêniyên wî biçewisînin lê em ê destûr nedin. Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Ji derveyî berxwedanê tu çare tune ye, çi ji destên me were em ê bikin.”

‘Ez dixwazim kesên min dengê xwe daye wan bajarê min bi rêve bibin’

Serînce Çîmel jî diyar kir ku di hilbijartinê de kî hatibe hilbijartin divê ew rêveberiya bajar bikin û wiha domand: “Ez deng didim û di ferqa îradeya xwe de me. Ez dixwazim mirovên min dengê xwe daye min rêveber bin. Bi salan e polîtîkayên zext û çewisandinê didomin. Em ê li dijî xespkirina îradeyê bêdeng nemînin. Ev mafe me yê herî xwezayî ye. Ez dayik im, neviyên min hene. Ez dixwazim di rewşeke azad de bijîn. Bi hedefgirtina Dêrsimê dixwazin gel di bin zextê de bigrin. Gel xwedî li îrade û hevşaredarên xwe derdikeve. Bi qeyûman hewl didin mafê me ji dest me bigrin, nan û îradeya me xesp bikin. Ji me re dibêjin tu mafek we tune ye. Qeyûm tê vê wateyê!”

‘Şaredarî ne ya qeyûm e a gel e’

Helîme Coşkun jî diyar kir ku şaredariya gel hatiye xespkirin û wiha axivî: “Ev şaredarî ne ya qeyûm, a gel e. Bi avêtina qeyûm gelek şaşiyê dikin. Hezar sal jî derbas bibe ev şaredarî ya gel e. Gel ne qeyûm, hevşaredarên xwe hildibjêre. Ne Erdogan ne jî AKP nikarin tiştek bikin. Gel hevşaredarên xwe hilbijart ne AKP’ê. Ez bi gelê xwe re têdikoşim. Bi bariyer û betonan nikarin bigihîjin tu cihî. Ji sala 2016’an ve heta niha qeyûm davêjin ser şaredariyan lê gel dest ji şaredariyên xwe bernade, ji têkoşîn û îradeya xwe bernade. Mêrdîn, Êlih û Dêrsim, dest ji şaredariya xwe bernadin. Dêrsim dest ji şaredariya xwe bernade. Ev şaredariya gel e, bi qeyûm bi nanê gel dilîzin. Pereyê gel davêjin berikên xwe. Jiyanê li gel herimandin kirin jehrî.”