Ji bo derbaskirina xitimîna pêvajoyê ji Abdullah Ocalan hin pêşniyar
Heyeta DEM Partiyê li ser çerçoveya qanûnê bi heyeteke AKP’ê re hevdîtin pêkanî. Li ser vê çerçoveya dixebite û bi partiyên siyasî re jî di nava danûstandinê de ne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xitimîna pêvajoyê derbas bibe hin pêşniyar kirine.
Enqere – Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata sala 2025’an de ragihand, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rojeva serekê ya siyasetê ye.
‘DEM Partî di çarçoveya qanûnî de li ser pêşnûmeyekê dixebite’
Raya giştî jî li bendê ye ku beriya meclîs bikeve batlaneyê çerçoveya qanûnê li meclîsê bê amadekirin. Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê jî li meclîsê bi heyeteke AKP’ê re li ser çerçoveya qanûnê danûstandin kir. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên DEM Partiyê hatine bi destxistin DEM Partî ji bo çerçoveya qanûnê li ser pêşnûmeyekê dixebite.
Piştî fesîhkirina PKK’ê û çareseriya pirsgirbêka Kurd, sererastkirina qanûnî di rojevê de ye. DEM Partî ji bo sererastkirina qanûnan di nava danûstandinan de ye. Li gor agahiyên ku tekildarî çerçoveya qanûnê heyeta DEM Partiyê bi AKP’ê re hevdîtinek kir û di hevdîtinê de jî li ser çerçoveya qanûnê danûstandin kir.
Her wiha çavkaniyên DEM Partiyê ragihandin ku ji bo çerçoveya qanûnê ew li ser pêşnûmeyekê dixebitin û bi hemû partiyên siyasî re jî li ser vê yekê di nava danûstandinan de ne. Her wiha çavkaniyên DEM Partiyê diyar kirin ku hiqûqnas li ser pêşnûmeyê dixebitin û piştî pêûşnûme temam bû dê ji raya giştî re were parve kirin.
Rêber Abdullah Ocalan hin peşniyar kirine
Her wiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtina dawî ya bi heyeta DEM Partiyê re ji bo xitimîna di pêvajoyê de derbas bibe hin pêşniyar kirine.