Rejîma Îranê cezayê girtîgehê li du xwepêşanderên jin birî
Rejîma Îranê li du jinên ku xwişkên hev in, ji ber beşdarbûna xwepêşandanên dawî hatibûn girtin îşkence kir û li yekê ji wan 6 sal li yekê ji wan jî 10 sal cezayê girtîgehê birî.
Navenda Nûçeyan – Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ku bi serokatiya Dadwer Qassem Salawatî ve girêdayî ye, li herdu xwişkên bi navê Tara Davoudî û Kîmya Davoudî ku di xwepêşandanên dawî de hatibûn girtin, cezayê girtîgehê birî.
Dadgehê li Kîmya Davoudî deh sal û li Tara Davoudî jî şeş sal cezayê girtîgehê li wan birî. Her du xwişk niha li beşa jinan a Girtîgeha Evînê tên girtin.
Kîmya Davoudî, xwendekara berê ya beşa hiqûqê li Zanîngeha Razî û Tara Davoudî, xwendekara berê ya anketê li Zanîngeha Esfahanê bû. Herdu xwişk di dawiya Kanûnê de ji aliyê Hêzên Muhafizên Şoreşê ve hatin girtin û rastî îşkenceyê hatin.
‘Herdu xwişk rastî zext û lêpirsîneke dijwar hatin’
Çalakvan û Rêxistinên mafên mirovan ragihandin ku darizandina herdu xwişkan di atmosfereke bi aloz de pêk hatiye û di dema girtina xwe de rastî zext û lêpirsîneke dijwar hatine.
Her wiha çalakvanên mafên mirovan diyar kirin ku doza herdu xwişkan mînakek muameleya ewlehî û dadwerî ya li dijî jinên xwepêşander li Îranê ye. Li gorî van çavkaniyan, doz bêyî zelalî û delîl di şert û mercên ewlehiyê de hatiye birêvebirin.
‘Siyaseta tepeserkirin û afirandina tirsê ye’
Di salên dawî de, bi taybetî jî piştî xwepêşandanên îsal, hejmareke mezin ji jin û keçên ciwan bi dozên ewlehiyê û cezayên giran re rû bi rû mane. Rêxistinên mafên mirovan vê yekê wekî beşek ji siyaseta tepeserkirinê û afirandina atmosfera tirsê di civakê de bi nav dikin.