Jinên Êzidî: Fikrê Rêbertî li Kuderê be em li wir in

Jinên ji Şengalê îro xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde dikin û parastina xwe pêşdixin dane zenîn ku fikrê Rêbertî li kur be ew li wirin.

FARAŞÎN MERWAN

Şengal-  jinên Êzîdî diyar kirin ku pargalala netewa demokaratîk li Rojavayê Kurdistanê bi fikir û ramanên Rêber Apo bi gewde bûye.

jinên Êzidî yên li Şengalê êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê ku şoreşa jinê hedef dike ji ajansa me re nirxandin.

‘Fikrê Rêber Apo bingehê civakîbûnê ye’

Jina bi navê Kinê Xidir destpêkê di kesayetiya şehîdên şerên dawî de, hemû şehîdên Rojava bibîr anî û diyar kir ku fikirê Rêber Apo li Rojava bi pergala netewa demokratîk bi gewde bûye.

Kinê xidir diyar kir ku Îro êrîşên li ser Rojava tên kirin êrîşên ser fikirê Rêber Apo ye û wiha domand; “Em destpêkê hemû şehîdên ku li Rojava gihîştin şahadetê bibîrtînin di şexsê Şehîd Ziyad Heleb û Şehîd Denîz Çiya de Hemû şervanên ku di cenga giran de ne jî silav dikin. Ferman rakirine ser serê kurdan  em wek jinên êzidî van komkujî û qirkirinên nijedî, çandî û coxrafî napejirînin û rûreş dikin. Fikrê Rêbertî bingehê civakî bûnê ye, mirovbûnê dixwaze, wekheviyê dixwaze fikrê Rêbertî ger nanek be dibêje bi hezaran mirov wê nanê parve bike û bi hevre bixwe.”

‘Fikrê Rêber Apo li her deverê zîl daye û bingeha rûmetê ye’

Her wiha Kinê Xidir anî ziman ku hêzên desthilatdar ji fikrê Rêber Apo ditirsin lê ew fikir li tevahî cîhanê şîn bûye û wiha dirêjî bi axaftina xwe da :Ev hêzên desthilatdar ê ku îro van qetlîama tînin serê kurdan ji fikrê Rêbertî ditirsin. Ji mirovahiyê ditirsin lê îro fikrê Rêbertî di her derê cîhanê de şîn buye.  Lê di roja me ya îro de fikrê Rêbertî ji çiyayan heya Şengalê, Rojava, Rojhilat û Bakûr şîn bûye û tu carî jî bêrûmetiyê napejirîne”.

Kinê  xidir got ; “Me gelê Kurd û Êzidiyan tu caran kursiya van zaliman nexwestiye. Em jî wek her miletek dixwazin di axa xwe, cîh û warên xwe de jiyan bikin. Em hertim aştiyê dixwazin û başiyê dixwazin lê yên ku şer bînin ber deriyê me jî em ê heya dawiyê li berxwe bidin. Her wiha çawa ku keziyên şervanên me dibirin, tecawizê keçên me dikin, ew çeteyên hov çibikin jî em tu carî dev ji axa xwe bernadin. Em mafên xwe dixwazin û em ê li berxwe bidin. Em ê tu carî ne Şengalê ne jî Kobanê teslîmê kesî nakin.”

‘Em hertim li pey fikrê Rêber Apo ne’

Kinê xidir di dawiya axaftina xwe de jî diyar kir ku şervanên ku îro di çeperên şer de li Rojava berxwe didin hemû şagirtên Rêber Apo ne, ew jî wek jinên Êzidî heya dawî li pey fikrê Rêber Apo ne û parastina xwe jî bi wê fikrê bikin û wiha anî ziman; ‘Şagirtên Rêbertî îro li Kobanê dîsa berxwe didin. Em jî wek jinên Êzidî heya em sax bin em ê li pişt gelê xwe yên Kobanê, Efrînê û tevahî Rojava bin. Cihê ku fikrê Rêbertî lê hebe, emê li wir bin. Ger Rojava nebe Şengal jî nîne, bila bi taybet miletê me yê Êzidî bizanibe ger Rojava nebe, Şengal jî nîne. Êrîşên ne tenê ser Rojavane, ev êrîş bi giştî li ser Kurd û Kurdistanê ne. Em bang li her kesî dikin, piştevaniyê şer nebin, piştevaniyê aşitiyê bin. Bes e ji îxanetê re, zaroka û jinan dikujin. Wan çeteyên hov hinek kesan şehîd xistibûn û agir jî berdabû cenazê wan û dîmenê wan kişandibû ji malbatê wan re şandibû. Xwedê dijmin nehêle ev hovîtî nîn be, çiye? Em hêvî ji tawisê melek dikin ku ev hovîtiya li Rojavayê Kurdistanê tê kirin zû têkbibe. Van zalima têkbibe. Em wek jinên Êzidî heya dawiyê li gel berxwedaniya Rojava re ne û bijî ji wan şagirtên Rêbertî yên ku îro di çeperan de ji bo rizgariya axa me ji destê çeteyan de berxwedidin. Wek jinên Êzidî û civaka Êzidî jî heya dawiyê jî em li pey fikrê Rêbertî ne û em ê hertim jî li pey fikir û felsefeya wî bin. Em tu carî dev ji fikrê Rêbertî bernadin heya dawiyê jî em ê li pey fikrê Rêbertî li pey berxwedaniya şervanên azadiyê û Rojava bin.’

‘Rojava warê şoreşa jinê ye’

Jina bi navê Besê Avesta jî da diyarkirin ku êrîşên, îro li Rojava pêşdikevin êrîşên ser fikirê Rêber Apo û şoreşa jinê ye û wiha got; ‘Li Rojava şoreşa jinê hat ava kirin. Van êrîşên ku li ser Rojava tên kirin êrîşê ser fikrê Rêber Apo ne. Fikrê Rêber Apo di cîhanê de îro belav bûye. Şoreşa jinê a ku bi berxwedaniya şervanên jin hat avakirin hemû bi saya fikrê Rêber Apo bû. Îro bi êrîşên ser Rojava re êrîşên şagirtên jin yên felsefa Rêber Apo tên kirin. Lê berxwedaniya wan şervanên jin mînakek li ser rûyê erdê nehatî dîtine. Em jî wek jinên Êzidî berxwedaniya wan ji xwe re mînak digirin. Di heman demê de jî wek jinên Êzidî em jî bi fikir û felsefeya Rêbertî xwe perwerde dikin û kiriye. Em ji fikirê Rêbertî berxwedan û azadiyê fêr bûne em jî heya dawiyê li kêleka wan şervanên jin in.’

‘Ger ew keziyek bibirin em ê hezaran kezî bihûnin’

Besê avesta di dawiya axaftinê xwe de jî anî ziman ku jinên Êzidî ne ew jinên Êzidiyên ku di sala 2014 de ketin destê DAÎŞ’ê de ne, xwe li ser fikrê Rêber Apo perwerde dikin û wiha got; ‘Wek jinên Êzidî û civaka Êzidî me hêza xwe qeweta xwe ji jinên Rojava girtiye. Em ne ew jinên ku di sala 2014 de DAÎŞ’ êrîş kir û em girtin, revandin û kuştin. Îro me bi fikrê Rêbertî xwe naskiriye û em xwe li ser wê hîmê perwerde dikin parastina xwe pêşdixin. Herî dawî jî ez dixwazim bibêjim ger keziyek bê birîn em hene û em ê bi hezaran keziya bihûnin.’