Jinên Şengalî: Me hêz ji xelkê Mexmûrê girt

Dayîkên pakrewanan ên li Şengalê ku tev li konferansa malbatên şehîdan a Wargeha Mexmûrê bûn, diyar kirin ku ew ji girêdana wan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan pir bandor bûne û hêz ji sekn û berxwedana wan girtine.

Şengal – Di 31’ê cotmehê de 13’emîn Konferansa Komîteya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşma ‘Li şehîdan xwedî derketin bi avakirina civaka demokratîk û komînal pêkan e’ hat lidarxistin.

Di konferansa ku du rojan berdewam kir de pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, xwedîderketina nirxên şehîdan û gelek mijarên cuda hatin nirxandin. Di dawiya konferansê de hat diyarkirin ku dê bi perpektîfên nû yên Abdullah Ocalan û stratejiya nû dest bi xebatên xwe yên dema nû bikin û civaka aştî û demokratîk pêş bixin.  

Ji Şengalê jî heyetek ji sê kesan pêk dihatin li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û dayikên şehîdan tev li konferansa malbetên şehîdan a Mexmûrê bûn.  

Dayikên ku tev li konferansê bûn derbarê konferans, hevdîtinên xwe de ji ajansa me re axivîn.

Ji endama Koordînasyona TAJÊ û dayika şehîd Neam Bedel di destpêka axaftina xwe de di şexsê şehîd Asya û Rojger de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê û 74 fermanan bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: “Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan a Maxmûrê li ser bîranîna fedayiyên gelê xwe ku li navenda Enqereyê çalakiya fedayî kirin Şehîd Asya Elî û Rojger Helîn hat lidarxistin. Di konferansê de pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, pêngava tevger û gerîla jî niqaş û axaftin hatin meşandin û her wiha negavavêtina dewleta tirk jî nirxandin hatin meşandin. Wek malbatê şehîdan a Şengalê me jî di konferansê de nêrînên xwe anîn ziman. Her wiha di konferansê de rapora 2 salan a kar û xebatan hat xwendin û nirxandin. Konferansek ewqas têr û tijî bû mirov ferq nedikir dem çawa derbas dibû.”

Zextên li ser kampê û berxwedana xelkê kampê

Neam Bedel destnîşan kir ku xelkê Mexmûrê gelek welatparêz û hêja ne û bi van hevokan bal kişand zextên li ser kampê û berxwedana xelkê kampê: “Ez dubare silavên xwe ji wan re yek bi yek dişînim. Bi taybetî silavê xwe ew dayikên ku ruxmî temenên xwe yên mezin û nexweşiyên xwe bi hewldaneke mezin kar û xebatên xwe dimeşînin re dişînim. Em hêvî dikin di demek nêz de vegerin li ser cih û warên xwe, ax û gundên xwe daku ji wê penaberiyê xelas bibin.  Kar û xebatên ew dimeşinin nayê terîfkirin. Kamp ji çar hawirdor hatiye dorpêçkirin, PDK ambargo daniye ser kampê û nahêle tu tişt derbas bibe. Hikûmeta Iraqê jî li ser kampê heman polîtîka dimeşîne, di nav kampê seyterê xwe danîne û nahêlin gel rehet tevbigere. 31 sal in gelê Mexmûrê di bin koçberî û penaberiyê ne, di bin dorpêça dewleta Iraq, PDK û dewleta tirk de ne jî di nav berxwedan û têkoşînê de ne. Rûxmê hemû astengiyan gel kar û xebatên xwe didin meşandin û şehîdên xwe xwedî derdikevin. Mirovên şehîdên xwe xwedî derdikevin, wekî her tiştî bikin. Ew şehîdên xwe bîr ve nakin, qîmet didin dayik, bav, zarok û malbatên şehîdan.”

‘Bi ked û hewldana xwe kampê vegerandine cihê jiyanê’

Wargeha Mexmûr di salên 90’î de hatiye avakirin ku hemû şêniyên wê ji bakurê Kurdistanê ne ku ji ber zext û zilma dewleta tirk berê xwe dane herêmê.

