YPJ: Cejn ji bo me tê wateya parvekirin, yekîtî û xurtkirina têkoşînê
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşand.
Navenda Nûçeyan – Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşand. YPJ’ê di peyama xwe de tekez kir ku ew ê ji bo azadiya hemû dîlgirtiyên xwe û parastina welat, destkeftiyên şoreşê û azadiya jinan têkoşîna xwe bilindtir bikin.
Peyam wiha ye:
“Em Cejna Qurbanê di serî de li malbatên şehîdên xwe yên qehreman, li malbatên fedakar ên dîlgirtiyên şer ku bi hêvî û rûmet li bendê ne, li gelê xwe yê berxwedêr, li tevahiya gelên Sûriyeyê û li hemû şervanên ku li çeperên rûmetê de axa welatê xwe diparêzin, pîroz dikin.
‘Ji bo parastina destkeftiyan û azadiya jinan em ê her têbikoşin’
Cejn ji bo me tê wateya parvekirin, yekîtî û xurtkirina têkoşînê. Em soza xwe nû dikin ku em ê ji bo azadiya hemû dîlgirtiyên xwe û parastina welat, destkeftiyên şoreşê û azadiya jinan bi her bihayî têbikoşin.
Cejna we pîroz be, her roja we azadî be.”