Ji Hevserokên DEM Partiyê ji bo ‘mafê hêviyê’ name

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, têkildarî “mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand.

ENQERE – Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, têkildarî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser “mafê hêviyê” ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şand.

Di nameyê de hat xwestin ku biryara li ser sûdwergirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Rêzikên Nelson Mandela yên ku di nav biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) de ne û ji rêgeza “Mafê hêviyê”, ji aliyê Komîteya Wezîran ve bi awayekî cidî bê nirxandin û di demeke herî kurt de bê encamkirin. Herwiha destnîşan kir ku ev mijar Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê jî ji nêz ve eleqedar dike, divê ji aliyê Komîteya Wezîran ve pabendiya rêgezên bingehîn û bi awayekî avaker bê nirxandin.