Di axaftina xwe de Neam Bedel bal kişand rewşa beriya zêdetirîn 30 salan a destpa kampê û rewşa wê ya niha û ev tişt anî ziman: “Gelek şehîdên kampê hene, ji roja kamp ava bûye heta roja me ya îro. Rojên destpêkê ya kampê hin zarok ji tîna, hinek ji germa zêde mirin e, hinekan jî ji ber gezkirina ajalan jiyana xwe ji dest dane. Cihê ji bo kampê diyar kiribûn ne cihê ku mirov bikaribe têde jiyan bike bû lê gel bi kedek gelek mezin vir vegerandin cihekî gelekî xweş. Mirov bax û baxçeyê gel çêkirine dibîne mirov dibêje qey bi hezaran sal in li vir jiyan ava bûye.”

‘Mirov dizane ew cih cihekî welatparêz e’

Ji endama Koordînasyona TAJÊ û dayika şehîd Neam Bedel ragihand ku ew li Mexmûrê serdana gelek sazî û şehîdgehê kirine û wiha pêde çû: “Dema mirov diçe Kampa Mexmûr mirov naxwaze ji vir vegere, cihekî ewqas xweş e, behna mirov li wir fireh dibe. Li vir tiştêkî herî zêde bala mirov dikşîne xwedîderketina gelên li wir a nirxên xwe ne. Dema ez cilên gerîla li ser wan dibînim gelekî bandor dibim, kêfxweş dibim. Mirov dizane ev cih cihekî welatparêz e.”

‘Em bi ked û berxwedana wan serbilind in’

Her wihaNeam Bedel destnîşan kir ku ew hêz û moral ji xelkê Mexmûrê û berxwedana wan girtine û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Em bi ked û berxwedana wan serbilind in. Êş û rêya me yek e, em li ser heman dozê dimeşin. Em dixwazin di hemû kar û xebatan de bi hev re bimeşînin. Em careke din silavên xwe ji xelkê Mexmûrê re re dişînin û serkeftinê ji wan re dixwazin.”   

‘Gelek girêdayî Serok û şehîdên xwe ne’

Yek jê dayikan ku cihê xwe di nav şandeya ku çû Mexmûrê de girt endama TAJÊ û dayika şehîd Sûrî Xelef bû. Sûrî Xelef anî ziman ku ew wek saziyê Malbatên Şehîdan a Şengalê û TAJÊ sê dayik çûne konferansa Malbatên Şehîdan a Mexmûrê û wiha got: “Gelek girêdayî şehîdên xwe bûn, her digotin şehîdên wan şehîdê şoreşê ne û wan şehîdên xwe ji bo Serokatî dane. Axaftin û nêrînên wan hemû li ser Serokatî bûn, digotin ger Serokê me azad be em jî azad bin û bi hêviya vegera cih û warên xwe bûn.”

‘Me hêz ji xelkê Mexmûrê girt’

Di axaftina xwe de Sûrî Xelef diyar kir ku xelkê Mexmûrê gelek qedrê wan girtine û ew jî bi çûyîn û dîtina xelkên xwe yên Mexmûrê gelek kêfxweş bûne û wiha pêde çû: “Xelkê Mexmûrê Apocî ne. Xwedî li keda xwe ya 30 salan derdikevin û li pey zarokên xwe ne. Em dixwazin rojekê Serokatî derkeve û ew jî vegerin ser cih û warên xwe. Ji roja destpêkê heta niha girêdayî Serokatî û şehîdên xwe ne. Xelkê mexmûrê her behsa şehîdên xwe kirin û gotin heta dawiyê em pey şehîdên xwe ne. Em û ew yek in, êşa me yek e, ew jî wekî me rastî fermanê hatin û zor û zexmetî dîtin. Me hêz ji wan girt.”

Astengiyên di dema çûyîna kampê de

Di axaftina xwe de Sûrî Xelef bal kişand ser zext û dorpêça li ser kampê û ev nirxandin kir: “Hikûmeta Iraqê gelek zextê li ser gelê kampê dike. Di hatin û çûyîna kampê de astengiyan derdixin. PDK jî nahêle nexweşên xwe bibin bajarek din. Dema em jî çûn di derbaskirina kampê de pirsgirêk ji me re derxistin, nasnameyê me girtin û heta 8’ê êvarê me dan sekinandin.”