Jinên Cezayîrî hewesa xwe vediguherînin projeyên jîngehî û civakî
Jinên ku di çalakiya ji bo çandiniyê de hatin cem hev, bal kişandin ser domdariya çanda xwezayê ya ji bo zarokan û gotin “Me bi zarokan dest pê kir, ji ber ku em dayîk in.”
NECWA REHAM
Cezayîr – Cezayîrê şahîdiya organîzekirina bazarên hunerên destan kir ku projeyên jinên nûjen di hunerên kevneşopî, çandiniya domdar û aboriya dorhêl de anîn cem hev. Beşdaran ezmûnên serketî pêşkêş kirin, rola jinan a di afirîneriya herêmî de nîşan dan. Beşdarên çalakiyê li ser girîngiya hêzdarkirina jinan û piştgirîkirina projeyên biçûk ên li ser bingeha hunerên kevneşopî û çandiniya domdar li hev kirin.
Di çalakiyekê de gelek jinên destçêker û xwediyên karsaziyan ên Cezayîrî amade bûn. Beşdaran modelên îlhambexş pêşkêş kirin ku hunerên kevneşopî, çandiniya domdar, perwerdehiya jîngehê û aboriya dorhêlî bi hev re dikin yek, ku ev çalakî kir platformek ji bo nîşandana hilberên herêmî û ronîkirina destpêşxeriyên jinan a bi bandorek civakî û jîngehê ya zelal. Çalakiyê ji bo danûstandina ezmûnan di navbera beşdaran de cihek berfireh peyda kir, her wiha derfetek da jinên ku karîbûn raman û ezmûnên xwe yên kesane veguherînin projeyên serketî yên ku di nav civakên xwe de nirxek zêde lê zêde kirine.
Di nav projeyên beşdaran de, projeya ‘Permakidz’ derket pêş, ku bi organîzekirina atolyeyên perwerdehiyê li derve bi zarokan re di nav dibistan û zeviyan de dixebite, dihêle ku ew rasterast ji xwezayê fêr bibin. Ji bilî derketinên pedagojîk ên ji bo keşfkirina ekosîstemên wekî daristan û deryayê.

‘Em evîn û hezkirina xwe ya ji bo xwezayê didin zarokên xwe jî’
Îman Fetohî ku hev-damezrênera projeya Dariyaz Uşer e, rave kir ku ev fikir ji ezmûna wan a hevpar wekî dayîkan derketiye holê û wiha got: “Me bi zarokan dest pê kir, ji ber ku em dayîk in. Me û alîkara Dariyaz Uşer xwest ku evîna xwe ya ji bo xwezayê veguhêzînin zarokên xwe. Dema ku zarokek ji xwezayê hez dike û ji wî tê xwestin ku jîngehê biparêze, ew ê jixweber fêm bike ka mirov çawa wê biparêze. Proje paşê berfireh bû da ku jinan jî bi rêya înîsiyatîfa ‘Baxçeyan’ vehewîne, di bin dirûşma ‘Bajarê Xwe Biçîne’, ku balê dikişîne ser çandiniya bajarî bi perwerdekirin û hêzdarkirina jinan ji bo çandina nebat û sebzeyan di nav derdora xwe ya rojane de ye. Ez destpêşxerî ji adetên kevin ên ku di malên Cezayîrê de belav bûn, îlhamê digirim. Me ji dapîr û dayîkên xwe yên ku lênêrîna baxçeyên di hundirê malan de dikirin, bi vê yekê îlham girtine.”
Her wiha tîmê bi hevkariya Navenda Karsaziya Civakî ya Cezayîrê û Komeleya Otîzmê ya Neteweyî ya Cezayîrê, bi organîzekirina çalakiyan ji bo berjewendiya dayîkên zarokên bi otîzmê, ji bilî perwerdekirina mamosteyên dibistanan, li ser eksena civakî jî xebitî.

‘Çewlika Organîk’
Di nav ezmûnên ku bala mêvanan kişand de, ezmûna Yasmîna Belhadj jî hebû. Yasmîn cotkar û xwediya çewlika organîk a Al-Firdaws li herêma Talmen a parêzgeha Tîmîmoun e. Çewlik ji bîst salan zêdetir çalak e û bi şiyana xwe ya hilberîna sebzeyên ku bi gelemperî li herêmên bakur têne çandin, piştî adaptekirina wan bi avhewaya çolê navdar e. Çewlik xwedî karakterek malbatî ye. Yasmîn wiha got: “Ew çewlikek malbatî ye ku ez, hevjînê xwe û zarokên min lê dixebitin.”
Derbarê beşdariya jinên gundewarî yên herêmê ya di çinîna genim û karên çandiniyê de di nav zeviyê de, ku bi serkeftina xwe ya çandiniyê tên nasîn, Yasmîn tekez kir ku yek ji pirsgirêkên herî berbiçav ên ku ew pê re rû bi rû dimînin kêmbûna hêza kar û zehmetiya veguhastinê ye ji ber ku zevî bi qasî 100 kîlometreyan dûrî baregeha dewletê ye û peyamek teşwîqê da komên ciwanan û wiha got: “Me li çolê bihuştek afirand, ji ber vê yekê kar û serkeftin mimkûn e.”
‘Ji Rêveberiyê ber bi cîhana hunerên destan ve’
Di çalakiyê de projeya ‘Zigia’ ku ji hêla Xeniya Madahî ve tê rêvebirin jî, jineke teqawîtbûyî ya hunermend ku ji rêveberî û medyaya elktronîk derbasî dirûnê û hunerên destan bûye, pêşkêş kir. Xwediya projeyê balîf, betanî, amûrên metbexê û bûkên zarokan sêwirîne, bi xwe dispêre tevlihevkirina rengan, vezîvirandina qumaşan û karanîna afirîner a van materyalan.
Xeniya Medahî rave kir ku piştî teqawidbûnê, dixwest çalakiyekê bidomîne ku kêfa wê bîne û kesayetiya wê nîşan bide. Xeniya diyar kir ku wê dixwest li ser tiştekî bixebite û wiha got: “Min dixwest li ser tiştekî bixebitim ku min eleqedar bike û mîna min be. Serkeftina karê min, hestek serbilindiyek taybet da min.”
Di dawiyê de, Xeniya peyamek teşwîqê da hemû jinên ku xwedî jêhatîbûn an karên destan in, tekez kir ku jin dikarin hilberîn, afirînerî û veguheztina ramanên xwe bo projeyên serkeftî bin.